PIŞTÎ QEDEXEYA KOLANAN DÎMENÊN JI CIZÎRA BOTAN

Piştî dorpêçkirina Cizîr dîmenên dawî yên ji bajêr.

Li Cizîra Botan ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve ji bo 8 rojan derketina kolanan hatibû qedexekirin. Ji ber şer û pevçûnên li bajêr tu kes nediwêrî derkeve derve û herwiha yên ku derdiketin jî ji aliyê nîşangeran ve dihatin kuştin.

Li ser gelek bang û çalakiyan qedexeya derketina kolanan rabû. Lêbelê qedexe, şer û pevçûn li dû xwe dîmenên dilsoj anîn.

Li gor agahiyên ewil li Cizîra Botan qasî 23 sivîl hatine kuştin. Ev hejmar ji aliyê hevseroka partiya HDP’ê Selahattin Demirtaş ve hate dayîn. Li aliyê din serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji bo wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane gotibû ‘ne sivîl in’. 

Jiyana li bajêr hêdî hêdî ber bi asayîbûnê ve diçe. Cinazeyên ku li malê hatibûn veşartin niha ji bo definkirinê bi rê dikevin. 

Va ye dîmenên ku ji aliyê DHA û AA’yê ve hatine girtin hûrgiliya şerê li Cizîrê tîne ber çavan. 

Şîrove Bike