Nivîs: | Sergio Arnérto |
Hêj baş ne diyar e ku em ê karibin pêşiyê li emîsyona karbonê bigirin an na. Lêbelê gava em nekarîn pêşî li vê emîsyonê bigirin pir zelal e ku êm ê bi siruşteke çawa re rûbirû bimînin: Rojên xirab li hêviya me ne.
Tesîra Germahiya Kişwerî û Îro
Ji destpêka şoreşa pîşesaziyê û vir ve dinya nêzî pîleyekê germtir bûye. Li gor senaryoya herî xirab a emîsyona karbonê ya bi vî awayî, gava em bigihên sala 2070yî dibe ku germahî heya bi 3 pîleyan zêdetir bibe. Bi ser de jî ev germahiyeke pir-hindik a giştiyê gerdûnê ye; û rewşa zêdebûna herêmên dramatîk -ên ku hişkayî û germayî lê zêde ye an jî şilî lê kêm e- nade ber çavên me.
Baş e, ka em binêrin wê di sala 2070yî de bajar bi kişwereke çawa re rûbirû bimînin? Ji bo hinek bajaran bersiva vê pirsê metirsiyeke mezin e: ev jî wê avûhewayeke nû nîşanê me bide ku heya niha li tu bajarên dinyayê tune ye.
“AVÛHEWAYA PHOENIXÊ WÊ BIBE WEK A BELÛCISTANA ÎRO”
Germahî wê zêdetir mirovan bikuje
Kişwera Phoenixê (Arîzona), ji xwe xwediyê germahiyeke kujende ye, lê gava em werin sala 2070yî dê ew jî bi qasî devera Chowki Jamali ya li parêzgeha Belûcistanê germ bibe. Cotkarên herêmê di rewşa îro de -ku em werin sala 2070yî wê ev navber kurttir bibe- serê sibehan û bi navberên kurt dixebitin.
Phoenix di van deh salên dawîn de bi germahiya xwe 34 caran rekor bi dest xist; bêguman stresa germahiya li jîngeha bajarên ku feqîr lê dijîn, ji jîngehên bi dar û ber an jî yên xwedî stratejiyên din bêhtir e. Gava em werin sala 2070yî tê texmînkirin ku li Phoenixê heya nîvê salê jî germahî ji 35 pîleyan borî û mayînde be.
Germahiya kujende ya zêde ne tenê li deverên germ wê li her derê zêde bibe: nemaze bajarên ku binesaziya wan a hênîkkirinê nîne an jî nikarin vê pergalê ji bo xwe peyda bikin wê bikevin tengasiyeke mezin. Lewra ev pergal ji bo wan biha ye û ew ê nikaribin gelheya xwe ji germê biparêzin.
“WÊ KIŞWERA MANÎLAYÊ BIBE WEK A KERALAYÊ”
Gengeşiya heyî ya li ser avê wê zêde bibe
Di nava 50 salî de wê Kişwera Manîlayê bibe wek Idduki (Kerala, Hindistan) ya îro; li Iddukiyê baranên mûsonê yên sala 2018an bûn sedema mirina 400 kesî û bi milyonan mirov ji mal û warê xwe bûn. Îro Manîla di nav metropolên herî şil de ye û bajar her ku diçe mezin dibe.
Tofana Ketsana ya sala 2009an tenê di rojekê de hişt ku Manîla nêzî nîv mîtroyî di bin ava baranê de bimîne; barana ku di mehekê de dibariya, tenê di 12 saetan de bariya û zêdetirî 200 kes kuştin.
Pêkan e ku bi guherîna siruştê li hin deverên tropîk ên Asyaya bakur-rohhilat jî baran bibare. Atmosfereke germtir li deverên tropîk bêhtir avê çêdike û ev jî di serdema baranan de dibe sedema baraneke gij.
Ji xeynî deverên tropîkal, di heman demê de ew germahî hişkesaliyê jî zêdetir dike. Hewayeke germtir dike ku ax û nebat bêhtir avê bimijin û taliya talî jî rûyê erdê bêhtir ziwa bibe. Li hin qadên berfireh ên gerstêrkê wê xelaya avê rabe û li deverên din jî wê av zêde bibe. Çimkî çîroka avê ya dinyayê ji nû ve tê nivîsandin.
Dinya divê ji bo xisarên nedîtî amade be
Gava em bigihêjin sala 2070yî li hin bajarên wek Hanoi, Wîetnam wê siruşteke nedîtî peyda bibe. Li Hanoiya ku germahiya havînên wê dê bigihê heya 38 pîleyan, wê tiştên din jî biqewimin. Herwiha di serdemên mûsonan an jî bageran de wê lêmişt zêde bibe û wê rewşa lehî û şepeliya wê jî were guhertin. Bi stresên germahiya xeternak an jî bi sedema barana zêde û asta ava bahrê ya bilind, wê hin rîskên ku av rabe û bi xwe re bîne hebin. Ev hemû jî wê bi guherîna siruştê ve girêdayî bin.
Lê bi milyonan mirovên ku li bajarên cuda yên çardorê dinyayê dijîn li hemberî hin pirsgirêkên ku kêm tên dîtin wê bêtir neçar bimînin. Her ku qada jiyanê ya pêşiyan berfireh bibe wê xetereya nexweşiyan jî zêde bibe.
Çiqas mirov ji şûn û warên xwe koç bikin wê îhtimala pevçûnan jî zêdetir bibe. Pergalên wan ên binesaziyê dê bi lez hilweşin. Gava em bi lez ber bi vê kişwera nedîtî ve biçin, wê gelek xal û xelekên qels ên nû yên gerestêrkê derkevin û wê ev rewş jî gerestêrka me ya nazik bêtir bixe nav tengasî û gengeşiyên mezintir.
Parzemîn Solutions
Hey em şewitîne me xêr nediye ji vê gerdûnê de bila xerabibe çêtire.
Êdî bes me go biratiya quzilqurt