Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) dîmenên radarê yên Behra Aralê ku hindik maye ziwa bibe weşandin. Bi daneyên ku ji fezayê hatin dîmen anîn ber hev lê ev zêdetir dişibiya mîna wêneyekî.
Peyka Sentînel-1A ku girêdayî ESA’yê ye, bi daneyên ku bi lêkolînên radarê bi dest xistin, dîmenên ji fezayê yên Behra Aralê da ber çavan. Ev gol demekê yek ji Behra herî mezin a dinyayê bû lê niha hindik maye ku ziwa bibe. Binê vê golê ku bê av maye bi awayekî zelal xuya dibû.
Bi projeya çandiniyê ku Sowyetan di sala 1960’an de dabûn dest pê kirin, Behra Aralê hemû ava xwe da erdên çol yên derdora xwe û di 50 salên dawî de ji sedî 90’î ava golê xilas bû.
Ew cihên ku ziwa bûne, qirêjahî tîjî bûye û bi ba û bahozê dermanên çandiniyê û sergîn belavî cih û warên li derdorê dibin û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Lêkolîna radarê ya peyka Sentinel-1A’yê dîmena herî dawî ya Behra Aralê derxist.
Cihên sor di 17’ê Cotmeha 2014’an de, cihên kesk 28’ê Cotmeha 2014’an de cihên şîn jî di 14’ê Sibata 2015’an de bi lêkolînên radarê hatin çêkirin. Cihên ku reng lê dikevin nav hev guherîna dîrokên daneyên bidestxistî nîşan didin.
Cihê tonên giran ku li milê çep e, wî cihî nîşan dide ku av bi tenê li wir maye. Cihê mîna bumerangê ku li milê rast û di binî de ye jî şaxa çemekî nişan dide ku hêj diherike Behra Aralê.
Cihê ku milê çep e jî li ser rê hin avahiyên mîna qutiyan xuya dibe.
– Bariş Ozdemîr