DÊ NEXŞEYA “HÊMANA TARΔ BÊ DERXISTIN

Zanyaran dest bi derxistina nexşeya Hêmana Tarî kir ku ev wek yek ji nepena herî mezin ya gerdûnê tê zanîn.

Amanca zanyarên asîmanê, ew e ku ji 8 parçeyên gerdûnê nexşeya parçeyekî derxînin. Herwiha heya niha nexşeya ji sedî 0,4’ê wê derxistine.

Nexşe bi dîmenên ewil yên teleskoba Victor Blanco ku 570 megapîksel e û li çavdêrxaneya Cerro Tololo ya Emerîkayê ku li çiyayên Andê yên ku li Şîliyê ye, hatiye amedekirin.

150414065112__82292528_darkmatterwithcutouts
[Wêne: BBC]
Koma Lêkolînê ya Navneteweyî ya Vejena Tarî ku ji 300 zanyarên 6 dewletan pêk tê, agahiyên ku bi dest xistin di civîna salane ya Koma Fizîkê ya Emerîkayê de pêşkeş kirin.

Ev lêkolîn di malpera lêkolînên zanyarî ya ArXivê de jî dê bê parvekirin.

Lêkolîneran ji bo nexşeyê derxînin; kemeraya dîjîtal a Victor Blanco ku ev wek a herî baş ya cîhanê tê pejirandin, bikaranîn. Zanyar cihê hêmana tarî bi saya ronahiya ku ji galaksiyên dûr ve tê û ronahiyên şikînandî, diyar dikin. Tê payîn ku ev xebat beriya niha bi 2 salan dest pê kiriye 3 salên din jî bidome.

Prof. Dr. Sarah Bridleyê ji beşa Astrofizîk ya Zanîngeha Manchesterê ye got, ”Armanca me ew e ku hêmana tarî ya nexuyakirî, bidin xuyakirin. Ev nexşe heya niha nexşeya herî bihurgilî ya hêmana tariyê ye.”

Hêmana tarî wek “tora nexuyayî” ya ku galaksiyan bi hev ve girê dide tê danasîn.

Zanyar plandikin ku gûherîna komên hêmanên tarî bi çavderiyê bişopînin û bi vî awayî jî sira vêjena tarî ku gerdûnê fireh dike, derxîne holê.

Tê texmînkirin ku ji sedî 68’ê gerdûnê ji vejena tarî, û ji sedî 27’ê wê ji hêmanên tarî û ji sedî 5’ê wê jî ji hêmanên asayî yên ku mirov pê dizanin pêk tê.

– Edîbe Boga (Jêder: BBC)

 

Şîrove Bike