Me dixwast ku em bibêjin “ Di vê dinyayê de pergaleke xebatê ya XP Wîndowsê hat û çû”. Lê mixabin, ji bo ku vê pergalê bihurandina xwe bi dawî nekiriye û hîn ji aliyê mîlyonan ve tê bikaranîn, em nikarine vê hevokê bilêv bikin. Di demek berî niha Mîcrosoftê jî diyar kir ku êdî vê pergalê temena xwe xelas kiriye û dê ji vê şûn ve jî nayê rojanekirin.
Mîcrosoft, her çiqas ku di vê biryara xwe de sekneke rasterast nişan bide jî pirsgirêka (boot up)ê ya ku di barkirina sêrî ya pergalên XPyê ku di rewşa niha de der dikeve holê, bû sedama ku fîrme hin pîneyên nû ango ya rastî rojanekirina dubare ya terîfkirina wîrusan bike.Mîcrosofta ku nirxandina giliyên di derbarê venebûna pergalê yên ku ji aliyê bikarhêneran ve hatine kir û pirsgirêk di demek kin de çareser kir. Di encamê de hat fêmkirin, a ku vekirina compîtiran asteng dike, ne “pergala kiryariya 12 salî” ye. Ji xeynî bernameya antî wîrus a bi navê “Mîcrosoft Securîty Essential”a ku belaş xizmet dida tu nînin.
Mîcrosoftê dema agahî stand, beralîkirineke nû ya MSEyê kir û di derbarê mijarê de daxuyaniyeke wiha kir: “Her çiqas ku pirsgirêka MSEyê, di Wîndows XP û Wîndows Servera ku li ser şuxilandina 2003an de tê xuyakirin, li gor encamên lêkolînên me, me dît ku pirsgirêk MSE bixwe ye. Pirsgirêka ku derket holê dibe ku pergalên kiryariyên din de jî bê xuyakirin.” Ji ber vê yekê pergale we heke çibe bila bibe, ger ku hûn wek antî wîrus MSEyê bikartînin e, em tewsiye dikin ku terîfkirinên wîrusan ên ku nû tên weşandin, di demek kin de daxînin.
Remezan Azad Badem – Riha