SpaceX’ê duh berdanek pêk anî û wesayita kargoyê Dragon şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Roketa Falcon 9, îsal di ceribandina duyemîn de jî bi serne ket.

Space X duh bi şev, berdanek pêk anî û kapsûla Feza ya Dragonê şand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî. Kapsûl rojekê dereng hate şandin. Di kapsûlê de hezar û 995 kîlo xûrek û amûr ji xeynî van mekîneya qehweyê ya ISSpresso jî barkiriyê.
Roketa Falcon 9 ya ku berdan pêk anî, piştî ji kapsûla Dragonê veqetiya xeribandinek pêk anî ku li platforma Okyanûsê ya ku li bendê ye, dakeve. Roket îsal jî du caran daketina emûdî ceriband lê bi ser neket. CEO’yê Space X Elon Musk li ser twitterê daxuyanî da û wiha got, “Dragon ber bi Îstasyona Fezayê diçû lê roket zêde dijwar daket.”
Musk diyar kiribû ku rêjeya serkeftina Falcon 9’ê ji sedî 50 ye. Falcon 9 ‘a ku roketa dîsa tê bikaranîn dê di sala 2015’an de dakeve. Ger ku roket tune nebe, ji bo peywîrên nû dê dîsa bê bikaranîn.
DÊ CERBÊN MIŞKAN JÎ BIKE
Kapsûla Dragonê ji bo astronotan nezî meheke xurek û ji bo 40 amûrên cerbê hilgirt. Ji xeynî, tesisat û perçeyan cihgîr, mekîneya qehwe ya ku ji bo cihê bê erdkeşî hatiye çêkirin, şandin fezayê. Astronotê Emerîkî Scott Kelly û yê Rus Mikhail Kornienko di dawiya Adarê de ji bo salekêdest bi peywira ISS’ê kiribûn.
Di cerban de ku astronot dê bikarbînin, li cihê bê erdkêşî sedema helandina hestiyan a li ser mişkan dê çavderî bikin.
Dragon, dê heta 21’ê Gulanê bi ISS’ê re giredayî bimîne. Heta wê demê, bi cerbên astronotan re dest bi vegere Cîhanê bike.
– Menazîr Aslan