Wezîfedarek ji navenda parastina Nyaru Mentengê bi erebokê çelikên orangutanan dibe qada şevînê. Orangutanên ku li xwezayê dijîn her şev ji bo ku razin li ser daran ji wan re hêlîn tê avakirin.
DEH WÊNEYÊN XWEŞIK JI ORANGUTANÊN SÊWÎ
August 25, 2015
Galerî, Giştî
Orangutanên ku tenê dijîn gelek jîr û zîrek in. Cureyekî taybet ê Asyayê ne. Lêbelê heke ev heyam wisa biçe êdî dê Asya jî ji wan kêm bibe. Li gor daneyên WWF’ê li girava Borneoyê 54 hezar li girava Sumatrayê jî tenê 6 hezar û 600 orangutan hene. Wekî ajalên din orangutan jî rastî xetereya warên jiyanê ne.
Wezîfedarek ji navenda parastina Nyaru Mentengê bi erebokê çelikên orangutanan dibe qada şevînê. Orangutanên ku li xwezayê dijîn her şev ji bo ku razin li ser daran ji wan re hêlîn tê avakirin.
Ev orangutanê nêr di sala 2002’an de li Jakartaya Îndonezyayê hatiye rizgarkirin. Ji ber ku di qefesekê de ewqas girtî maye dest û piyên wî herişîne.
Ev orangutanên mê yên ku li Stargeha Sepîlokê hatine wênekirin di navebra 12 û 15 saliya xwe de dizên. Herwiha ew tenê di 8 salan carekê dizên. Orangutanên çelik heta ku li ser pişta dayika xwe biakribin siwar bibin, dayika wan ew li ser singê xwe datîne.
Ev orangutana êsîr ji bo kişandinên potreyên yên li Teksas Bronswilleyê poz dide. Orangutan bi têkiliyeke xort girêdayî dayika xwe ne lêbelê ev ji malbata xwe dûr dijî.
Orangutanên Sumatrayê ji bo ku xwe ji dirindeyan biparêze li ser daran dijîn. Lêbelê berovajiyê wan orangutanên Borneoyê dadikevin erdê û ji xwe re digerin.
Navenda Nyaru Mentegê ji aliyê Weqfa Parastina Orangutanan a Borneoyê ve tê rêvebirin. Orangutanekî nêzî li derdora Stargehê di çarçiqê de poz dide wênegir Mattias Khum.
Li Kalîmantana Borneoyê li navenda Parastina Menteg Nyaruyê orangutanekî sêwî destê parastvanê xwe girtiye. Gihîştina orangutanên çelik gelek dûvdirêj dibe. Orangutanên 7 salî jî hêj ji aliyê makên xwe ve tên mezinkirin.
Ev orangutanê nêr li stargeha ajalan a Meksîkoyê dijî û melezekî ji orangutanên Sumatra û Borneoyê ye. Di orangutanên nêr de du cure hene. Orangutanên ku kîsê wan yê gewrê û suretî têr û tijî ne, cureyê din jî heye ku ew kîs tune ye û orangutanên hûrik in.
Li Stargeha Sepilokê orangutanek ji darekê derbasî darekek din dibe. Orangutan li ser daran dijîn û milê wan ji serê milekî heta yê din qasî 2 mîtrpyan e. Bi saya vê adaptasyonê dikarin bi hêsanî li daran xwe hejînin.
Du orangutanên sêwî yên Borneoyê (Pongo pygmaeus) yên ku li Stargeha Epilokê ya Sabaha Malezyayê ne li hev hembêz kirine. Navenda starkirina Orangutanan a Sepilokê ji bo alîkariya çelikan di sala 1964’an de hatiye avakirin.
National Geographic