DÎMENÊN BÊHEMPA YÊN MÎKROSKOPÎK

Li dora me dinyayeke dewlemend heye ku em nikarin bi çavên xwe bibînin. Ew dinya xwediyê hêmanên gelek biçûk e. Bi saya teknolojiyê helbet em dikarin bibînin. Bi teknolojiyê em ketin riyeke dirêj.

Li Îngilistanê saziyeke bi navê Royal Microscopical Society ji Pêşbaziya Wêneyên Zanistî çend wêne parve kirin ku ew wêne xelat girtine.

Hindek wêneyên xelatgirtî yên jiyana mîkroskopîk.

Wêneyê van her du sipihên biçûk bi Mîkroskopa Venêrîna Elektron (SEM) hatine girtin.

Amîpeke bistrî ku xwedî rengên cuda ye û silîkayeke cuda pijiqandiye.

Ev wêneyê larvaya pîşoyê (Phlebotomus) bi 54 wêneyên cuda yên ronahîkirî û bi riya kompîturê hatiye çêkirin.

Polena birengkirî ya kulîlka zêrîn.

Siyanobakteriyên li ser mînakên biyofîlmê yên li goristana binerd a Romayê.

Krîstaleke kalsiyûm-karbonat a ku ji gelek tebeqeyên şeş-goşe pêk hatiye.

Lîfên kollajen ên ji çermê mirovan.

Xirokeke sor a xwînê ku di nav rehekî ziravik de wekî dilan xuya dike.

Wêneyekî mêşa periyê (Mymaridae) ku bi ronahiyeke cuda hatiye girtin.

Ev wêne ji pîrika lingdirêj hatiye girtin ku wek “pirîka kiloxan” jî tê zanîn.

Hêkên kêzikan ên ku bi rengên cuda hatine xemilandin dişibin lîstika bi navê Angry Birdsê.

Blokên kalsiyûm-karbonat wekî platformên li ser hev xuya dike.

Anterek, polenê dibe pergala nêr a zawzê ya kulîlkê.

Wêneyekî ji zimanê pisîkan ku wekî çengalan e.

Krîstala sûlfûrîk a zîvîn.

Plankton an jî nebatên yek-xaneyî yên li ser rûyê okyanûsan dijî.

Ji vexwarineke alkolê ya Îtalyayî dilopek krîstalîze bûye, krîstalên sûkroz bi rengekî cuda xuya dikin.

Serê mêşekê (Drosophila)

Bakteriyê behran

Wêneyek ji rotîferan ku wek “ajalê biteker” jî tê zanîn.

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike