BI KURTASÎ CIVAKA ME NAS BIKIN
Parzemîn Solutions bê armanceke berdêl û berjewendiyê bi riya civaka xwe li ser lêkolîn, zanist, keşîf û perwerdeyê xebatan dimeşîne. Civaka me di sala ji sala 2015’an ve heta niha bi pêşengiya çend kesan ava bûye û hê jî xebatên xwe didomîne.
Armanca me tenê ew e ku em him erdnîgarî û zanistê bidin hezkirin him jî wan xebatan bi zimanê kurdî bikin.
ji bo hemû pirs û pêşniyazan – Edîtorê giştî Cûneyt Ewrareş
Derbarê Parzemînê de
Parzemîn di sala 2015’an de bi hewlên Koma Bernamegehê ava bû û yekem car bi awayekî sîstematîk erdnîgarî û zanista gerdûnî bi Kurdî xist weşanê. Di armanca koma avaker de heman şert û mercên global ên National Geographic Global hene û li gor rêzikên wê tevdigere.
Parzemîn ji bo civaka kurd, bi taybetî ji bo kurdên ku li çar aliyê cîhanê belav bûne hewl dide xizmeteke têkûz pêk bîne.
Gelek komên ku xizmetên bê-berdêl dikin bi hewla bikarhêner û endaman li ser lingan dimîne. Heman pergal di Parzemînê de jî heye. Parzemîn bi perspektîfa NatGeo’yê xebatên bi kurdî û bi piranî jî li ser mijarên ku kurdan eleqedar dike xebatan dimeşîne. Herwiha di vê çarçoveyê de 2 mehan carekê Kovara Parzemîn derdikeve.
Kovara Parzemîn
Her 2 mehan carekê li ser navê Parzemîn Solutionsê derdikeve.
Kovara Zanko
Her 3 mehan carekê li ser mijarên zanist, teknîk, kefîş, mobîl, otomotîv û lêkolînan wek online li ser înternetê derdiket.
Ji bo xwendina hejmarên Kovara Zanko bitikînin.
Polîtîkayên Mafên Ked û Telîfê
Wêne û dîmenên li ser National Geographic Kurdî bêyî ku jêderk were nîşandan divê qet neyên bikaranîn. Di binpêkirina mafên ked û telîfê de National Geographic Kurdî xwediyê wî mafî ye ku dozê veke û derbarê binpêkirinan de daxwaza çavdêriya aliyekî 3’yem bike.
Hemû nivîs, wêne û dîmenên me ligel nîşandana jêderk û rêza li hemberî keda kedkarên Civaka me, pêkan e ku bên bikaranîn.
Wênegir û kedarên ku ji Civaka National Geographic Kurdî re wêne, dîmen û nivîsan dişînin, di şandinê de – bi şerta ku li ser navê wan were weşandin – mafê bikaranîn û telîfê radestî Civaka Parzemînê dikin.
Hemû nivîs, wêne û dîmenên me ji aliyê kedkarên wan ve, bi destûra wan bi kar tên. Heke kedkar, wênegir, geştûgûzar û nivîskar nerazîbûna xwe nîşanî weşandina berhemên xwe bidin xwediyê wî mafî ne ku serî li aliyekî 3’yem an jî şandeyeke dadwerî bidin.
Civaka National Geographic Kurdî dê biryara şandeya dadwerî wek polîtîkayên xwe yên xwerû bihesibîne. Ji bo nerazîbûn, xeletî û mafparastiyê ligel Civaka Nat Geo Kurdî bikevin peywendiyê.
Hûn dikarin di warê hemû pirsgirêk û pêşniyazan de fikrên xwe pêşkêşî Civaka me bikin.