Nivîs: | Cûneyt Ewrareş | Wêne: | Paul Nicklen |
Penguenê împarator xwe amade dike ku ji avê xwe bavêje cemedê. Ji nişka ve leza xwe zêdetirîn dike. Zanyaran li ser leza penguenan lêkolîn kir, ji ber ku penguenên împarator li bejahiyê tewş, li behrê jî lezgîn in.
Roger Hughes heta niha qet ew penguenên împarator li jîngehên siruştî neditiye. Lêbelê demekê di belgefîlmeke BBC’yê de dît ku penguenên împarator di nav avê de wek roketan tevdigerin û li dû wan peqpeqokên hewayê çêdibin. Vê gavê biryar da ku dê li pey vê yekê biçe û kifşekê bike.
Hughes û hevjîna wî li Bakurê Galanê li Zanîngeha Bangorê zindezanên[1] behrê ne. Demek beriya niha li ser taybetmendiyên mayoyên nû axivîbûn ku ev mayo di pêşbaziyan de tên lixwekirin û dişemitin. Dibe ku Hughes, wiha fikirîbe: Penguen bi saya van peqpeqokên hewayê avjêniyê zûtir dikin.
Hughes ligel hevalê xwe John Davenport yê ku ji Zanîngeha College Corkê ya Îrlandayê zindezan e li pubekê bîra vedixwar û di vê navberê de hîpoteza xwe bi wî re şêwirî. Davenport li ser ajalan lêkolînên têkîliya tevger û laşê wan ê fizîkî pêk tîne. Davenport wiha dibêje “hevalê mên Roger li hêviya vê ye ku ez yekser bersivê bidim”. Lêbelê wî jî jixwe nezaniye ka ew peqpeqoqên hewayî yên penguenan bi kêrî çi tê. Ne tenê ew, tu kes jî nedizanî. Her du heval çav li lîteratura zanistê gerandine û dîtine ku bi rastî jî tu kes jî lênekolaye. Ji ber vê yekê jî biryar dane ku ew lêbikolin.
Her du heval biryar dan ku li Zanîngeha Teknîkî ya Denmarkê ligel endazyarê makîneyê Poul Larsen bi saetan binê avê lêbikolin û vê bi kamerayan pêk anîn. Wan dît ku ew bi salane hewldanên endazyaran yên ku bi kelek û torpîdoyan dikin, ew wekî vê heman tiştî dikin; Penguen ji bo ku bileztir biçin û baş ji avê tûj derbas bibin hewayê wek amûr bi kar tînin.
Gava ku pengueneke împarator li avê soberiyê dike, li hev ketina di navbera laşê wê û avê de wê hêdî dike û ji ber vê yekê jî leza wê ya maksîmum di nav saniyeyê de 1,2 – 2,7 mîtroyê de dimîne. Lêbelê penguen ji bo demên kurt hewayên ku di nav mûyên xwe de bi cih kirine bo derve berdidin û leza xwe dikin du qatî. Herwiha dikarin heman leza xwe bikin 3 qatî jî. Ew peqpeqoqên ku ji hewaya mûyê wan pêk tê, tîrîtiya avê jê dibe û dike hilû û astengiyên vê sivik dike. Bi wî awayî çûka cemedê bi lezeke nedîtbar digihîje armanca xwe. (bi saya vê, bi leza ekstra ya penguenan, ew dikarin ji fokên leopar yên dirinde birevin.)
Jixwe hemû raza vê azmûna sewalê ji mûyên penguanan de cih digire. Wekî çûkên din penguenên împarator jî mûyên xwe dinepixînin û laşên xwe bi qateke hewayê dibin û tînin. Lêbelê mûyê gelek çûkan wek çermeke tazî li pey hev rêz bûne û mûyên penguenên împarator jî laşê wan dialîne. Di binê mûyan de bi awayekî biçûk bi eşkêleke 20 mîkron –ji panitiya mûyekî mirovan kêmtir- ji ber ku wek fîlamanan e hewa di nav toreke biçûk de asê dimîne û ew hemû laşî dixijiqîne.

Lêbelê teknoljî her çiqas bi pêş here jî nikare leza reveke ji fokên leopar çêbike. Ew jî mirov heyîrî dihêle. Ji ber ku ew teknolojiyeke tescîlkirî ye.
Parzemîn Solutions