Nivîs: | Cûneyt Ewrareş |
Mirin di çerxa jiyanê de bi qasî zayînê girîng e. Her çiqas zayîn kêfxweşiyek gerdûnî be, mirin jî û êşa pey re jî ewqas gerdûnî ye. Her çiqas ravekirina vê di nav gelek civakan de curbicur be jî giraniya êşê li her derê heman e.
Li gor zanista derûniyê kesên ku xizmên xwe ji dest didin, pêşî mirinê nikarin qebûl bikin û jê razî nabin û bawer nakin, di asta duyem de jî êdî pê dihesin û qebûl dikin, lê nikarin bertekan bidin û dikevin şokê.
Bi pey re bi bêrîkirineke mezin ew kesê/a mirî tê daxwazkirin, tê xwestin ku bila vegere. Lê bi demê re derûniya mirovan fêm dike ku ev yek jî nikare pêk were û neçariyeke mezin li ser mirovan çêdibe, rih hildiweşe. Herî dawî êş diqede yan jî ditemire lê germahiya wê dimîne û mirov dîsa vedigere jiyana xwe ya asayî. Ji serdemên herî berê heta niha ew rewş heman e, mirovahî her tim heman hestên xwe veguherandiye rîtuelîteyê.
Ev rewş di serdema 21’an de jî heman e. Şîna ku piştî miriyan tê girêdan di hinek çandan de wek axîn û lorîn, di hinek çandan de şahî û mihrîcan, di hinek çandan de jî binaxkirineke bêdeng û xembar e. Lê hemû çand jî kulmeke axê qebûl dikin.
KURDISTAN
Di çanda kurdan de guherînek ewqas mezin tune, mirî tê definkirin û dûv re bi qasî 40 rojan tu şahî û mihrîcan nayê kirin. Lê dibe ku li gelek herêmên Kurdistanê hebin li mala miriyan 40 roj, li mala cînaran jî hefteyek televîzyon nayê temaşekirin, muzîk nayê guhdarkirin. Gava televîzyon û dengek biçe mala şînê ew tê şermezarkirin. Cînarên li nêzî mala şînê jî –heta ku mirin were jibîrkirin- nikarin dawet û mihrîcan li dar bixin .
HINDISTAN
Li Hindistanê kesên ku şîn girê didin berovajiyê gelek çandên din cil û bergên spî li xwe dikin. Piştî çend rojan a mirinê li malê xwarin nayê pijandin. Mirî bi gangajala – ava ji çemê Ganjê- tê şûştin û xweliyê miriyan jî dîsa li heman çemî tê rijandin. Şewitandina miriyan jî li gor kelepora Hînduyan ji aliyê kurê mezin ê malê tê kirin. Lêbelê rêzikek heye divê ew kes serê xwe keçel bike .
ELMANYA
Li Elmanyayê kesên ku xizmên xwe ji dest didin her tim didin pey vê gotinê “Kesên ku ji xweliyê hatine bo xweliyê, kesên ku ji axê hatine bo axê, kesên ku ji tozê hatine jî dê vegere tozê”. Ligel vê yekê li ser menzela miriyên xwe 3 bêr (mere) ax diavêjin.
ÎTALYA
Beriya çend sed salan li Başûrê Italyayê keleopreke berbelav hebû, jinên ku navê prefice lê hatiye kirin ji bo cinazeyê dihatin kîrekirin. Ya ecêb jî ew kesên ku dihatin kîrekirin cil û bergên reş li xwe dikin û diçin li cinazeyan axîn û lorînan didin, digirîn û hawarê dikin. Mirov dibêje qey xwediyê cinazeyê ne. Ew yek di gelek çîrokên me yên gundan de jî derbas dibe. Wekî şîna bi pereyî.
ÎRAN
Li Îranê rengê şînê reş e. Rengê qedexe jî sor e. Herwiha zilamên ku xizmên miriyan in bi qasî 40 roj traş nabin.
MEKSÎKA
Û em hatin Emerîkaya Latîn. Li Meksîkayê rewş li gor ên din hinek cuda ye, na zêde cuda ye. Tevî Meksîka li gelek welatên Emerîkaya Latîn her sal di 1’ê Mijdarê de “Dia de los Muertos” yanê roja miriyan tê pîrozkirin. Ji bo kesên ku mirine şahî mihrîcan tê lidarxistin. Xwarin û mey tê vexwarin, partî tên lidarxistin û bi vî awayî mirî tê bîranîn. Sembola nas a vê mihrîcanê jî kiloxên hişk û ziwa û îskelet in.
Mihrîcana roja mirinê ji goristaneke li Oaxaca, Mexicoya peytextê Meksîkayê. Wêne: Michael Kardos / National Geographic YourShot
JAPONYA
Di çanda Japoniyan de keleporeke bi navê Obon heye ku japonî her havîn rihê bav û kalên xwe dikin mêvanê mala xwe. Xizmên miriyan diçin goristanan û li mala xwe jî bi pêşkêşiya Budîstan xwarin û kulîlk diyarî dikin. Ew kevneşopiyeke ewqas girîng e ku gelek Japon di dema obon’ê de ji kar û xebatên xwe destûr dixwazin û ji bo pêkanîna vê yekê dikevin betlaneyê.
Oboneke li Japonyayê Wêne: Michael Diamant / National Geographic YourShot
Parzemîn Solutions