Modeleke marîpiştî ya Australopithecus afarensise (Lucy) li ber siya mirovên nûjen û şempanzeyekî cihê xwe girtiye.

DERBARÊ PERESÎNÊ DE AGAHIYÊN BERFIREH

Hin bermayiyên cureyekî mirovan yên Homo Naledi ji nû ve peresînê[1] anî rojevê. Me jî ji bo ku wan daxuyaniyan bigihînin armancekê li ser peresîna mirovan pirsên nebersivandî civandin.  

Cûreyekî ji bav û kalên me Homo Naledi bi kifşkirina xwe peresînê anî rojeva zanyaran. Li ser vê mijarê gelek pirs hebûn ku hatibûn jibîrkirin û me jî wan dîsa vejiyandin.

Gelo zanyar pê bawer in ku peresîn heye?

Ji ber hin sedeman bawer in. rêzeyên me yên genetîk ji sedî 99 li nêzî şempanze û bonoboyan e. Ew jî bi awayekî xort derdixe holê ku em ji bavekî hevpar hatine. Herwiha bi hezeran fosîl hatin dîtin ku celebê me pêşî ji meymûnên mezin, piştre ji şempanze û bonobonan veqetiyaye û zêdetir nêzî mirovan bûye û şibiyaye van.

Biyolag gelek caran li laboratuvar û warê siruştî bûn şahidê vê yekê ku hin cure rastî peresînê tên. Herwiha mîkrobên girêdayî antîbiyotîkê jî cureyekî peresnê ne. Hilberînerên ajalan jî gelek caran mudaxaleyî peresînê dikin. Bo numune cureyên cuda yên kûçikên ku bi tenê tuxmê wan gur in. Bi hezeran cureyên kûçikan hene lêbelê tuxmê wan hemûyan jî yek e; gur e.

Baş e; ev peresîn çawa dibe?

DNA’ya ku genên hemû organîzmayan yên ji bilî me û hin virûsan eletexmîn rastî mutasyonê tên. Hin caran ew mutasyon li ser pîtê ajalan guherîna rengan pêk tîne û taybetiyên wan diguherîne. Ji ber vê yekê jî hilberînerên ajalan hin cureyan li gor daxwaza xwe li gor hilerîna xwe hildibijêrin. Ji bo vê  jî mutasyona çêkirî tê gotin. Li sirûştî jî mutasyon ji aliyê civata ajalan û cisnên cuda pêk tên. Ji bo vê yekê jî mutasyona siruştî tê gotin.

Bo numune heke ajalek xwediyê postekî wisa be ku wê/î ji tundî û xetereyên derdor diparêze ew ajal diakre zêdetir bijî û bibe xwediyê zêdetir têjik/çelikan. Heke bejn û bala wê/î ji bo hevserên wan zêdetir balkêş be ew bêhtir dikevin têkiliya zayendî û hejmara wan zêdetir dibe. Mutasyonên heman yên kêrhatî vi nav demê de li nav nifusê belav dide û dîtina cureyê xwe diguherîne. Piştî demekê ev rewşa dikare cureyekî nû jî derxîne holê.

celebên_ewil

Li jor wekî ku tê dîtin 3 celebên Homoyan hene. Beriya 2 milyon salan hatine kifşkirin û di destpêkê de nîşaneke wisa pêşkêş dikir ku tu eleqeya wan bi mirovên nûjen tune ye. Lêbelê taybetiyên cuda yên Homo Naledî û aliyên wî yên prîmîtîf gelek tiştan awêne dike. [Nîgar: John Gurche]

Di peresîna mirovan de serdemên girîng kîjan in?

Tuxmê mirovan beriya herî kêm 7 herî zêde jî 13 milyon salan ji meymûnan veqetiya. Bi awayekî piştrastkirî cureyê herî kevn yê ku rast dimeşe cureyê australopithecin e. Celebe herî navdar ya australopithecinê j Lucy e û Lucy’a afarensîsta Autralopithecusê tê texmînkirin ku 3,2 milyon salî ye. Fosîla herî kevn ya nêzî celebê me digihîje beriya 2,8 milyon salan. Herwiha ew fosîl jî îsal hatibû dîtin. Lêbelê alavên kevirîn yên herî kevn jî 3,3 milyon salî ne. Ango ew alav yên cureyên Lucyê yên wek australopithecinan e. An jî zanyar hêj çêkerên wan alavan Homoyên bav û kalên me nedîtine. Wekî australopithecinan Homo Erectus û Homo Habilis jî li gor cureyên ewil yên Homoyan li ser piyan dimeşiyan.

Li aliyê din li nîqaşa ku mezinên me kengî dest bi kontrola agir kirine hêj berdewam e. Texmînên li ser vê mijarê di navbera 800 hezar sal û milyonek û 800 hezar sal de diguhere. Li gor vê teoriyê kifşkirina me ya xwarinê da zanîn ku em dikarin zêdetir ji goşt enerjî hildin û ew jî her ku çû mejiyê mirovan daguhertin û peresîneke hişmendiyê derxist holê. Mejiyên mezin û destên jêhatî, zimanên tevlîhev û tiştên wek hunerî di nav 100 hezar salan de şerteke pêşeng ya guherîna mirovan bû.

Ew hemû li ku derê pêk hatin? Gelo çima girîng e ka li ku pêk hatiye?

Delîlên him folîsan him jî yên genetîk nîşan dide ku persîna mirovan li Efrîqayê pêk hatiye. Lêbelê nayê zanîn ka cureyên Homoyan ka li başûrê Efrîqayê an jî li herêmên rojhilat derketiye. Ji bo me gelek girîng e ka em li ku derê mezin bûne. Em çawa û li ku çêbûne. Zanîna vî tiştî heqê me yê sereke ye. Ji ber ku ligel me derdor jî ber bi guehrînekê çû. Ji bo ku bizanin em li ku ne divê em bizanin ka em ji ku hatine.

Li gor fosîl û delîlên genetîk mirovahiya nûjen beriya 60 hezar salan li Efrîqayê pêk hatiye û belavî hemû dinyayê bûye. Li gor tenê delîlên genetîk mirov çawa ji Efrîqayê derketin ligel Neandertalan û Denisovalên nepen melez bûn. Îro Homo Spiens yekane cureyê mirovan yê li cîhanê ye. Lêbelê tenê ew 30 hezar sal in wisa ye.

Zanyar çima nekarîn ew perçeyê berze yê di navbera me û meymûnan de bibînin?

“Em û Şempanze ji bavekî hatin, şempanze ne bavê me ne, birayê me ne”

Ji ber ku perçeyeke wisa tune ye. Şempanze ji peresînê nebûne mirov. Mirov ji şempanze û meymûnan nehatiye. Lêbelê her du celeb jî ji bavekî hevpar hatiye. Lêbelê piştî demekê riya wan guherî. Li vê derê jî ew pirs derdikeve hemberî me bavê me yê hevpar kî ye? Naxwe em ne şempanze ne bavê me kî ye?. Va ye em bersiva vê pirsê hêj nizanin. Gava me zanî ji xwe dê hemû pirs bigihîjin bersivên xwe.

Gelo peresîna me û meymûnan bi dawî bû?

Na, mirov her ku diçe diperêse ango di rewşeke mutasyonê de ye. Lêbelê îro tevî biyoloiya me, çand û teknolojiya me jî rê li ber peresînê vedike û vê beralî dike. Li aliyê din meymûn û ajalên din jî di peresînê de ne. Bi taybetî ew ajal di rewşeke wisa de ne ku cih û warê wan her tim diguhere xw rastî mutasyonê tên.

Berê peresîn sirûştî bû lêbelê îro mirovahî persînê rêve dibe, bi zanebûn an jî bêhemdî di peresîna jîndaran de para mirovan gelek zêde ye.

Nivîs: Nadia Drake / Wêne: Kenneth Garrett

[1] Peresîn – Evolûsyon / Evolution

3 şîrove

  1. Ji ber ku tê zanîn meriv ne xwediyê vîna tevayî (vîna kullî), lê xwedîyê vîna qismî ye (vîna cuz`î), ev serbixwe nikare xwedîyê agahîyên ku ne ji alîyê vê ve hatine naskirin, bizane. Bi rastî gelek derbirrên balkêş li vê şandina we de heye, lê belê ji alîyê lêkolîna da ku bên bizanin “gelo bavê me û şempanzeyan kî ye?” lêkolîneke badihewa ye. Ji ber ku ez misilmanim, ez hatime agahdar kirin ku bavê me Adem (a.s) me, vê gavê êdî gotin xilas dibe. Ev hemû angaşt û hizrên we bêhavil dimînin.

    • Li gor daneyên zanistî hebûna peresînê hatiye piştrastkirin. Herwiha ev peresîn ji bo veguherîne mirovan cuda ji bo ajalan cuda ye. Yanê di nivîsê de jixwe behsê kiriye ku “peresîna mirovan” hêj nezelal e. Ango tu kes nizane ka em ji çi hatine (bi awayekî zanistî). Zanist Yezdanekî qebûl dike, peresînê jî qebûl dike lêbelê ji vê yekê jî bawer e “ev hemû guherîn bi vîna yekî pêk tê”.

      Leheng Likua – Ji bo her pirsan hûn dikarin bi her awayî bi me re bikevin têkiliyê.

      • Beriya her tiştî, ez dixwazim spasiyekê ji bo bersiva we bidim. Lê ez hez dikim ne bi awayekî nezan bêm dîtin jî. Jixwe min çend pirtûkên Darwîn i jî xwendine, û hêjayî gotinê ye ku “bijartina sirûştî” (natural selection) yek ji angaşteke balkêş e û min bawerî lê heye. Û ez dixwazim bibêjim ku Îslam ne astengeke li rêya zanîn û zanistinê re, eger ne pêwîstîyek bibe. Dubare spasîyeke germ ji bo we dikim.

Şîrove Bike