Geşteke asayî bo welatê nepen ne hêsan e. David Guttenfelder yek ji wan kesên ji welatên rojavayî ye ku li Koreya Bakur ewqas dimîne û dibe şahidê gelek tiştan. Wêneyên xelatkirî yên David Guttenfelder nîşan dide ku li Koreya Bakur werzîş û şahî perçeyeke asayî ya jiyana rojane ye.
Wî di sala 2000’an de dest bi serdana welatê îzolekirî kir û di sala 2012’an de jî piştgirî daye ku li Pyongyangê Ofîsa Associated Pressê vebe.
Di nav salan de pê hesiyaye ku li paytext her ku diçe guherîneke çandî pêk tê. Xelkê Koreya Bakur êdî werzîşê dikin, direqisin, basketbol dileyîzin, li navendên atariyê pêşbazî li dar dixin.
Heta avjeniyê jî dikin û şanoyan li dar dixin. Guttenfelder dibêje ew hemû tişt “ji bo mirovên astbilind in”. lê ew tenê jî nakin, ev çand li gelek deveran belav bûye. Va ye bi objektîfa Guttenfelder guherîna civakî ya li Koreya Bakur.
Wêne: David Guttenfelder
Guttenfelder dibêje li Koreya Bakur girîngiyeke mezin ji hunerên performansê re tê dayîn. Wekî ku di wêneyî de xuya ye xwendekareke dibistana maderê xwe ji bo rola çîroka zarokan a popûler amade dike.
Guttenfelder dibêje li dibistan û fabrîkayan bi taybetî ji zarokan re ji bo hunerê dem û enerjiyeke girîng hatiye veqetandin.
Xwendekarên dibistana maderê li hewşeke werzîşê ya li Pyongyangê hînî ajotina bîsîkleteke yek-tekerî biajon.
Rêberê mezin Kim Jong-un bang li wan kiriye ku di warê atletîzmê de bi pêş kevin. Di nav xelkê Koreya Bakur de werzîşa herî popûler paten e. Wekî ku di wêneyî de xuya ye patenger li vê parka ku ji wan hatiye avakirin kêfa xwe dikin
Ji her temenî mirov li parkeke Pyongyangê kom bûne, ligel muzîka ku ji hoparlorê bilind dibe direqisin.
Li parkeke din a li Pyongyangê zarok basketbol dileyîzin. Tê gotin ku Rêberê mezin Kim Jong-un j, ji basketbolê pir hez dike. Wezîra Derve ya berê ya Emerîkayê gava di sala 2000’an de hatibû serdana Koreya Bakur gogeke basketbolê diyariyî Kim Jong-II kiribû ku li ser gogê îmzeya Mchael Jordan hebû.
Li gelek deverên Koreya Bakur navendên atarî û panayîrê gelek navvdar in. Di wêneyî de zarok li panayîrê bi çekeke pêlîstok nîşan digire û guleyên plastîk diavêje.
Li Pyongyangê xwendekarên Zanîngeha Kim II Sungê li hewzekê avjeniyê dikin û kêfa masaja fiskyê jî dikin.
Guttenfelder dibêje komeke xebatkarên fabrîkayê di dema betlaneyê de li hewza avjeniyê ya li Pyongyangê noqî avê dibin û bi têra dilê xwe avjeniyê dikin. Her çiqas nizanibin jî melevaniyê wek hobî dikin.
Zarokên Koreya Bakurî xwe bi balafira sexte ya kaşkaşokê hildikîşînin.
Patenger jî li wan zarokên hilkişandî temaşe dikin. Herwiha hin îkonên Rojavayî, wek Mckey Mouse ya li ser çenteyê jî xwe xistina welatê nepen ê Koreya Bakur. Ew bi serê xwe serkeftineke mezin e.
Avahiyeke kevn a li Pyonyangê bi rengên qada lîstikê cuda xuya dike. Guttenfelder dibêje tevî ku saetên xebatê zêde ne û jiyana taybet di bin kontrolê de ye dîsa jî xelk hewl didE xweştir bijîn.