DESTAN Û SERPÊHATIYA 11 GALAKSIYÊN JI ME DÛR

Roniyên galaksiyên dûr piştî bi milyonan salan digihîjin me. Yanê bi rastî bi şev dema em li asîmanan dinêrin em paşerojê an go em serpêhatiya stêrkan dibinin.

Teleskopa Hubbleyê ya Jûra Lêkolînên Feza û Asîmangeriyê ya Emerîkayê NASA’yê heta îro wêneyên gelek galaksiyan girtin.

Ji bo ku roniya van galaksiyan bigihîje me divê bi milyonan sal derbas bibin. Ji ber vê di rastiyê de em rewşa wan a beriya bi milyonanan salî dibînin. Wek mînak heke galaksiyek bi qasî 10 milyon salên roniyê ji me dûr be, em rewşa wê ya beriya 10 milyon salî, rewşa wê ya beriya mirovahiyê dibînin.

1

Galaksiya Firfirok ku wek bi navê Messîre 101 jî tê zanîn, bi qasî 25 milyon saletirêj dûrî cîhanê ye. Ev wêneyê ku Hubbleyê girtiye, dîmenê herî bi hûrgulî ya galaksiya spîralê ye. Dûrahiya ji serê pêçokeyê heta serê din, bi 170 hezar saletirêj du qatan ji galaksiya Kadizê mezintir e. Tê texmînkirin ku di galaksiya Firfirokê de ji trîlyonekê zêdetir stêrk hebin.

IDL TIFF file

Galaksiya Sombrero (m104) jî 28 milyon saletirêj dûrî Cîhanê ye. Mezinahiya vê galaksiyê yê ku eşkêla wê 50 hezar saletirêj e, bi qasî 800 milyar heb tavan e.

3

Ev her du galaksiyên pêçoke wek galaksiyên Anten tên zanîn. Ewil du galaksiyên cuda bûn, lê ji ber erdkêşiyê her ku diçe nêzî hev dibin. Ev hevbandora di navbera wan de beriya çend sed milyon salî dest pê kiriye. Em van galaksiyên ku bi qasî 45 milyon salên roniyê dûrî Cîhanê ne, wek galaksiyên herî nêzî me dizanin ku li hev dikevin.

NGC 6503

Ev galaksiya pêçoke ya bi navê NGC 6503 bi qasÎ 18 milyon saletirêj dûrî Cîhanê ye. Cihê ku lê ye, wek herêmeke vala ya fezayê tê zanîn û li vê herêma ku eşkêla wê 150 milyon salên roniyê ye, galaksî û stêrkeke din a ku tê zanîn tune ye.

5

Arp 273 ji me 200 milyon saletîrêj dûr e û navê xwe jî ji yekbûna 2 galaksiyan digire. Xalên şîn ên biriqî li dora galaksiya mezin alandine û wek stêrkên pêketî xuya dibin.

6

Di galaksiya bi navê M106’ê de tê pêşbînîkirin ku gelek gaz ber bi navenda kunareşê ve çûne û tê de berze bûne. Ev galaksiya ku 23 milyon saletîrêj dûr e komstêrka Canes Venatici an jî bi navê xwe “komstêrka kuçikên nêçîr” di nava xwe de dihewîne.

7

Galaksiya qambost a bi navê  Zwicky 18 ji kadiza me biçûktir e. Ji dinyayê 59 milyon saletirêj dûr e. Ev girêkên şîn-spî dibe ku pêkhatina stêrkên mezin destnîşan dike.

8

Galaksiya firfirok a başûr ku bi navê M83’yê jî tê zanîn dîmeneke nêz ya ji koma pêkhatina stêrkan e. Li vê derê pêkhatina strêkan ji kadizê zûtir pêk tên. Herêmên sorik nîşaneya stêrkên ciwan e. Stêrkên li vê derê tenê ev çend milyon sal berê pêk hatine. M83 ji me tenê 15 milyon saletirêj dûr e.

9

Ev wêneyên ji galaksiya M82’yê bi pêlên ji 3 teleskopên cuda hatine çêkirin. Ev galaksî tenê 11,5 milyon saletirêj ji erda me dûr e.

The central region of a rich galaxy cluster about 250 million light years from Earth.

Di navenda galaksiya bi navê NHC 1275’ê de çalereşek heye ku hema çi bikeve pêşiya wê diqurçîne. Ev çalereş dibe sedem ku galaksî tîrêjên xort ên X’yê belav bike. Em tenê dikarin dîmenên wê galaksiyê yên beriya 230 salan bibînin.

11

Baristaya vê galaksiya tîr a bi navê M60-UCD1’ê ji tavê 200 milyon caran zêdetir e. Galaksî ji erda me 54 milyon saletirêj dûr e.

– Remezan Badem

Şîrove Bike