GELO LI FEZAYÊ JIYAN HEYE?

Di vî wêneyî de ku ji aliyê Wesayida Cassînî ya Fezayê ve hate kişandin rûyê raçînka Enceladûsê ji aliyê pêş ve tê dîtin, ji şikestiyên cemedê dûkelên cemedî radibin. Gumlatên biharê ku tê texmînkirin ji behreke veşartî derdikevin, fikra ku cîsimên asîmanî bo jiyanê kêrhatiye xurt dike.

Peyka Saturn Enceladus, dê li fezayê li jiyanê bikole û ev yek jî dibe sedema balkêşiyê. Hebikên ku ji okyanusa qeşayî dipijiqin, dibe ku li dinyayê jî bişibe jiyana biyolojîk a bi lez. Mirovên Zanyar bi hêvî ne ku, li Peyka Saturn Enceladusê jiyan hebe. Piştî ku ew delil derketin holê ku di bin qalikê peykê yê qeşayî denav heye û pê ve ev îxtimal jî xurttir bû.

Li gorî nîveseke hefteya borî ku di kovara Natureyê de hat weşandin sedema vê jî hebikên qeşayî û bi xwê ne. Li gorî Gabrîel Tobîeyê ku li Zanîngeha Nantesa Fransayê wezîfedar e; îxtîmal e ku di navbera xwezaya kimyaya van hebikan û cihê jidayikbûna organîzmayên zindî ên yekem ên dinyayê de cihekî hemcins hebe. Ev hebikên tozê çend sal berê di helqeya E’yê de ku herî fire ya Saturnê ye hatin kifşkirin.

Zanistên Gerstêrkê di wê baweriyê de ne ku ev bi materyalên ji çavkaniyên avgerma ku di qelîşên rûyê Enceladusê de dipijiqin, didome. Çavkaniyên avên germ jî ji okyanusa bin rûyê erde sûdê werdigrin ku ew jî hebûna xwe demeke dirêj bi guman bû. Sala par ji aliyê wesayita fezayê Cassînê ve hebûna wê hat piştrastkirin.

NASA, di lêgerîna ji bo jiyana li fezayê de, van satelîtan wek hedefên ku hêviyê dide dibîne. Satelîta Jûpîterê bi mebesta ku okyanûsa bi qeşa ya li Europayê keşf bike di gavên ewil a mîsyona robotê de ye. Derfeta jiyanê, heta ji bo ku delîlên jiyanê werin dîtin heke teknolojiya ku di cemeda Europayê de şîqan veke û serkeftî be herêma din a keşfê dibe ku Enceladus be.

 NASA/JPL-CALTECH

1

Ev xêzkirina ku aliyê hûndirê Enceladusê dide nîşan, ava germ û têkiliya hêtîna ku navbera kevirên okyanûsên bin rûyê erdê de bi çi awayî nav vê qeşayê de pêş dikeve û digihîje qalxê jor radixe ber çavan.

Ev lêkolîna nû xûbara ku wek perçeyên hûrik derdikeve holê dide nîşan, ev bi qasî ji sed milyonî yek a mezinahiya milimetreyê ye û dide nîşan ku ji aliyê silikon  dîoksîtê ve jî dewlemend e. Hsiyan- Wen Hsu ya ji Zankoya Coloradoyê ya li Boulderê ya ku vê lêkolînê bi rê ve dibe dibêje “ li gorî hizra me ev çalakbûna hîdrotermîkê ye ku didome ”.

Ev jî tê wê wateyê ku di nav av û keviran de tevdanek heye. Heke ku wiha ye, bi rastî ji dibe ku ev bibe lêkolîneke pir girîng.

Li gor hizra Astobiyologan ava ku di halê şile de ye ji bo jiyanê wek bingeha herî girîng e. Şileya ku bi awayekî hêsan ji Kometan tên Encladusê yekhevên şile û tevlîhev a ku bingeha wan ji karbonan pêk tê, dibe ku bibe rûhê jiyanê.

Sêyemîn bingeha yekheveke din jî ji bo formên jiyanê xwe xwedî bikin çavkaniya vejenê ye. Sîlîkon dioksit rasterast çavkaniyeke bi vî awayî muxtemel nîşan dide: Ava deryayê ya ku di nav şîqên zinarên germ a ku di bin okyanûsên Enceladusê de ye.

Namzedê Kâşîf ê National Geographicê, Kevin Hand ji Laboratuvara Jet Îtkî ya NASA’yê re dibêje “heke rastiya vê hebe, dibe ku rewşeke nêzî çalakîtiya “Bajarê Winda” ê di bin Okyanûsa Atlantîsê de be “.

Handê ku tevlî lêkolînê nebû jî dibêje, di şîqên wek vî de hidrojen û metan jî dikare bizê û ev yek jî ji bo mîkroban cihekî guncav çêdike.” Bi vî awayî ev germî, axiftina ku me ji bo rewşa hidrotermala fîskê ya ku dizê derve, kir, ji bo jiyanek an jî jêdera jiyanê dikare bibe cihekî nûwaze”.

Ev rewş, nayê wê wateyê ku vê gavê li wir jiyan heye. Tenê dide nîşan ku ji bo jiyanê mercên guncav hene. Heta ev, bi rastiya aqilajotina Hsu û hevpîşeyên wî ve girêdayî ye. Hand dibêje ev “ Îdiayeke awarte ye”. “ Ji bo vê sedemê divê em qanî bibin da ku daxuyaniyeke din heye an na. Lê ez ji bo dîtina alternatîfeke din zehmetiyê dikişînim.”  Di hedefa Hand de Fezayê Jûpîterê Europa heye.

Europaya ku xwediyê deryaya bin rû ye ser rûyê wê jî bi qeşayê pêçayî ye. Handê ku di mîsyona Clipper Europayê de jî ku di bûtçeya 2016an a Qesra Spî de cih digire peywirdar e, di heman demê de bi Enceladusê re jî eleqedar dibe.

Dibêje “Kar her ku diçe hîn balkşêtir dibin”.” Mîsyona Cassiniyê dê 2017an de biqede û ji bo berdewamiya keşfa vê cîhana piçûk a okyanûsan hewce ye ku di demeke nêzîk de em biçin Enceladusê”.

– Tekîn Çîçek / Kovara Zanko – Hejmara 5’an

Şîrove Bike