DAIŞ’a ku li Nimrûda Iraqê, ji xezneyên çandî yên qadên parastî bi teqemeniyan tune dike, di dîmenan de derdikeve ber çavan.
Li Nimrûdê hilweşandina Qesra Kevnar, şerê DAIŞ’ê ya li dijî arkeolojiyê ya herî dawî ye. Lê gelo DAIŞ vî tiştî çima pêk tîne?
Vîdeoyeke kurt ku di 11’ê Avrêlê de di tora medyayî de hate weşandin, di demeke nêz de bû sernûçeyên navneteweyî û di hemû cîhanê de bû hedefa şarmezariyê.
DAXWAZA DAIŞ’Ê JÎ JIXWE EV BÛ
Di dîmena nêzî 7 deqîqeyî de tê dîtin ku Qesra Bakûr-rojava a li Nimrûdê tê parçe kirin û hilweşandin. Qesr, ji aliyê Qralê Asûriyan ê bi navê Asûrnasirpalê 2. Beriya Misilmantiyê di sedsela 9. de hatiye çêkirin.
Hat fahm kirin ku nûçeya ku derheqê k Qesra dîrokî de ku di serê meha Adarê de bi dozeran hatiye parçe kirin ne raste. Li gor pisporên ku daxuyanî dan National Geographic’ê, di dîmenan de ku hatin tomar tiştên ku tên kirin ixtîmaleke mezin di nava meha Adarê an jî serê meha Avrêlê pêk hatine.
Cihadîstekî, beriya ku qesr bi teqemeniyan bê tune kirin bi kamerayê digirie û dibêje “ Dema ku em kontrola xakekê bi dest dixin, em sembolên pirxwedayî tune dikin û yekxwedayitiyê belav dikin. “
Christopher Jonesa ku li Zanîngeha Columbiayê lisansa bilind dike, di malpera civakî ya bi navê Gates of Nineveh’ê de (Deriyên Nînovayê) xesara ku DAIŞ li qadên parastî dike derdixîne holê. Christoper dide zanîn ku DAIŞ ji bo berhemên ku tune dike dibêje “ em gunehên şîrîkê tune dikin û Hezretî Îbrehîm û Hezretî Mihammed jî di nav de em mîratgirên rasteqîn ê kesên puta tune dikin e” û dixwazin rawetiya xwe pêk bînin.
Di vîdeoyê de tê dîtin ku DAIŞ li bajarê Nimrûda Antîk, bermayiyan bi balyoz, buldozer û teqemeniyan tune dike.
DAIŞ’ê bi tenê ne li dijî berhemên Beriya Îslamê yên li Nimrûdê, li dijî hin berhemên Îslamî jî tundiyê pêk tîne û hemû mîrata îslamî jî hedef digire. Cihên ji bo Êzidî, Kurd û Fileyan pîroz e jî ji vê hovîtiya DAIŞ’ê para xwe distîne.
Ji xeynî vê Michael Dantiyê ku li Dibistanên Emerîka yê bi navê Lêkolîna Rojhilat û Mîrata Însiyatîfa Suriye nûnertiyê dike û li Zanîngeha Bostonê Mamosteyê Arjkeolojiyê ye ragihand ku; Qadên çandî û dîrokî yên parastî ku DAIŞ wan ji holê radike, cihên bo mezhebên îslamê yên şîa û bi baweriya sofî re jî têkildar e. Însiyatîfa ku bi Wezarata Derve ya Emerîkayê re hevkariyê dike û heta niha tespît kir ku li bakurê Iraqê nêzî 80 qadên SIT bi qestî hatine hilweşandin û ji holê rakirin.
Danti dibêje; “ Armanca DAIŞ’ê eve ku di navbera mezheban de rageşiyê pevçûnê zêdetir bike. “ Û her wiha dijmin û hedefên wan ê sereke jî her kesên ku ne selefî ne. Piştre jî di hedefa wan de mîratên beriya îslamê hene.
Jones bal kişand li ser van vîdyoyan ku cihadîst gava Nimrûdê wêran di navbera xwe de bi erebî dipeyivin û car bi car Qur’anê dixwînin. Jones dibêje; ev dîmen bo gelê herêmê hatiye girtin, heke bo civaka navneteweyî bihata girtindê mîlîtanên DAIŞ’ê ku gelek ji wan bi zimanê biyanî dizanin, wê bi îngilîzî biaxiviyan.
DAIŞ ÇIMA HEZ JI ARKEOLOJIYAN NAKE?
DAIŞ ji bo ku “dîndariya” xwe nîşan bide berê xwe dide xirakirina berhemên çandî û ev yek jî di nav gelê deverî de dabeşbûnê dide destpêkirin. Herwiha rêxistin bi çavekî ku arkeolojî neteweparêziya Iraqê derdixe û ew ji derwelêt hatiye anîn dinêre ku êrîş dibe ser. Di nav wan armancan de tevlîkirina gelên nûjen yên Rojhilata Navîn û hemû alema Îslamê ya bo xîlafetê jî heye.
Dabiq weşana online ya DAIŞ’ê ye û li ser xirakirina mûzexaneya Musilê nivîsekê nivîsandiye û ew jî mebesta wan eşkere derdixe holê; “Kafiran wan peyker û berhemên antîk derxistine û dixwazin misilmanên li Iraqê bidin zorê ku ji vê rûmetê hildin”.
Li gor DAIŞ’ê hemû qadên ku beriya Îslamiyetê hatine avakirin “Kesên bê baweriya Xwedê û Qasîdê wî” temsîl dike. Divê ew bîrdarî werin xirakirin û neyên derxistin û neyên restorekirin. Beravajî vê yekê divê gel “jê aciz bibe û ji wan dûr bisekîne”.
Xirakirina deverên parastî yên arkeolojîk bi kêrî DAIŞ’ê jî tê û ew ji aliyê gel zêde nayê qebûlkirin. Di gotarê de xirakirin û tarûmarkirina wan wek “Qehremaniya bo Xwedê” tê ravekirin.
Dantî dibêje ku DAIŞ’ê di xirakirina warên beriya Îslamiyetê xwe bi bertekên tund yên navneteweyî girê daye. DAIŞ wan hewlên xwe ji bo ku di pêşerojê de wiha bibêje, bikartîne “Belê ji bo xirakirina wan pîtên antîk ew bertek nîşan didin, ka qet bertekên xwe ji bo mizgeft û di mijarên de yên we nîşan didin?.
Dantî da zanîn ku piraniya warên çandî yên ku DAIŞ êrîş dibe ser di serdema Îslamiyetê de jî hebûn û got “divê di vê mijarê de mirov bi rastî baldar bibe”. Û diyar kir “Em naxwazin bibin navgîna propagandayên wan”.
ARMANC EV E KU BALÊ BIKÎŞÎNIN DEREKE DIN
Li gor Dantî dibe ku vîdyoya di 11’ê Nîsanê de hatiye weşandin derbarê pevçûnên li Iraqê de geşedanên nû derxîne holê. Herwiha da dûpat kir ku ji ber ku DAIŞ li Tikrîtê têk çû piştre berê xwe da xirakirina Nîmrûdê.
Herwiha dibe ku DAIŞ vê bûyerê li ser lihevnekirina stratejiya şer ya koalîsyona Emerîkayê tesîr bike bi kar tîne. Hikûmeta Iraqê dixwaze têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ber bi parêzgeha Enbarê ya li rojava bibe, lêbelê kolaîsyon dixwaze bila ew zext ber bi Musilê ve bê birrin. Herwiha warê parastî Nimrûd jî li başûrê welêt e.
“Ku heke artêşa Iraqê bixwesta ber bi bakurê ve biçe, ev bi gotina DAIŞ’ê dê bibûya ‘Em ê her derê tarûmar bikin û em ê warên parastî li ber çavên we kavil bikin’. Dantî dibêje ev yek wêrektiyeke psîkopatî a “werin me bibin” e.
– Serdar Ozcan / Cûneyt Ewrareş (Kristin Romey)