Hackeriyê çawa dest pê kir ?
HACKERÊN TELEFONAN
Sal: 1878
Şirketeke telefonê hebû,navê vê şirketê Bell Telephone bû. Du ciwanên jêhatî diketin xetên telefonan û bêpere,beleş xeber didan. Xelkê ji vî karî re Hackkirin digot, em dikarin bibêjin ku dîroka Hackeriyê wisa dest pê kiriye. Wê demê ev karê Hackeriyê wek sûcekî nedihat dîtin, wekî tiştekî zarokan dihat hesibandin. Lê dîsa jî şirketên telefonan bi giştî karkerên jin didan xebitandin ku qazancên wan nekeve û kêm nebe. Ji ber ku hê Hackireke jin tunebû.
DENGÊ KOMPÎTURÊ
Niha em werin sala 1960’î ji ber ku kompîtur hatiye îcadkirin û ketiye jiyana zanîngeh û ciwanan,ciwan vê dahênana (îcad) rojane meraq dikin û dixwazin pê mijûl bibin. Lê kompîturên vê demê ewqas mezin in ku bi tenê di saziyên fermî û zanîngehan de hene. Mînak kompîtura ewil li gor gotinan ji tonekî zêdetir e. Ji ber vê jî ji bo kompîturên berê dînozor dihate gotin. Ev dînozoran di hundirê odeyên mezin de bi saya germahiyê dihatin xebitandin.
Li Emerîkayê di zanîngeha MIT de (Massachusetts Institute of Technology) hin xwendekar û asîstan ji bo bikaranîneke hêsantir rêbazek dîtin. Jê re berê Kurterê gotin, paşê jî navê wê kirin Hack. Bi vî awayî kompîtur kirariyên pêwîst leztir û zûtir dikir. Di wan salan de, Dennis Ritchie û Ken Thompson pergala xebata UNIX’ê çêdikin. Pergala UNIX’ê ji kurterêyan pêk dihat.
GILGIL Û FÎQ
Sal: 1971
John Draper kişf kir ku promosyonên Cap’n’Crunch (xwarina gilgilê ye) 2600 mhz deng derdixe ku ev promosyon bi tenê fîqekê bû. John bi fîqê pifê awîzeya telefonê dikir û heta sibê beleş xeber dida. Draper vê rêbazê di demeke kurt de hînî herkesî dike. Polês John Drapper digire û jê dipirse ”Te çima ev kar kir” Drapper li polês dinêre û dibêje ku ”Min malê xelkê da xelkê”.
PERGALA TEXTEYA PEYAMAN
Sal: 1978
Randy Seuss û Ward Christiansen ji bo ragihandin û têkiliyê pergalekê çêdikin. Navê vê pergalê dikin Pergala Texteyê Peyaman (Bulletin Board System ). Êdî Hackerên navdar an jî nûgihîştî hev nas dikirin û bi hev re dixebitiyan. Ev pergal hê jî di roja me de ji aliyê Hackeran ve tê xebitandin.
KOMPÎTURA ŞEXSÎ
Sal: 1981
Fîrmaya IBM kompîtureke şexsî çêdike û dide nasandin. Ev pêngaveke pir mezin bû û bi ‘’ şoreşa teknîkî ’’ dihate binavkirin. Êdî perê te hebûya te dikaribû kompîturek bikiriya û bi kar bianiya. IBM vê salê pereyên pir mezin qezenc dike. Rêveberê IBM’ê wiha digot ”Ev hê lêlê ye em ê lolo jî bibînin.” Dengê înternetê jî êdî hêdî hêdî dihat. Tora leşkerî ARPANET wê veguheriya bibûya înternet. Destên şirketan dixuriya wekî gurên birçî xwe avêtin ser înternetê.
FÎLMÊ WAR GAMES
Sal: 1983
Hollywood dibîne ku Hackerî di nava ciwanan de pir popûler e fîlmekî dikişîne. Navê fîlm War Games (Lîstikên Şer) bû. Fîlm rekoreke mezin şikand û pir hat temaşekirin. Çêkerê vê fîlmî ewqas pere qezenc kir ku di gotarekê de wiha digot: ’’Me bawer nedikir ku em ê ewqas pere qazanc bikin. ’’
Lê rewşa herkesî ne weke sektora fîlmçêkeran bû. Rêveberê wê çaxê yê fîrmaya FORD’ê ji qehran daxuyaniyekê dide rojnameya Times’ê dibêje ku ”ev eşqa kompîturê karên me kuşt êdî kes erebeyan nakire.”
KOMA HACKERAN-LEJYONA QIYAMETÊ
Sal: 1984
Vê salê komeke Hackirî tê avakirin. Kom ji aliyê Lex Luthor ve tê damezrandin. Navê komê dike Lejyona Qiyametê (Legion Of Doom). Ev rêxistin ji bo Hackeran pêngaveke mezin bû. Êdî dema çalakî û xebatên hevpar û rêxistinî hatibû. Ev koma Sîberî-online di dema xwe de pir navdar e. Hackerên herî baş di vê rêxistinê de kom dibin ev jî hikûmeta Emerîkayê dixe nav tirsekê.
ŞERÊ NAVXWEYÎ
Piştî salekê di nava Lejyona Qiyametê de şerekî navxweyî derdikeve. Phiber Optik bi hevalê xwe Erik Bloodaxe re şer dike û ji komê tê avêtin. Ev bûyer Lejyona Qiyametê parçe dike. Phiber Optik komeke nû ava dike û navê komê jî dike Masters Of Deception (MOD). Koma MOD xetên telefonan kilîd dikin,xeberdanên hin kesan guhdarî û qeyd dikin,agahiyên şexsî didizin. FBI, Phiber Optik û 4 hevalên wî digire û dixe girtîgehê.
ZAGONÊN DIJWAR
Sal: 1985
Dewleta Emerîkayê ji bo astengkirina bûyerên Hackeriyê zagonên cur bi cur derdixe. Kongre hefteyekê li ser qanûnên nû dixebite. Êdî Hackerî wekî tiştekî zarokan nedihat dîtin. Yasayên pir dijwar hatin derxistin.
VÎRÛSA MORRIS
Sal: 1988
Robert Morris bi kurmikên înternetê (Internet worm) 6000 kompîturan hildiweşîne,dawiyê 10 hezar dolar cezayê pere dide û bi saetan jî di xizmeta civakî de dixebite. Kevin Mitnick dikeve tora şirketa Digital Equipment Company’ê hemû agahiyên şirketê tevlihev dike û tê girtin ji ber vê salekê di girtîgehê de dimîne. Kevin Poulsen dikeve xetên telefonan piştî 17 mehan şûn de ji aliyê FBI’yê ve tê girtin.
KGB Û ALMANAN
Sal: 1989
Hackerên ku girêdayî komeleya Chaos Computer in dikevin pergalên saziyên fermî yên Emerîkayê kod û agahiyên saziyan bi dest dixin û difiroşin KGB’yê. Êdî Hackerî bûbû amûreke sîxuriyê. Ev bûyer ji bo operasyona Credux’ê bû bingehek. Dewleta Emerîkayê derdiket nêçîra Hackeran…
OPERASYONA CREDUX’Ê
Sal: 1990
Hikûmeta Emerîkayê ji bo girtina hemû Hackeran operasyona Credux’ê pêk tîne. Operasyon li 14 bajaran pêk tê. Pir Hacker tên girtin. Lê ev operasyon dîsa jî encameke teqez nayne. Hackerî mîna nexweşiyekê di nava ciwanan de belav bibû.
Sal: 1994
Vladimir Levin ji bo Mafyaya Rûsan dixebite û ji kompîturên Citibank’ê 10 milyon dolar didize. Levin piştî salekê di balafirgeha Heatrow’ê de tê girtin.
Sal: 1995
Kevin Mitnick dîsa tê hepskirin ji ber ku 20 hezar heb kartên krêdiyê dizine. Dadgeh cara ewil Hackerekî bi kefaletê serbest bernade,Kevin bi salan di hundirê hepsê de dimîne.
BACK ORIFICE Û TROJAN
Sal: 1988
Back Orifice ji bo Hackkirinê bernameyekê çêdike û di konferansa The Cult of Death Cow (DefCon) de dide nasandin. Navê bername Trojan e. Trojan wekî sîxurekî diket pergala kompîturê û dizî dikir . Ji wê salê heta roja me ev bername ji aliyê Hackeran ve tê bikaranîn. Bername cara ewil ji aliyê Ehud Tenebuaum ve tê ceribandin. Ehud dikeve pergalên Pentagonê û kodên leşkerî didize. Ehud bi salan di girtîgehê de dimîne.
VÎRÛSA MELISSAYÊ
Sal: 1999
David Smith vîrûsekê çêdike û navê evîndara xwe dide bernameyê. Bi vîrûsa Melissayê dikeve pergalên 300 şirketî û hemû agahiyên wan bi dest dixe û jê dibe. 300 şîrket 400 milyon dolar zirarê dikin. Piştî vê bûyerê Microsoft ji bo astengkirina êrîşan bernameyên parastinê çêdike.
VÎRÛSA EŞQÊ
Sal: 2000
Hackeran bi vîrûsa eşqê pergalên malperên eBay,Yahoo û Amazon hildiweşînin. Kodên bernameyên Windows û Officê ji Microsoftê didizin.
CUREYÊN HACKERAN
Li gor pisporan 5 cure Hacker hene:
- Hackerên Dibistanî: Hackerên dibistanî pergala înternetê analîz dikin û hînî naveroka wê dibin. Di kirinên wan de tu carî zerardayîn tune ye. Armanca wan zêdetir zanistî ye.
- Hackerên Jêhatî: Hackerên jêhatî zirarê didin pergal û malperan. Ew bi hilweşandinê xwe îfade dikin. Li dijî hin tiştan hêrs û nefretên xwe wisa derdixin holê,bi giştî ciwanên nûgihîştî ne.
- Hackerên Profesyonel: Hackerên profesyonel Hackkirinê bi tenê ji bo pere dikin. Dikevin pergalên sazî û şirketan agahiyên wan didizin û difiroşin hin kesan.
- Nivîskarên Vîrûsan: Nivîskarên vîrûsan bi kodan vîrûsan çêdikin û wan belav dikin înternetê.
- Hackerên Siyasî: Hackerên siyasî bi armanc û hedefên siyasî tevdigerin. Li gor fikr û ramanên xwe çalakiyan pêk tînin.
HACKER JI BO ÇALAKIYÊN XWE KÎJAN BERNAMEYAN BI KAR TÎNIN….
Hacker bernameyên Trojan (RAT=Remote Access Tools) bi kar tînin. Em dikarin bibêjin ku nêzîkî 300 cureyên wan hene. Ji bo xebitandina Trojanê sê parçe lazim in: Server,Client û Editor. Ev sê parçe saziya Trojanê pêk tîne. Parçeya Server deriyên pergalê vedike,parçeya Client bingeha çalakiyê sererast dike ,parçeya Editor çalakiyê pêk tîne. Îro di roja me de Hacker zêdetirîn Trojanên Bladerunner, Deepthroat, Girlfriend, Schoolbus, Netbus, Subseven, Striker, Doly, Wincrasher, Voodoo û Netsphere bi kar tînin.
HIN HACKERÊN NAVDAR
Adam Beberg: Projeya Cosm’ê çêkiriye
Dennis Ritchie & Ken Thompson: Pergala UNIX’ê ava kirine.
Dmitry Sklyarov: Taybetiyên şîfrekirina PDF’yê dîtiye.
Douglas Engelbart: Bernameya Remailerê nivîsandiye û pergala NLS’yê çêkiriye.
Ian Murphy /Captain Zap: Ketiye pergalên telefonan û beleş xeber daye.
Johan Helsingus: Bernameya Remailerên Anonîm nivîsandiye.
Kevin David Mitnick: Di cîhanê de çiqas pergal hene ketiye hundirê wan.
Kevin Poulsen: Ketiye tora sazî û şirketan.
Mark Abene (Phiber Optik): Prensîbên xebitandina telefonan kişf dike.
Richard Stallman: Bi bernameyên taybet êrîşî kompîturan kiriye.
Timothy Lloyf: Pergalên şirketan hilweşandine.
Vladimer Lenin: Ji banqeyan agahiyên taybet dizine.
Iskorpitx: Hackerekî Tirk e. Malper û pergalên çepgir û Kurdan hilweşandine. Ji sala 2003 û heta roja me nêzîkî 30 hezar malper hilweşandine. Çi ecêb e ku Iskorpitx hê jî nehatiye girtin.
Li gor pisporên Ewrûpayî Iskorpitx komek e. Li gor lêkolînekê di dinyayê de Hackerên herî çalak Tirk in. Her sal bi hezaran malper û pergalan hildiweşînin. Hackerên Tirk pirtirîn Trojanên Subseven û Netbus bi kar tînin.
DAWÎ Û ENCAM
Hin kes Hackeran qehremanên romantîk lê hin kes jî wan sextekar û bênamûs dibînin. Ji îcadkirina telefon û kompîturan heta roja me pir Hacker derketin û pir bûyerên Hackerî qewimîn. Carinan Hackerî bi rûyê sextekariyê carinan jî bi rûyê siyasî derketiye pêşberî me. Lê divê em ji bîr nekin ku Hacker û Hackerî rastiyeke roja me ye. Ew ê herdem hebe.
Em ê bi gotineke Aldous Huxley nivîsa xwe biqedînin. ‘’Hacker bi armancekê tevdigere hem romantîk e hem zalim e Hacker dikare bibe şoreşgerek an jî belengazek’’
– Occo Mahabad