Saziya British Petroleumê (BP) aşkere kir ku bi bikaranîna teknolojiyê dibe ku çavkaniyên heyî yên di rezervên neft û gaza siruştî yên Cîhan zêde bibin.
BP dibêje; bi saya teknolojiyê dê rezervên neft û gaza siruştî herî kêm 2 qatî zêde bibin.
BP’yê aşkere kir ku bi bikaranîna teknolojiyê dê çavkaniyên neft û gaza siruştî bi pîvaneke girîng zêde bibin. Saziyê diyar kir ku bi çavkaniyên hatin zêdekirin dê hewcedariyên enerjiyê yên 2050’î du qatî zêdetir bên amadekirin û çareserkirin.
Serokê Ûnîteya Enerjiyê ya Saziyê Davîd Eyton dibêje; çavkaniyên neft û gaza siruştî 2,9 tîrilyon warîl e. Bi bikaranîna teknolojiyê dê ev rêje bigihêje 4,8 trilyon warîlan.
Eyton diyar kir ku hewcedariya enerjiyê dê di sala 2035’î de ji sedî 40 zêde bibe. Di sala 2050î de jî ji bo hewcedariyên enerjiyê bên çareserkirin pêwistî bi 2,5 trîlyon waril neft û gaza siruştî heye.
Saziya BP’ê diyar kir ku bi bikaranîna teknolojiyê li Emerikayê di meha Hezîranê de veberhênan bi qasî 9,6 milyon warîl neft kêm bû û ji Hezîrana sala 2014’an ve bihayê neftê ji sedî 60 kêm bûye. BP dibêje ku ger derfetên teknolojiyê derkevin pêş, heta 2050’î dê veberhenana neftê 2,7 trilyon warîlên din zêde bibe.
Daxuyaniyên saziyê, beriya konferansa guherîna kişwerê ya li Parîsê ji aliyê Neteweyên Yekbuyî ve hat dayîn. Tê payin ku di konferansê de derbarê guherîna kişwerê de bergiriyên welatan bên axaftin û qebulkirin.
BP jî di nav de 10 saziyên neftê meha borî derbarê bergiriyên guherîna kişwerê de li hev kiribûn, lê heta niha biryara planeke hevpar derneketibû. Exxon Mobîl derbarê guherîna kişwerê de nêrîna xwe parve kiribû. Mobîl diyar kir ku bi bikaranîna teknolojiyê dikarin ber guherîna kişwerê bigirin.
Sazî dibêje, ger siyasetmedar li ser 1 metrîk ton karbondîoksît 40 dolarî bidin, dê santralên enerjiyê yên gazê zêde bibin.
– Menazîr Aslan