[Wêne: BBC]

 DIBE KU GERMAHIYA KADÎ, JI 6 CUREYÊN JÎNDARAN YEKÎ TUNE BIKE

 Heke germahiya kadî bi vî awayî dewam bike ji her 6 celeb jîndaran dê nifşê yekî bi dawî bibe. Ji ber vê yekê hişyariyek hat kirin.     

Li gor lêkolîna ku di kovara Scienceyê de hat weşandin cureyên ku di xeterê de ne herî zêde li Awistralya, Emerîkaya Başûr û Zelandaya Nû ne.Ji zaningeha Connecticutê ya Emerîkayê Mark Urban li ser germahiya kadî û cureyên ku li ber tunebûnê ne lêkolînek kir. Li gor vê lêkolînê ji cureyên jîndaran ku li ser rûyê dinyayê dijîn nifşê 16an dê biqede û tune bibe.

“Heke dinya ji bo germahiya global û gaza serayê tevdîr negire em ê bibînin ku dê gelek cureyên jîndaran tune bibin.”

Mark Urban – Zaningeha Connecticutê

Urban diyar dike ku di germahiya dinyayê ya salane de zêdebûne her pileyekê zirarê dide ser cureyên pergala ekolojîk.

Urban, ragihand ku “Heke dinya li dijî germahiya kadî û gaza serayê tevdîrên cidî negire em ê bibînin ku dê gelek cureyên jîndaran tune bibin.”

Urban, dide xuyakirin ku dê gelek celebên jîndaran ji ber germahiya global di pergala ekolojîk de dê winda bibin  û tûne bibin.

Her wiha Urban, dibejê ku bi teybetî jî herî zêde jîndarên Avusturalyayê, Emerîkaya Başur û Zelandaya Nû di xeterê dene. Sedema vê yeke jî ew e ku pergala ekolojîkê ya van deran taybet e.

Pofesorê Zaningeha Arizonayê John Wiens ev lêkolîn nirxand û ragihand ku xetereya tûnebûna van cureyan ji sedî 16an jî bêtir e. “Heya  îro xebatên ku hatine kirin hema bêje hemû bala xwe dane Emerikaya Bakur û Parzemîna Ewropayê. Lê wisa xuyaye ku xetereya tûnebûnê ya celebên van herêman hindiktir e.”

Li gor Wiens digel germahiya global dibe ku ji sedî 23yê nifşên zindiyên Emerîkaya Başûr tune bibin.

Edîbe Boga (BBC)

 

Şîrove Bike