DAHÛRANIYA BIYOGAZÊ

Em ê dîsa berê xwe bidin Çînê. Lêbelê em ê vê carê li ser tiştên ku tên avêtin lê cardin bi veguherandinê bi kêr tên, bisekinin. Çîn vejena[1] xwenûkirî çê dike: Biyogaz!

ENERJIYÊN XWENÛKIRÎ

Gerstêrka me bi taybetî derheqê mijara çavkaniyên siruştî de mirovan dixe fikarê lewra çavkaniyên siruştî ji heyameke dijwar derbas dibe. Di heman demê de, di heyama li pêş me de fersendên bêhempa hene. Hilberîna vejena xwenûkirî wek teknolojiyeke nû li gelek welatan bû beşeke veberhênanê. Çîn yek ji van welatan e ku lê herî zêde ji bo beşa vejena xwenûkirî veberhênan tê kirin. Li Çînê her tişt tê veguhertin û her ku diçe bikaranîna vejenên alternatîf zêdetir dibe.

BIYOGAZ ÇI YE

RV_biogas-plant-580x385

Biyogaz; vejena gazê ya ku bi tiştên kêrnehatî yên organîk ango tiştên ku tên avêtin çêdibe. Di cihekî bêoksîjen de, madeyên organîk vediguherînin bo

karbondîoksît û gaza metanê û vê gazê çê dikin. Di çêkirina biyogazê de madeya sereke bermayiyên nebatî an jî sergîn û zibilên heywanan e.

Sergînên heywanan yên ku ducarî[2] fermantasyonê dibin ango dimeyin[3], dema ku vediguherin biyogazê bêtir kêr tên. Ji ber vê kêrhatinê ye ku ev sergîn di dinyayê de, di çêkirina biyogazê de materyal û keresteya sereke ye. Her wiha ji çêrta[4] mirîşkan jî biyogaz tê çêkirin ku ev biyogaz pir bi xêr û bereket e. Zîrça[5] mirîşkan ji ber ku xwêya di  nav axê de zêde dike, ji bo zêdekirina berê nayê bikaranîn. Lêbelê wexta ku vediguhere bo biyogazê, kêr tê.

ÇÊKIRINA BIYOGAZÊ

Di çêkirina biyogazê de zibilên heywanan, bermayiyên organîk û endustrîal tên bikaranîn.  Di zibilên heywanan de him tiştên ku ji heywandariyê tên bidestxistin him jî zibil û zîrça heywanan bi kêr tên. Avêtiyên organîk (nebatî) ji giya û bermayiyên xwarinê pêk tên. Avêtiyên endustrîal jî ji kaxiz, çerm, tekstîl, rûn, dar û ber û hwd. pêk tên.

Biyogaz, ji avêtiyên çandinî jî, ji avêtiyên endustrîal jî çêdibe.

FABRÎKAYA KU BI PEYNÊ[6] DIXEBITE

biogas_plant

Çîn yek ji welatên ku herî qirêj dike tê dîtin. Çîn di dinyayê de welatê mezin ê duyemîn e ku gazên karbonê belav dike. Lê Çîn diguhere û berê xwe dide vejena xwenûkirî. Ji van vejenan yek jî biyogaz e. Fermantasyona pîsiyan gaza metanê çêdike. Metan jî dema ku dişewite vediguhere vejenê. Vaye ev jî dibe biyogaz, ku roj bi roj li Çînê zêde dibe.

Li Çînê fabrîkayên ku bi biyogazê dixebitin jî hene. Biyogaza welêt zêdetir ji peyn, rêx, zîrç û bişkulên heywanan ango avêtiyên heywanan çêdibe. Bi taybetî pîsiyên ku ji çewlîkên[7] berazan tên di tankan de tên berhevkirin.

Ne tenê rêx, pişkul û zîrça heywanan, di heman demê de pîsiyên gundiyan jî li tankên ku hejmara wan bi milyonan in bar dikin û berhev dikin. Bi zibil û pîsiyan vejen tê çêkirin û ev vejen wek ceyran li gundan tê belavkirin. Gundî zivistana xwe ber vê vejenê germ dikin. Li Çînê karbon zêdetir tê bikaranîn. Biyogaz berevajiyê karbonê ye û rêjeya gaza karbonîk ya atmosferê zêde nake.

Ev teknolojî îro li hemberî pirsgirêkên ekolojiyê, dibe ku weke mucîzeyeke biçûk bê dîtin. Hin herêm êzingan dişewitînin û xwe li ber germ dikin. Ji ber vê li wan herêman koka daristanan li ber qelandine ye. Lê biyogaz hêdî hêdî dikeve şûna êzingan.

Îro 25 milyon Çînî biyogazê bi kar tîne. Lê vê gavê enerjiya ku ji biyogazê çê dibe, ji sedî yekê enerjiya ku tê xebitandin e. Armanca zanyaran a nû jî ew e ku biyogazê bikin sotemeniya wesayîtan. 

 Jêder: Kovara Zanko

[1] Vejen – enerjî.

[2] Ducarî – dubere, du caran.

[3] Meyîn – cemisîn, givîn.

[4] Çêrt – zîrç, zilq, pîsîtiya çûk û mirîşkan.

[5] Çêrt – zîrç, zilq, pîsîtiya çûk û mirîşkan.

[6] Peyn – zibil, sergîn, gubre. EN: fertilizer.

[7] Çewlîk – bane, cihên ku heywan tê xwedîkirin.

Şîroveyek

  1. Dembaş
    Silavek ji Kurdên Xorasanê ji bo kedkarên `National Geographicê kurdî` re
    Sipas ji mijarên we yên balkêş. Bi destûra we min ev mijar, kopî û li web a xwe zeliqand.

Şîrove Bike