DI NAVA 10 SALAN DE DÊ JIYANÊN LI CÎHANÊN DIN BÊNE DÎTIN

Zanyarên Jûra Asîmangerî û Fezayê ya Emerîkayê NASA’yê ragihandin ku dibe ew heta sala 2025’an jiyanên di gerdûnên din de bibînin.

Birêvebira zanistên NASA’yê Ellen Stovan roja sêşema borî, di semînerekê de derbarê hebûna avê li ser gerstêrkên li dûrezmanê got:

Em bawerin wê zanist di heyama dehsalên pêşde diyardeyên hebûna jiyanê ji derveyî erdê bibînin û wiha pê de çû; Lê çendê dûr be ez bawerim ku dê em di navbera 20-30 salên pêşde delîlên hebûna jiyanê ji derveyî zemînê bibînin.

Stovanê da xuya kirin ku zanyar xwedî teknolojiya peywist in û di riya rast de birêve diçin.

Ajansa NASA’yê her wiha li ser gerstêrkin din derbarê deverên ku guman dike lê av heye, neqşeyek nîşan da û da xuya kirin ku Teleskopa Habble gelekî xwedî rol di vedîtina van delîlan de.

Jêder: Hawarnet.net – Zanist û Teknolojî

Şîrove Bike