DI DÎROKÊ DE MAÇKIRIN: SERPÊHATIYA MAÇKIRINÊ

Wêne: Marie Laigneau / Nat Geo YourShot

Têkiliyên di navbera mirovan de her çiqas xwedî dîrokeke hezeran salî be jî di nav wan têkiliyan de “maçkirin” tune. Li gor xebatên li zanîngeha Indiana û Nevadayê maçkirina lêvên hev a ku dibe nîşaneya evîndariyê di serdema mirovan de gelek nû ye.

Herwiha ew tevger ne tevgereke gerdûnî ye jî. Li gor hin çandên dinyayê jî ew “maçkirina lêvên hev” tevgereke pir kirêt e. Di çarçoveya lêkolîna “romantîzm û têkiliya zayendî” de li gor 168 çandên heyî tenê 46 çand maçkirinê wek guncav ditiye û di çav çandan de xwedî serboriyekê ye.

Bo nimûne çandên Ewropa û Rojhilata Navîn hevmaçkirinên bi vî awayî rewa nedîtine û herwiha di çandên li nêzî Sehrayê, Efrîqa û Amazonê de jixwe behsa hevmaçkirinê jî nayê kirin.

Yek ji nivîskarên vê lêkolînê William Jankowiak dibêje dibe ku ew maçkirin ji ber wextê zêde yê betaliyê derketiye holê. Hin kesên bijarte ev yek kirine û hinekan jî çav daye wan û bi vî awayî berbelav bûye. Nivîskar diyar dike “her mirovekî/ê ku maçkirinê kifş bike jê kêfê digire”.

– Eve Conant

Şîrove Bike