Lêkolînên ku li ser fêmkirina “dinya ji çi hatiye çêkirin”, dibe ku nepenî bê dîtin; lê destkeftiyên pratîk ên herî girîng di encama van lêkolînan de hatine bidestxistin. Plastîk, zibilên çêkirî, otomobîl, kompîtur, înternet, endezyariya genetîk û telefonên destan, GPS hemû jî bi saya van pêngavên ku ji bo bersiva vê pirsê derketine hole.
Di navend û bingeha hemûyan de madeyên hişk, ron an jî gaz be çi dibe bila bibe ji perçeyên piçûk ên yekgirtî yên atomê pêk tên.
Hevbandoriyên di navbera atom û molekulan de bingeha kîmyayê ava dike. Lêbelê, kesên zanyar heya demekê pê bawer kirine, çimkî di asteke din de bi delîlên avahiyeke kûr dîtine. Ev delîlên nû, li aliyekî modelên derbarê madeya dinyaya bin-atomê de hêsantir kiriye, li aliyekî jî van modelan tevlihevtir kiriye. Êdî li şûna bi dehan elementan, piraniyê dinyaya maddî, bi saya çengekî perçikan tê eşkerekirin. Lê, hal û helwestên ev perçikên kêm bi rastî jî carna ecêbtir dibin.
Nîşeneya herî baş a hewldanên me yên ku bo fêmkirina dinyaya bin-atomê didan bêguman Lêkdera Mezin a Hadronê[1] li Swîsreyê ya ku projeya zanistî ya herî mezin a dinyayê ye. Li vir bi parçikên ku nêzî leza tirêjan bi pêş dikeve, ceribandin tên kirin. Di van ceribandinan de hewl didin ku pirtikên ku di Teqîna Mezin[2] de nehatine dîtin, derxînin holê.
Li aliyê çepê: hundirê Lêkdera Mezin a Hadronê tê dîtin. Li vir pirtikên atomê li hev didin û bi vî awayî kurahiya siruştiya madeyê tê lêkolînkirin. (Wêne ji CERN)
[1] Kopişkara Mezin a Hadronê, tûşîkara mezin a Hadronê (LHC, bi îngilîzî: “Large Hadron Collider”) navê projeyeke fîzîkî ya CERNê ye ku di sala 2008’an de dest pê kiriye.
Di sînorê Fransa û Swîsreyê de, 100 m li bin erdê tunela LEP heye ku 27 km dirêj e. Li vir LHC proton û îyonan dertîne nêzîkî hêza tîrêjê û paşê jî wan dikopişîne (tûşîhevtîne, li hev dixe). LHC, protonên bi enerjiya 450 GeV a ji SPSê digire, dertîne 7000 GeV (an jî 7 TeV).
Ji bo qevdên protonan berevajî bibin, kehrebarên (kişanek, manyet, miknetîs) raguhêzbar tên bikaranîn. Ji bo manyet gihîner bibin, heya -271 pileyê tên cemidandin. Qevdên protonan bi lezgîniya 40 MHzê de tên kopişandin, ji kopişînê enerjiya 14 TeV rû dide.
[2] Teqîna Mezin – teqîna ku gerdûn ji vê dest pê kiriye. EN: Big Bang (BB) KU: TM.