DI KOPÎŞKARA MEZIN A HADRONÊ DE PIRSGIRÊKA CEYRANÊ

Mezintirîn û bihêztirîn bilezkarê partîkûlan Kopîşkara Mezin a Hadronê piştî du salan gava ku dîsa bê xebitandin pirsgirêk derxist. Tê pêşbînîkirin ku pirsgirêk ji ceyranê çêbûye.

Pisporan da zanîn ku di ceyrana elektro-meqletîzên kopîşkarê de pirsgirêk derketiye û çareserkirina vê pirsgirêkê dibe ku bi rojan û hefteyan dewam bike.  

Piştî ku kopîşkara mezin a Hadronê hat xebitandin dê bikaribe protonan bi enerjiyeke mezintir li hev biqelibîne.

Divê di nav tûnela lûleyî ya 27 mîtroyî de tirêjên protonan bê astengî bi her du aliyan ve tevbigerin.

Diviya di nav vê neftê de proton bihatina livandin, lêbelê pirsgirêka ceyranê vê planê hinekê paş xist.

CERN’ê da zanîn ku pirsgirêka li Kopîşkara Mezin a Hadronê di roja şemiyê de hatiye vedîtin.

Rayedarên CERN’ê da zanîn ku ew baş dizanin ka pirsgirêk çiye lêbelê cemidandina germahiya 273 pîleyî dibe ku maweya temîrê dirêjtir bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê meqletîz pêşî were germkirin piştre jî were cemidandin.

Herwiha di adara 2013’an de pisporên CERN’ê diyar kiribûn ku ew raza herî mezin a derbarê çêbûna gerdûnê de pirtikên bin atomî “Bozona Higgs’ê” dîtine.

Şîrove Bike