Çêrmûk an Germûk, bi wateya xwe “ava germ” îfade dike. Germava Germûkê, bi qasî 10 km. ji navenda qezaya Çêrmûkê dûr e. Ji vî cihê re Serê Germavê an Germav ser tê gotin. Germav, bi navê Germava Melîke Belqisê tê nasîn.
Li ser nexşeya Amedê cihên Germavê
Li cih û warê avên germ kumbet
Çêrmûk, li ser bajarê Amedê ye û li aliyê rojavayê bakur e. Çêrmûk, bi rûzemîna xwe, hezar û 32 km çarçik, bi bilindahiya xwe jî bi qasî 710 mîtro ye. Bi teşe û forma xwe ya zemînî, ji hevraz û kortalan pêk tê. Li ser xeta erdhêjê ya sereke cih digire.
Germava Çêrmûkê, di warê geşt û geriya saxlemiyê de,di asteke girîng û bilind de ye. Lêbelê ji ber kêmasiyên vê germavê, ev wargeha saxlem û bi tenduristî zêde nehatiye nasandin.
Beşek ji ava germ a germava Germûkê
Wekî tê zanîn, geşt û gera germavî, bi navekî din, tûrîzma termalî li gel avên germ,bi têr mineral,şîfadar, çamûr û kelmija xwe ya saxlemdar tê nasîn. Ji bo vê yekê her sal bi sed hezaran mirov berê xwe didin van germavan.
Germava Çêrmûkê ya bi nav û deng jî di nava vê kategoriyê de cih digirê. Lê wek me li jor jî got, ev germav hêj di qada geştiyariyê de negihiştiye asta hêjabûna xwe.Tenê ne avahiyên mêvanmayînê û saziyên civakî, divê ji bo germavên Germûkê bi awayekî têr û tîjî danasîneke berfireh were kirin.
Germav; bi serşûştin û vexwarin, bi tîmarbûna fîzîkî û hêsabûn, bi werzişa lebatî û giyanxweşî gelek cureyan di nav xwe de dihewîne û jibo jiyaneke saxlem û asûde gihandeyeke pêwist û serdeste ye. Germava Çêrmûkê, ji bo pêkanîna van pêdiviyên mirovî,hêjaye ku mirov bibîne û jê sud werbigire.
Pêkhatina ava germ û di cihê erdhêjê de qalikên erdê
Li welatê me, cih û warên ku li nêzî çiyayên agirîn û li ser xeta erdhêjê ya sereke cih digirin, di hemûyam de kanî û germav hene. Avgerm an germav, di bin bandor û tesîra tebeqeya agirîn ya ku di kûrahiya zemîn de ye pêk tên û bi saya têhna bilind a volkanîzmayê,avên di bin erdê de dikelin û bi awayekî kelmijînek û şidyayî derdikevin derve.
Germahiya ava Germava Germûkê, 48°C ye. Bi kîmyaya xwe, ji sidyûm, bı karbonat, klor, silfat, îyot, bromir, iyodir û kerkûtê pêk hatiye. Bi radyoaktivîteya xwe 10. e û rêjeya Ph’a xwe 7,6 e. Di encama lêkolîner û analîzên zanîstî de, diwarê kîmya û bakteriyên navxweyî de, hatiye sepandin ku ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e.
Wek me li jor jî gotibû, di nav avgerma Germûkê de gelek mîneral hen in; yên sereke sodyûm, potasyûm, magnezyûm, kalsiyûm, hesin, florur, iyodir, klorur, nîtrît, nîtrat, sûlfat, fosfat, cûreyên zaxavê(asîd), krom, civa, sifir, çingo û herwekî din. Lê di avê de bêhna sereke bêhna kirkûtê ye. Ji bo vê yekê ji germava Germûkê bêhneke nexweş peyda dibe.
Germava Germûkê, li gor lêkolînên zanistî, ji bo van nexweşiyan derman û şîfa ye: Bawiyên nêmdarî, piştê şênmayînde, kilsebendî, nexweşiyên mofirkan, êş û bawiyên masûlkeyan, birîn û nexweşiyên çermî, nexweşiyên raçînkên nerm, nexweşiyên derbarê pergala rehîkan, nexweşiyên jinan, bi giştî nexweşiyên stresê, tîmarkirina birînên ji ber werzişê, helîn û herifîna hestiyan, nexweşiyên mîzawik û kîsikê ziravê, piştî cerrahiyên ortopedîk, mêjî û rehîkan, serrastkirina rewşên bêtevger û qelsiyalaş…
Bi hêviya jiyaneke bitenduristî û têrsaxlemî, li benda nasîna germaveke din a welêt bimînin…
Jêder: Kovara Zanko