ŞEWBA VÎRÛSA KORONAYÊ

ŞEWBA VÎRÛSA KORONAYÊ

NEXWEŞIYA PANDEMÎK A SERDEMA NÛJEN

Vîrûsa bi navê SARS-CoV-2 vîrûseke RNA’yê û ji malbata vîrûsên koronayê a Coronaviridae ye. Wek nexweşî vîrûs bi COVID-19ê tê binavkirin. Nexweşiya vîrûsa koronayê berbilav e. Vîrûs cûreyeke nêzî vîrûsa SARS-CoV’ê ye. SARS di navbera salên 2002 û 2004an de bûbû sedema Sendroma Bêhnstînê ya Akûta Tund. (Sendroma Henaseyê ya Akûta Tund). Wekî SARS-CoV’ê, vîrûsa nû ya koronayê jî êrîşî pergala nefesê dike.

Hemû agahiyên zanistî yên derbarê Covid-19’ê de;

NEXWEŞIYA SARS-CoV-2

 

  • Nav:COVID-19
  • Rewş:Pandemîk
  • Leza Zêdebûna Vîrûsê (R0):4~3.9 (qatjimêr)
  • Îhtimala Neşxweşketinê: %2~45
  • Giraniya Nexweşiyê: %3~21
  • Rêjeya Kuştinê: %0~19

AGAHIYÊN VÎRÛSÊ

  • Nav:SARS-CoV-2
  • Mezinahî:60-140 nanomîtro
  • Famîlya:Coronaviridae (Vîrûsên koronayê)
  • Cûre:Betacoronavirus
  • Cûreya Jêrtir:Sarbecovirus
  • Belavker:Şevşevok an jî pangolîn

Nîşaneya Nexweşiyê

  • Agirê laş
  • Kuxîn
  • Bêhnçikîn

Nîşaneyên Din

  • Bêhalî
  • Giraniya Laş
  • Balxam
  • Serêşî
  • Tifa bixwîn
  • Virikîbûn/emelîbûn
  • Êşa qiriqê

Bergirî

  • Zêde nêzîkî hev nebin
  • Xwe heta demekê îzole bikin
  • Destê xwe heta 20 saniyeyan bi sabûnê bişon
  • Destê xwe nebin ber dev, poz û çavên xwe
  • Paqijiya cihên daîmî bikin
  • Dema hûn bêhnijîn an jî kuxiyan destmalê bidin ber devê xwe
  • Ger û geştan betal bikin, karantîniya şexsî bikin
  • Xwarinên nepijiyayî nexwin

Pênasîn

  • Testa rRT-PCR

Derman

  • Derman û derzî nîne
  • Dermanên semptomatîk

HIN AGAHIYÊN DERBARÊ BELAVBÛNA VÎRÛSA KORONAYÊ DE

Nivîs:  Barış Özdemir

Nexşeya Belavbûna Vîrûsa Koronayê © National Geographic

Ji me hemûyan re gotin dema hûn bikuxin an jî bêhnijîn bi navmilê xwe dev û pozê xwe bigirin û ji mirovên din dûr bisekinin. Lê kesên ku bi wan re COVÎD-19 heye gelo bi bêhnstandin û axaftinê dikarin vê nexweşiyê derbasî kesên din bikin? An jî bi gotineke din; gelo vîrûs bi hewayê belav dibe an na?

Hefteya borî ev mesele gelek hat axaftin. Lê ev pirseke tevlihev e. Bersiva vê pirsê jî li gorî kesên ku hûn ji wan dipirsin diguhere.

Dema yekî nexweş bikuxe an jî bipişke, dilopên mezin di hewayê de dimînin û kî nêzîk be diçin pê ve dizeliqin. (Gelek caran heta mîtroyekê dikarin biçin lê carnan dikarin xwe bigihînin cihên dûr jî).

Ji van re dibêjin dilopên ku dibin sedema bêhnstandinê û pispor dibêjin gelek meriv bi vî awayî bi nexweşiya COVID-19ê dikevin.

Ev dilop bi taybetî jî yên mezin (dilopên ji 5 mîkromîtroyê mezintir) nikarin xwe bigihînin cihên dûr û nikarin li hewayê zêde bimînin.

Lê çend cureyên van dilopan hene. Dilopên ku zehf biçûk in, him bi kuxik û bêhnijînê him jî bi bêhnstandin û dayînê jî derbasî yekî din dibin. Ji van re dibêjin; biyoaerosol û ev him dikarin xwe bigihînin cihên dûr him jî dikarin demeke dirêj li hewa bimînin.

Lê gelo ji van biyoaerosolan COVID-19 derbasî mirovan dibe an na?

Bersiva vê pirsê ji bo xebatkarên tendursitiyê û mirovên ku li derdora nexweşan dixebitin pir girîng e. Lewma lêkolîner jî ketine pey bersiva vê pirsê.

Yek ji rêbaza tespîtkirina vê yekê ev e: Divê ji hewaya cihekî ku ev nexweşî lê heye mînak bên girtin û piştre werin kontrolkirin ka tê de perçeyên RNA’yê yên vîrûsê hene an na? Di gotarekê de ku hêj nehatiye weşandin lêkolîneran ji hewa û erdê odeyên ku nexweşên COVID-19ê lê dimînin, mînak girtine. Di lêkolînan de dîtine ku di nav wan de perçeyên SARS-CoV-2yê hene.

Lêbelê di xebateke din a weşana Infection Control & Hospital Epidemiologyê de deh santîm dûrî erzinga nexweşan ji hewayê mînak hatine girtin û di wan mînakan de tu vîrûs derneketiye. Divê ev yek jî were gotin ku di vê gotarê de tenê li ser 8 mînakan lêkolîn hatine kirin.

Mirov bi Bêhnstandin an jî bi Axaftinê bi Nexweşiya COVID-19ê Dikeve an na?

Wateya van tiştan çi ye? Lijneya Lêkolînê ya Netewî ya Emerîkayê hefteya borî ji rayedarên hikûmetê re got; dibe ku ev vîrûs bi riya biyoaerosolê evqas zû belav dibe.

Endamê Lijneya Daîmî ya Gefên li ser Tenduristiyê yên Sedsala 21. û Nexweşiya Şewbên ku Nû Peyda Dibin Harvey V. Fineberg di nameya xwe de wiha got: Lêkolînên di destê me de nîşan didin ku dema nexweş bêhn didin, hewaya ku ji devê wan derdikeve dibe sedema peydabûna biyoaerosolan û SARS-CoV-2 jî ji ber van biyoaerosolan belav dibe.

Lê piştre tê gotin divê mirov dîsa jî bi baldarî li van encamên ku heta niha hatine bidestxistin binêre.

Virûsên Koronayê

Di piraniya xebatan de ku behsa wan hat kirin, vîrûsên nexweşiyên berê yên wekî SARS û şewbê hatine bikaranîn. Dibe ku encama van nexweşiyan ne wekî ya COVID-19ê be. Her wiha dema di xebatekê de di hewayê de RNA’ya vîrûsê were tespîtkirin, ev nayê wê wateyê ku ev RNA wê teqez bibe sedema nexweşiyê. Lewra dibe ku RNA’ya di wê hewayê de kêm be û ji bo belavkirina nexweşiyê têrê neke.

Lê Finerberg vê yêkê jî dibêje; Heke di hewa û aerosolan de RNA’ya vîrûsê hebe, îhtimal pir zêde ye ku vîrûs bi vî awayî belav bibe û bibe sedema nexweşketina mirovan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ji bo vê mijarê daxuyanî da got; heta niha em nizanin ka ji xeynî rewşên taybet mirovek ji ber biyoaerosolên di hewayê de bi COVID-19ê ketiye an na.

Rêxistin derbarê vê meseleyê de dibêje; ji bo ku were tespîtkirin ka ev nexweşî bi hewayê belav dibe an na, divê cih û şert û mercên hewce werin avakirin û kiryarên ku dibin sedema peydabûna aerosolan werin pêk anîn.

Ji bo vê çend tiştên hewce hene û yek ji wan jî divê nexweşeke/î ku bi respîratorê ve girêdayî ye jê bê derxistin.

Gelo mirov dikare vîrûsa COVID-19ê di hewayê de tespît bike? Heta niha di hin nivîsên zanistî de derbarê vê mijarê de hin dane hatin parvekirin. Ji ber vê di hin nûçeyan de hat îdiakirin ku vîrûs ji hewayê jî belav dibe. Lê divê mirov van nivîsên zanistî bi baldarî binirxîne. 

Niha krîzeke wisa heye ku rewş her tim diguhere. Di pêvajoyên wiha de ya baş ew e ku mirov guh bide pêşniyarên saziyên mîna RTC’ê. Her wiha lêkolîn hêj dewam dikin lê ev nayê wê maneyê ku em bikevin nav tirs û xofê.

Ji bo xweparastinê tiştê herî baş ew e ku mirov zêde nêzîkî kesên din nebe û xwe îzole bike.

Jixwe ji bo xebatkarên tenduristiyê ku rewşa wan zehmettir e, tê pêşniyazkirin ku maskeyê bidin ber devê xwe.

Tiştê herî baş ku mirov bike; divê çiqas ji dest were li malê bimîne, agahdariyên nû bişopîne û hay ji hev hebe.

Heke Bêhn Neyê Pozê We û Tehma Xwarin û Vexwarinan Nemabe, Dibe ku bi We re Vîrûs Hebe

Li gorî daneyên rînologên (pisporên nexweşiyên pozan) pêşeng ên Brîtanyayê, heke belasebeb bêhn neçe pozê mirovekî, nîşaneyên din ên vîrûsê pê re tunebin jî dibe ku ew mirov bi vîrûsê ketibe.

Li gorî rapora pisporên qirik, poz û guhan; ji sê paran parekê nexweşên koronayê yên li Koreya Başûr, Çîn û Îtalyayê gotin ku dema bi nexweşiyê ketine bêhna tu tiştî nestandine. Profesora Komeleya Rînolojiyê ya Îngilîz Clare Hopkins û serokê Komeleya Otorînolarengolojiyê yê Îngîlîz Nirman Kumar di danezana hevpar de wiha gotin:

Li gorî welatên din li Koreya Başûr zêdetir test hatin kirin û li welêt, ji sedî 30yê nexweşên ku encama testên wan pozîtîf bû an jî bi gotineke din semptoma sereke ya nexweşên ku nexweşiya wan ne giran bû, anosmî bû.

Li gorî profesoran semptoma sereke ya nexweşên vîrûsa koronayê yên li çar aliyên cîhanê ne kuxik û kela bedena mirov e. Ew dibêjin semptoma sereke ew e ku mirov dema nexweş dikeve bêhna tu tiştî nayê pozê wî/ê û tehma xwarin û vexwarinan namîne. Di danezana hevpar de wiha tê gotin:

Hejmara nexweşên ku ji xeynî semptoma anosmiyê tu semptomên wan ên din tune ne, pir zû zêde dibe. Hevkarên me yên li Îranê jî wekî yên li Emerîka, Fransa û li Bakurê Îtalyayê ji me re gotin; hejmara nexweşên ku semptoma anosmiyê pê re hene ji nişka ve zêde bûye.

“Dema semptomên din tunebin, gelek caran testên nexweşan nayên kirin û ew kes nakevin karantînayê. Bi vî awayî ev nexweşî li hemû cîhanê hêsantir belav dibe.”

Û wiha pê de çûn; dibe ku heta niha ev nexweşî ji ber veguhezêrên nediyar ku nexweşiya COVID-19ê bi wan re heye, evqas zû belav bû.

Dibe ku bi Ciwanan re Semptomên Sereke yên Vîrûsa Koronayê Tunebin!

Profesor Kumar hevpeyvînek da Sky Newsê û got; Dibe ku semptomên sereke yên wekî kuxik û kela bedenê bi ciwanan re tunebin û dibe ku dema ew nexweş bikevin tehma xwarin û vexwarinan nemîne û bêhn neçe pozê wan:

Ciwan dema nexweş dikevin nakuxin û kela bedena wan jî zêde nabe. Lê dibe ku dema ew nexweş bikevin tenê tehma devê wan nemîne û bêhn neçe pozê wan. Ev yek jî nîşan dide ku vîrûs di pozê mirovan de bi cih dibe.

Profesor dibêjin kesên ku tehma devê wan nemaye û bêhn naçe pozê wan, ji bo ku nexweşiyê zêdetir belav nekin divê 7 rojan xwe îzole bikin.

Jêderk: ScienceAlert

COVID-19 DIBE KU JI BERÊ VE BI ÎNSANAN RE HEBE

Nivîs:  Ridwan Xelîl

COVID-19a ku li tevahiya cîhanê geriya; li aliyekî mirovan dixe nav tecrîdê, dibe sedema tirs û tayê, li aliyê din jî zanyar ji bo çavkaniya SARS-CoV-2yê bibînin bi hev re ketine nav pêşbaziyekê.

Hêj em negihabin hemû bersivan jî -di nav van de îdiaya ku vîrûs li bazara heywanan belav bûye heye- li gorî analîzeke nû, teorîya ku “ev nexweşiyeke laboratuwarê ye” bi dawî dibe.

Xebat li ser çavkaniya vîrûsa koronayê hin îhtimalên balkêş jî tîne bîra mirovan. Li gorî senaryoyeke ji wan, ev vîrûs beriya ku bibe şewb demeke dûvdirêj di nav mirovan de geriyaye.

Li gorî xebata komeke ji zanyarên ji DYE[1], Brîtanya û Awistralyayê; “Xizmên SARS-CoV-2yê di nav mirovan de geriyane û nehatine tespîtkirin. Piştî adaptasyonê taybetmendiyên nû yên genomî bi dest xistine.”

Zanyar û vîrûsnas June Almeida di sala 1963an de li Toronyoya Kanadayê, di Enstîtûya Pençeşêrê ya Ontarioyê de mîkroskopeke elektron bi rê ve dibe. Almeida piştî salekê vîrûsa koronayê dît. Vîrûsnas Almeida yekem kese e ku vîrûsa koronayê bi teknîka mîkroskopê kifş kiriye. © Getty

Gava adabtasyon pêk tê dibe sedema şewbê, belav dibe û di nav komên însanan de cihê xwe digire.

Lêkolînerên ku daneyên genomî yên ji SARS-CoV-2 û yên wek wê dane hev û analîz kirine dibêjin; qada bihevbûnê ya reseptoran (RBD)[2] ên di nav proteînên strî yên SARS-CoV-2yê de bi awayekî baş bi xaneyên mirovan ve dizeliqin û dibêjin ew yek jî tenê bi awayekî siruştî ango bi adabtasyonê pêkan e.

Ji lêkolîneran profesor Kristian Andersenê ku di Scripps Researchê de dixebite wiha dibêje: Dema em rêzebûna genomên vîrûsên koronayê yên tên zanîn didin ber hev, em dikarin bi rehetî bibêjin pêvajoya derketina SARS-CoV-2yê siruştî ye.

2 taybetmendiyên vîrûsê hene; guhertoyên di beşa qada proteînên strî (RBD) û bingeha proteînê ya resen de nîşan didin ku ne pêkan e SARS-CoV-2 di laboratuwaran de hatibe çêkirin.

Ligel pûçbûna îhtimala wek -vîrûs ji ber cerbeke şaş a li laboratuwarê derketiye- lêkolîner li ser 2 hîpotezan disekinin.

Hîpoteza yekem; Her çiqas di ajalan de vîrûsên koronayê yên malbata SARS-CoV-2yê nehatibin dîtin jî hin xizmên wan hatine tespîtkirin. Bi taybetî tê zanîn di hin cureyên şevşevok û pangolînan de cureyên vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin.

Hîpoteza duyem; Piştî ku ji ajalekî hatiye girtin vîrûs di laşê mirovan de mutasyoneke seleksiyona siruştî derbas kiriye. Ango lêkolîner dibêjin -heta ku veguhere- dibe ku vîrûs ji berê ve di laşê însanan de hebûye.

“Piştre bi salan an dehsalan guheriye û wek encama peresînê di dawîyê de vîrûsê hêzeke mezin a belavbûna di navbera mirovan de û nexweşkirinê bi dest xistiye.”

Li ber destê zanyar û lêkolîneran her du hîpotez hene û ew jî dibêjin ‘wê dem û daneyên zanistî nîşan bidin bê ka kîjan rast e.’

Ev agahî ji Nature Medicineyê hatine girtin.

 

[1] DYE – Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê

[2] RBD – Receptor-Binding Domain (Qadên Bihevbûna Resaptoran)

Parzemîn Solutions 

3 şîrove

  1. Mal ava
    Ji no keda we spasî

  2. SEAT XWEŞ
    kar û xebatên we gelekî serkeftî ne

  3. Moustafa Hannan

    Ked û karê we pîroz û cihê rêz û hurmetê ye, bi rastî mijarin zor zor xweşik û giring in, ez berdewamiyê ji kar û xebata we re dixwazim .
    Silav û rêz.?????

Şîrove Bike