ÇÎROKA SEXTEKARIYA HERÎ BALKÊŞ A DI DÎROKÊ DE

p03gr6cl

Wêneyê MacGregorê Skoç ê ku beriya navê “Prens” li xwe bike

Hûn însanan çawa dikarin qanî bikin? Di dîrokê de çîrokeke sextekariyê ya herî balkêş di vê mijarê de hin rêbazên balkêş ên derûniyê di xwe de dihundirîne..

Di Cotmeha 1822’an de Gregor MacGregorê Skoç, danezaneke balkêş amade kir. MacGregor di danezanê de digot, ez ne tenê kurê bankgerekî me, ez di heman demê de li Hondurasê Prensê welatê Poyaisê me jî ku li ser Çemê Reş e…

Ew erdên ku ji Walesê mezintir in, ewqas biber bûn ku salê 3 caran garis lê dihat rakirin. Avên wê paqij û di bin çeman de jî zêr hebûn. Ji fêkiyan dar ditewiyan. Ji xwe Skoçya li ber çavên wan welatekî reş, xwedî hewayeke bibaran û tijî zinar bû. Li derveyê Skoçyayê, li bihûşteke wisa kê nedixwest bijî? Ev çîrok xweş dihat guhê Skoçyayiyan.

Tenê kêmasiyeke Poyaisê hebû, ew jî veberhênan û niştecih bûn ku dê li wir bijiyana. Wê demê li Emerîkaya başûr û Navîn veberhênan di rewacê de bûn. Ji xwe welatê Poyaisê jî vebijêrkeke baş xuya dikir.

Koloniyên Skoçyayê bi xwe tûne bûn. Ev welatê nû ji bo wî pêşketineke mezin bû.

Gelo, hûn bi sextekariyeke wisa qanî dibûn? MacGregor bazirganekî hoste bû û gelek însan kiribûn xefika xwe.

Du stratejiyên girîng

Sextekarên hoste, ji bo qanîkirinê ji du aliyan ve motîvasyona însanan beralî dikin. Mêla ku însên ji bo tiştekî bike dixe nav tevgerekê û bêkariya ku dibe astengiya van daxwazên wan. Di sala 2003’an de Psîkologê civakî yê Emerîkî ev rêbazên qanîkirinê formûlê kirin.

 

p03gr6gv

MacGregor bi navê xwe yê sexte ango bi nasnavekî pirtûkek nivînsadibû û welatê xeyalî Poyais wiha teswîr kiribû.

Taktîka ewil a bi navê Alfayê, ji bo dilkêşî ango cazîbeya tiştekî zêde bike dihat kirin. Di vê rêbazê de armanc ew bû ku însan bibêje ev fersendeke mezin e,  ji bo vî karî yê herî baş ez im û ez ê ji wî karî bi qezenc der kevim. Ji xwe bi van fikran dihatin xapandin. Ya duyemîn jî omega bû û armanca wê jî şikestina tirûşê bû. Di vê xefikê de we qanî dikin ku ev karekî pir hêsan e û tiştekî ku hûn wenda bikin tune ye.

Derûnînas dibêjin, hin însan bi hêviya qezençkirinê hin jî bi metirsiya wendakirina pereyan xwe ji şaşitiyan dûr dixin. Yanê rêbazên alfa û omegayê van her du helwestan di xwe de dihewîne.

Pêşniyazên ku MacGregor ji wan re digotin ev her du rêwaz tê de dihewandin. Wek mînak di rojnameyan de nûçeyên xwe weşandine, behsa wan qezencan kiriye ku dê ji veberhênanên li Poyaisê bên bidestxistin.  Ji bo kesên ku hêj qanî nebûne, pirtûk pêşniyaz dikirin ku behsa jiyana girava piçûk dikir. Nivîskarê wê pirtûkê Thomas Strangeways bû, yanê MacGregor bi xwe ye. Di vê belavokê de helbet behsa fersendan dikir ku divê ji dest neçin.

Rêzikên Qanîkirinê

Helwesta MacGregor, ji bo pêşniyazên xwe li ber çavên xelkê zêdetir biqîmet bike hin rêbazên din jî dihundirandin. Psîkolog jî ji bo qanîkirina însanan behsa 6 rêzikan dikin:

1 – Berjewendiya beramberî hev: Ez ê pişta te bixurînim tu jî ya min

2 – Hevgirtin: Duh jî îro jî di heman baweriyê de me

3 – Pejirandina civakê: Bi kirina vê yekê dê nasnameyeke min hebe

4 – Hevaltî ango hezkirin

5 – Xela: Divê tevgerîneke bilez hebe, naxwe dê biqede

6 – Desthilatdarî: Divê hûn bizanibin ku hûn behsa çi dikin

p03gr6v7

MacGregor, pereyê welatê sexte Poyais wiha dizayn kiribû.

MacGregor bi taybetî jî ev taktîk bi kar anîbûn: Nivîskarê qanîkirinê Dr. Strangeways di vê mijarê de desthilatdar e. Strangeways vê pêvajoyê wiha bi lêv dike. “Vê fersendê tu kes nade we, hûn ê bi veberhênanên xwe bibin mînak, ev fersend cardin nakeve destên we. Heke hûn ji min bawer nekin ji wî bawer bikin, ger ez kesekî sextekar bûma qey di rojnameyê de nûçeya min derdiketin.

Welatê ku tune ye

Taktîkên MacGregor bi kêr hatibûn. 200 hezar sterlîn berhev kiribû. Bi qasî 7 keştî însan, bi hêviya welatê Poyaisê serîlêdan kiribûn.  Di Îlona 1822’an û Rêbendana 1923’an de, 2 keştiyên ku 250 rêwî tê de bûn bi xeyala giravê bi rê ketin.  Rêwîtiya 2 mehan bi dîtina kavilan qediya. Ji xeynî vê tiştekî din li wir tune bû.

Welatekî bi navê Poyais tune bû. Rêwî hatibûn anîn perava Hondurasê. Ji 3 paran yekê rêwiyan dê sax bimaya û ji wir jî dê siwarî keştiyê bihatina kirin û bibirana Belîzê… Stola Brîtanyayê 5 keştiyên din dîsa hatin şandin Skoçyayê. MacGregor jî reviya Fransayê.

MacGregor li vir jî xebatên xwe yên propagandayê domandin. Di nava 3-4 mehan de veberhênan û rêwiyên nû dîtin. Lê di xebatên pasaportê de Fransî ji Îngilîzan zêdetir baldar bûn. Welatekî ku navê wî nayê zanîn û ji bo çuyinê ewqas serî lê hatiye dayîn bala rayedarên Fransî kişandibû.  Ji bo li ser vê mijarê lêkolînê bikin, komîsyonek hatibû avakirin.

MacGregor hat girtin. Demeke kurt li Edînburghê ma, ji ber xezeba mexdûrên sextekariyê ji wir jî reviya. Di sala 1845’an de li paytextê Venezuelayê Caracasê jiyana xwe ji dest da.

– Menazîr Aslan / BBC Future

Şîrove Bike