DI CÎHANÊ DE GIRÎNGIYA HÎDROELEKTRÎKÊ

Di cîhanê de heke mirovan, av bi tenê ji bo ragihandin û di kar û barên cotkariyê de ji bo avdanê bikar bianiyana, wê ev yek bi rastî bûbûya heyfek e mezin ji bo avê. Lewre li ser ruyê erdê, ji sedî 24ê ceyranê ji aliyê santralên hîdroelektrîkê ve tê hilberandin.

Smithland-Power-Plant-PERI-011

Hilberandineke wiha ya enerjiyê ji bilî mucîzeyê ne tiştekî din e. Di cîhanê de mêjer an pîvana enerjiya ceyranê ya ku ji santralên hîdroelektrîkê hildiberînin, beramberî 3.6 milyar bermîl neftê ye.

Di serî de welatên ku piraniya hewcedariya xwe ya enerjiya ceyranê, ji santralên hîdrolelektrîkê hildiberînin ev in: Norwêç, Brezîlya, Paraguay, Kanada, Swîsre, Wenezuela û Zelandaya Nû ye. Norwêç, ji sedî 99 pêwistiya bi ceyranê ya hemû welêt, ji avê hildiberîne û çareser dike. Ji aliyê din ve Paraguay jî hemû hewcedariya xwe ya bi enerjiya ceyranê, ji santralên hîdroelektrîkê hildiberîne.

Digel vê yekê ji sedî 90 ê enerjiya ku hildiberîne difroşe Brezîlya û Arjantînê. Çêkirina santralên hîdroelektrîkê û ji hilberandina enerjiya ceyranê ya ji wan, her diçe li hemû cîhanê belav  dibe. Ev yek jî rêbaza enerjiya alternatîf e. Tenê li Amerîkayê 2 hezar santralên hîdroelektrîkê hene. Ji welatên cîhanê li Çîn û Norwêçê jî ku enerjiya ceyranê ji santralên hîdroelektrîkan hildiberînin, ev çavkaniya enerjiya alternatîf gelekî di rewacê de ye.

NORWÊÇ

1280px-Hydroelectric_dam.svg

Li Keyîtiya Norwêçê ya nîvgirava Îskandinawyayê, hema hema hemû pêwistiya xwe ya bi ceyranê ji sedî 98ê wê ji santralên hîdroelektrîkê hildiberîne. Li vê Keyîtiyê hekîmiyeta çiya û fiyortan heye. Di demsala baranê de ava baranê ya ku dibare û ava berfa ku dihele, li golan tê komkirin û bi vê avê enerjî tê hilberandin.

Ji aliyê din ve Almanya û Norwêç li ser pergaleke wisa dixebitin ku Almanya enerjiya bi riya bê hildeberîne, Norwêç jî enerjiya ku bi avê hildiberîne vediguhezînin bo hev. Ev veguhaztin wê bi raxistina pergala di nava behrê de pêk were. Bi vê yekê Norwêç, dê rêjeya enerjiya xwe ya ceyranê ku ji çavkaniyên alternatîf ên sirûştî hildiberîne, ji sedî 100 zêde bike.

RUYÊ MADALYONÊ YÊ DIN

markets-hydroelectric

Ji bo hilberandina enerjiya ceyranê; bikaranîna avê û bi hejmara aşkerekirina rêbazên bikaranîna avê, dê wê wateyê bide ku tenê aliyên wê yên baş werin vegotin.

Heçku her çiqas avantajên çêkirina bendevan û santralên hîdroelektrîkê hebin jî dezavantajên wan jî hene. Heta bandorê li ser pergala gerdûnî jî dikin. Wek mînak; pêwîstiya rezerveke pir ji bo çêkirina santralên hîdroelektrîkê û çêkirina bendavan ên di nava avê de, daristanên li qeraxa avê, hêşinayî û hemû zîndezaniyên cur bi cur bi xwe re tune dike. Ku wan qadan ji holê rabûn, neyîniya rezervan a li ser herêmên jîngehê rewşeke dilsoj û trajîk e.

Ava ku diherike, xwediyê wê hêzê ye ku dikare bi herikîna xwe ya şid hêmanên giran bi xwe re bibe. Ev rewş, ji bo avakirina bendavan a di nava robaran de encamên pir neyînî yên wekî gemariyê derdixe holê. Û ev gemarî, dibe ku ji bo kontrolkirina laser û lehiyê  bibe asteng.

Çawa ku hin rezerv bi temamî bi telpê werin dorpêçkirin jî wê bên bikaranîn, di dema avberdanê de jî dibe ku ji kontrolê derkeve. Dibe ku santralên hîdroelektrîkê, bandoreke neyînî li ser pergala gerdûnê ya avê û giyayên di nava avê de bike. Santralên hîdroelektrîkê, dibe sedema guhertina derdora robaran ku li wir tên damezirandin.

Hatiye zanîn ku rezervên santralan ên li herêmên tropîkal, bi rêjeyeke berbiçav gaza metanê hildiberînin. Ev yek, li cihên anaerobîk di encama rizîna meteryalên santralên enerjiyê de pêk tê. Di nava xwe de hewandina gaza metanê, tê wê wateyê ku gaza serayê diafirîne, di xwe de dihewîne. Lêbelê digel van, avantaja herî girîng a bikaranîna enerjiya hîdroelektrîkê ew e ku sermala sotemeniyê ji holê radike.

Ji bo ku santraleke hîdroelektirîkê her tim bixebite; hewceyî bi neftê, bi sotemeniya fosîlan an jî bi gaza sirûştî tune ye. Bi vê yekê jî pêwîst nîne ku ji bo kirîna tiştan a derwelêt lêçûnek bê veqetandin. Digel ku îstasyonên hîdroelektrîkê li herêmên çiya hatine avakirin û ragihandina ceyranê ji bo derên dûr pêwist be jî, dîsa jî hilberandina enerjiyê bi erzanî û bi maliyeteke hindik pêk tê.

Lewre ava ku wek sotemeniyê tê bikaranîn, belaş e. Ji aliyê din ve lêçûnên karxaneyê jî kêmtir dibin. Ew bendava ku tê çêkirin ava vexwarinê, ya malê û ya avdanê jî peyda dike.

Bendavên hîdroelektrîkê ji ber ku bi sotemeniya fosîlan naxebitin, gaza karbondîoksîtê jî li atmosferê belav nake. Her çiqas dema îstasyonên hîdroelektrîkê tên çêkirin bi mêjereke hindik karbondîoksît jî tê hilberandin, ev mêjera vê karbondîoksîtê li ber ya santralên ku bi fosîlan dixebitin pir hindik dimîne û mirov dikare bibêje qet xuya nake.

Herî dawî rezervên ku li santralên hîdroelektrîkê hatine damezirandin, wê derfetê dide cur bi cur werzîşên avê ku ev yek jî bi riya geştyaran piştgiriyê dide geşt û guzara welêt.

 Çavkanî: Kovara Zanko

 

Şîrove Bike