“Ziwatirîn devera li cîhanê” li 750 kîlomîtro bakurê paytextê Şîliyê Santiagoyê çalistana Atacamayê ye. Devera xarûmar ji nişka ve bi kûlilkan tîji bû. Ew bûyer wek "Desierto Jlorido" ango “çolistana gulistan” tê binavkirin û her 5 an jî 7 salan carekê pêk tê. Lêbelê îsal bêhtir rengîntir û tîjîtir bûye.

Çolistana Berê Niha Bûye Gulistan!

Wêne: Mario Ruiz / Nivîs: Michael Greshko

Çolistana Atacamayê ya ku li cîhanê devera herî ziwa tê zanîn bi baranên nişkavî bû gulistan. Li ser axa bêkêr ya çolistanê kûlilk vebûn. Li çolistanê her çiqas di navbera 5 û 7 salan de kûlilk vebin jî îsal cudahiyeke ecêb pêk hat.

Sedema gul û gulistanê jî ava bi navê El Niño ye ku li nêzî peravên Şiliyê cih digire û pir germ e. Ev av îsal zûtir bû baran û li herêmê bi awayekî gij bariya. Ji ber barana gij li gelek deveran lehî (lêmişt) rabû û piştî çend salan ew xirabî bû qenciya vê çolistanê. Li Atacamayê kûlilk vebûn.

Li herêma Hitascoya Çolistana Atacamayê jî kûlilk vebûn. Baranên nişkavî yên ku di demsala payiz û biharê de tê li Şîliyê bariyan û ev jî bû festîvala kûlilkvebûnê.

Bi saya ku kûllilk vebûn ji bo perperok û ajalên din yên polenê, wek moz û mêş deriyekî xêr û bereketê vebû.

Zilamekî di nav kûlilkên nişkavî yên Atacamayê de. Li ziwatirîn devera cîhanê her çiqas mirov nikaribe behsa jiyanê bike jî li vê çolistanê jî qasî 1900 cure ajal û riwek hene. Zêdetirîn ew cure jî li vê deverê bêhtir dereke din najîn.

Riwekin li Atacamayê ji sala 1997’an ve heta niha cara ewil e ewqas kûlilk vekirin. Him gulistana sala 1997’an him jî ya niha bi saya baranên El Niñoyê ne.

National Geographic Kurdî / Wêne: Mario Ruiz / EPA

Şîrove Bike