Yek ji çiyayên herî çalak ê agirîn çiyayê Ki-laueayê ye. Ki-lauea ji sala 1983’an û vir ve her tim lawan dipijîqîne. Û her sal 2 mîlyon kes ji bo vê pêşaniyê temaşe bikin diçin Parka Neteweyî ya Çiyayên Agirîn ên Hawaiiyê. Herwiha lêkolîner dibêjin ev pijiqîn xweşik e lêbelê xapînok e. Niha çiyayê agirîn wekî berê hêdî hedî der nabe û bi awayekî talûke û bi carekê diteqe.
Dibe ku çiyayê Kilaueayê bibe sedama mirinan. Niştecihên giravê di wê hişmendiyê de ne û bi vê yekê dizanin. Herî dawî di teqîna herî mezin a sala 1970î de herî kêm 80 leşkerên ku diçûn şer ji ber agir û xweliya ku çiyayê agirîn pijiqand miribûn.
Zanyarên li Çavdêrxaneya Çiyayê Agirîn Hawaiyê yên ku ji Lijneya Lêkolînkirina Jeolojiyê ya Amerîkayê ne, bi pey ketine ku dê teqînek din kengî çêbibe û ji bo nîşanekê bidest bixin vî çiyayê agirîn ji nêz ve dişopînin.
Çavkanî: Kovara Zanko
Şîroveyek
Pingback: XWEŞTIRÎN ÇIYAYÊN AGIRÎN LI KU DERÊ NE? – National Geographic Kurdî