Nivîs: | Ridwan Xelîl |
COVID-19a ku li tevahiya cîhanê geriya; li aliyekî mirovan dixe nav tecrîdê, dibe sedema tirs û tayê, li aliyê din jî zanyar ji bo çavkaniya SARS-CoV-2yê bibînin bi hev re ketine nav pêşbaziyekê.
Hêj em negihabin hemû bersivan jî -di nav van de îdiaya ku vîrûs li bazara heywanan belav bûye heye- li gorî analîzeke nû, teorîya ku “ev nexweşiyeke laboratuwarê ye” bi dawî dibe.
Xebat li ser çavkaniya vîrûsa koronayê hin îhtimalên balkêş jî tîne bîra mirovan. Li gorî senaryoyeke ji wan, ev vîrûs beriya ku bibe şewb demeke dûvdirêj di nav mirovan de geriyaye.
Li gorî xebata komeke ji zanyarên ji DYE[1], Brîtanya û Awistralyayê; “Xizmên SARS-CoV-2yê di nav mirovan de geriyane û nehatine tespîtkirin. Piştî adaptasyonê taybetmendiyên nû yên genomî bi dest xistine.”

Gava adabtasyon pêk tê dibe sedema şewbê, belav dibe û di nav komên însanan de cihê xwe digire.
Lêkolînerên ku daneyên genomî yên ji SARS-CoV-2 û yên wek wê dane hev û analîz kirine dibêjin; qada bihevbûnê ya reseptoran (RBD)[2] ên di nav proteînên strî yên SARS-CoV-2yê de bi awayekî baş bi xaneyên mirovan ve dizeliqin û dibêjin ew yek jî tenê bi awayekî siruştî ango bi adabtasyonê pêkan e.
Ji lêkolîneran profesor Kristian Andersenê ku di Scripps Researchê de dixebite wiha dibêje: Dema em rêzebûna genomên vîrûsên koronayê yên tên zanîn didin ber hev, em dikarin bi rehetî bibêjin pêvajoya derketina SARS-CoV-2yê siruştî ye.
2 taybetmendiyên vîrûsê hene; guhertoyên di beşa qada proteînên strî (RBD) û bingeha proteînê ya resen de nîşan didin ku ne pêkan e SARS-CoV-2 di laboratuwaran de hatibe çêkirin.
Ligel pûçbûna îhtimala wek -vîrûs ji ber cerbeke şaş a li laboratuwarê derketiye- lêkolîner li ser 2 hîpotezan disekinin.
Hîpoteza yekem; Her çiqas di ajalan de vîrûsên koronayê yên malbata SARS-CoV-2yê nehatibin dîtin jî hin xizmên wan hatine tespîtkirin. Bi taybetî tê zanîn di hin cureyên şevşevok û pangolînan de cureyên vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin.
Hîpoteza duyem; Piştî ku ji ajalekî hatiye girtin vîrûs di laşê mirovan de mutasyoneke seleksiyona siruştî derbas kiriye. Ango lêkolîner dibêjin -heta ku veguhere- dibe ku vîrûs ji berê ve di laşê însanan de hebûye.
“Piştre bi salan an dehsalan guheriye û wek encama peresînê di dawîyê de vîrûsê hêzeke mezin a belavbûna di navbera mirovan de û nexweşkirinê bi dest xistiye.”
Li ber destê zanyar û lêkolîneran her du hîpotez hene û ew jî dibêjin ‘wê dem û daneyên zanistî nîşan bidin bê ka kîjan rast e.’
Ev agahî ji Nature Medicineyê hatine girtin.
[1] DYE – Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê
[2] RBD – Receptor-Binding Domain (Qadên Bihevbûna Resaptoran)
Parzemîn Solutions