DAIŞ berhemên dîrokî yên hezar salî di teqîne, di nav wan de cih û warên arkeolojik jî hene.
Milîtanên Islamî, li Iraq û Sûriyeyê bi buldozer û bombeyan êrîşan dibin ser keleporên çandî yên herêmê. Bi vê yêkê di şer de merxaleyeke nû dest pê kir.
DAIŞ’ê li Rojava û tevî hin deverên Başûrê Kurdistanê li bakurê Iraqê qadake berfireh xiste bin destê xwe. Rêxistin, şaristaniya Iraqê, dîrok, berhemên çand û hûnerî talan û xira dike. Endamên rêxistinê di dawiya meha Sibatê de peykerên ku di Mûzexaneya Mûsilê de bûn, bi tevir û mîrkutan rûxandin. Rêxistinê dema ku Mûzexaneyê hilweşandin, ew kişandin videoyê û li ser malperekê weşandin.
Hefteya borî, Wezareta Berhemên Dîrokî û Tûrizma Iraqê da xuyakirin ku milîtanên DAIŞ’ê li bajarê kevneşopî kavilên beriya hezar salan talan kirine. Di nav wan de sê bajarên ku ji Asûriyan ma ne û ji bajarê Romayan Hatrayekê heye û ev hatra di listeya Kelepora Cîhanê ya UNESCO’yê de ye.
Li herêmê, şerê navxweyî bû sedema mirina 200 hezar kesan û bi milyonan mirov ji mal û warê xwe reviyan. Rêxistina DAIŞ’ê bi nêrîneke bidestxistina herêman dikeve şer û her çiqas wisa bibe jî rehetiya ku piştî wan tê dibe şelandin û talankirina berhemên dîrokî.
Her çiqas ji herêmê agahî werin jî arkeolog diyar dikin ku derbarê xerakirina berheman de hêj jî delîl pir hindik in. Di destê rayedaran de tenê dîmenên Mûzexaneya Mûsilê hene. Derbarê bajarê kevnar Hatra û Nîmrudê de bê ciqasî hatiye xira kirin hêj tu agahî nîne.
Peywirdarê Iraqê ya Enstîtuya Arkeolojiya Elman Margarete van Ess got, “Wêneyên ku li herêmê çiqas zirar hatiye dayîn tune ne. Divê em bizanin ka çiqas zirar hatiye dayîn”.
XIRAKIRINA BÊMANE, HINCETÊN BÊBINGEH
Di videoyê de ku di meha 25’ê Sibatê de hat weşadin milîtanên DAIŞ’ê bi îdîaya Islamê Mûzexaneya Mûsilê dirûxînin. Endamekî DAIŞ’ê dibêje; “Me ji Pêxemberê xwe fermana rûxandin û talankirina pûtan standiye. Xirbeyên li pişt min, ev pût û peyker in ku ji dewla Xwedê tên hesibandin.”
Van Ess dibêjE, li pişt van êrîşan mirov armanca fêm neke jî rastiya vê rewşê ji hole ranake. Van Ess ji bo milîtanan jî “Mirovên gelekî oldar tu pirsan nakin, ez bawerim hin kes bi rastî jî bi wan tiştan bawer dikin.”
Ev tişt ne cara ewil e hatiyê serê herêmê. Piştî dagirkirina di sala 2003’an de hezên Emerîkayê li ser xirbên Babîlê baregehek ava kiribûn û bi buldozeran cihê kevnar xera kiribûn. Li herêmê piştî alozî û şerê navxweyî, talankirin û diziya berhemên dîrokî zêde bûn. Mînak, Mûzaxaneya Mûsilê di sala 2003’an de hat talankirin. Beriya ku rêxistina DAIŞ’ê bajêr bi dest bixe, ji bo parastina berheman, ew bo Bexdayê hatin şandin.
Van Ess diyar kir ku ew li ser parvekirina dîmenên hilweşîn û rûxandinê aceb dimîne û wiha dibêje: “Ev zirara ku hatiye dayîn û ev xerakirin ne rewşeke taybet e. Her dem şer dibin û di dîrokê de ev tişt her dem wiha bû ne. Ya nû û ya ku ez eceb dimînim rê û rebaza wê ye ku Cîhanê re parve dikin.”
IRAQ – HATRA
Beriya Islamiyetê di salên 300’an de bajarê Hatra ne di bin destê Împaratoriya Romayan de bû. Hatra bajarekî di nav keyatiyeke serbixwe de bû. Bajarê Hatra, bi avahîsaziya xwe di bin bandora Grekî û Romayan de ma ye. Bajar şahidê navenda bazirganiyê ya Riya Hevrîşimê kiriye. Herwiha bajar di sala 1985’an de ketiye lîsteya Keleporên Cîhanê ya UNESCO’yê.
Tê diyar kirin ku bajar dema ku di havînê de dikeve destê DAIŞ’ê wek baregeheke perwerdehî û cebilxaneyê hatiye bikaranîn. Tê diyar kirin ku dawiya meha Sibatê jî bi buldozeran hatiye talankirin. Rêvebirê Giştî yê UNESCO’yê li ser van rûdanan wiha gotibû: “Talan û xirakirina Hatrayê, stratejiya talankirina çandî ya li hemberî Iraqê ye û ev tiştên ku tên kirin merxaleyeke girîng e.”
NÎNOVA
Asûrî beriya Islamê di salên 900 û 600’an de gelek cihên berfireh bi dest xistibûn û bi awayekî êrîşkar di Rojhilata Navîn de împaratoriya herî dewlemend ava kiribûn. Şah û hikûmdarên Asûrî li Kurdistanê li hin bajaran rêvebdibirin. Nînova jî yek ji wan bû. Nînova beriya Islamê di salên 700’an de di bin Rêveberiya Sinahheribaya Împaratoriya Asûran de bû. Nînova demeke bajarê herî mezin yê cîhanê bû.
DAIŞ’ê dema ku di sala 2014’an Nînova bi dest xist, Cîhanê berê xwe da bajêr. Peykerên Nînovayê li Mûzexaneya Mûsilê bûn. Wekî ku di dîmenan de xuya dike, dema ku mûzaxane hat talankirin, hin berhem zirar dîtin. Di nav wan peykeran de ku zirar dîtin, deriyê Nîrgal yê li bajarê Nînovayê ya ku bi “lamassu” tê binavkirin heye. Herwiha peykerê “lamassu” wek gardiyanekî bi nivî mirov û bi nivî heywan tê nasîn.
MUZEYA MÛSILÊ Û PIRTÛKXANE
Dema ku DAIŞ’ê bajarê Mûsilê bi dest xist, derbarê talankirina pirtûkxane û zanîngehan de nûçe hatin. Destnivîsên beriya sedsalan dizîn, bi hezaran pirtûk, di bazirganiya hûnera navneteweyî de şopa wan hat winda kirin. Herwiha Pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê di meha Berfenbarê de hat şewitandin. Di dawiya meha Sibatê de jî êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn. Nîşaneke din jî Mûsilê Pitûkxaneya Gel a Navendê ya ku di sala 1921’an de hatiye avakirin û ji aliyê rêxistinê ve hate teqandin. Bi teqînê bi hezaran destnivîs, amûr û alavên ku ji aliyê zanyarên Ereb ve hatibûne bikaranîn, tune bûn.
Milîtanên rêxistinê dema ku videoya êrîşa ser Mûzexaneya Mûsilê weşandin, di heman de me pirtûk jî dişewitandin. Milîtanên rêxistinê peyker qulibandin, qetên din jî bi çakûçan perçe dikirin. Ev mûzexane, piştî Mûzexaneya Iraqê, muzaxaneya herî mezin bû. Di nav peykeran de berhemên herî girîng yên ji Hatra û Nînovayê hebûn.
Van Ess diyar kir ku ji bo zirardayîna DAIŞ’ê bê fêm kirin divê kesekî pispor dîmenan temaşe bike. Bi temaşakirina dîmenan sexte an jî rastiya berheman, dê bê zelalkirin. Herwiha, berhemên orjînal li Mûzaxaneya Iraqê ne.
NÎMRUD
Nîmrud, beriya 3200 salan paytextê Asûriyan ya ewil bû. Avahî, hêz û dewlemendiya împaratoriyê diyar dikir. Di sala 1840’an de arkeologên Îngilîzî dest bi xebatên kolandinê kirin. Peykerên mezin şandin Mûzexaneyên Cîhanê. Di nav wan de hin li New Yorkê, li Metropolitan Museum of Artê ne, hinek jî li Londonê li British Museumê ne. Lê piraniya berheman li Iraqê ma ne.
Qada arkeolojîk cihekî gelek berfireh e. Diwarekî ji axê 3,6 mîtro cih digire. Wezareta Berhemên Dîrokî û Turîzma Iraqê da xuya kirin ku DAIŞ’ê hin beşên qada kolandinê bi buldozeran xirakiriye, lê nizanin ka çiqasî zirar hatiye dayîn. Derbarê vê yekê de agahiyên zelal tune ne. Rayedar hevî dikin ku hin beşên bajarê dîrokî ji bin axê derneketinr û di bin axê de parastî ma ne.
HORSABAD
Horsabad, paytextekî Asûriyan ya ku çend kîlomîtro durî Mûsilê ye. Qesra li vir beriya Islamê di navbera salên 717 û 706’an de ji aliyê Şahê Asûrî Sargon ve hatiye çêkirin. Peyker û neqşên gelek baş hatine parastin. Di wêneyan de hûn dikarin, serkeftinên Asûrî û merasîmên Şahî bibînin.
Piraniya neqş û peykeran di sedsala 19’an de di xebatên kolandina Fransiyan de û di salên 1920 û 1930’an de li Chicagoyê ji aliyê tîmên Enstîtuya Rojhilat ve hatine hilgirtin. Berhem li Bexdayê di Mûzexaneya Iraqê, li Chicago û Parîsê di Mûzexaneya Louvreyê de tên parastin. Di nav vî şerê navxweyî de tu kes nizane gelo DAIŞ’ê kîjan cih ji xwe re kiriye armanca xirakirinê.
Van Ess dibêjê, “Wêneyên ku zirara berheman diyar dike, li ber destê me tune ne. Agahiyê ku em dizanin ev in ku ji welatiyên herêmê û yên ku ji Wezareta Berhemên Dîroka Iraqê tên.”
MIZGEFTA PÊXEMBER YÛNIS
Mizgefta Pêxemberê Yûnis, li Mûsilê ji bo pêxember Yûnisê ku di Încîlê de jî navê wî derbas dibe û ji aliyê misilmanan jî tê qebulkirin, wek diyariyeke ji bo pêxember Yûnis hatiyê çekirin. Lê milîtanên rêxistina DAIŞ’ê Islama tundrew qebûl dikin, ji ber vê yêkê rezê li Pêxember Yûnis nagirin. Milîtanên rêxistinê di 24’ê Tîrmehê de mizgeft vala kirin û bi bombeyan teqandin.
MENZELA MELE DUR
Li nezî bajarê Samarrayê tirbeya Mele Dur heye. Ev tirbe mînakeke mîmariya Islamê ya serdema navîn bû. Di meha cotmehê de ew jî hat teqandin.
SÛRIYE – APAMEA
Di dewra Romayan de bajarê bazirganiyê ya herî dewlemend Apamea bû. Beriya ku DAIŞ derkeve hole, di şerê Iraqê ya navxweyî de hatibû talankirin. Di dîmenan de ku ji peykê hatine girtin xuya dike ku li cihên dîrokî kortal hene. Hat diyakirin ku mozaîkên dema Romayan de yên ku cihê wan ne hatibû diyarkiri, ji cihê xwe hatine derxistin û ji bo firotinê hatine jêkirin. Tê îdîakirin ku DAIŞ’ê ji firotina berhemên kevnar parekê distîne û ji bo êrîşên xwe ji berheman bi milyonan dolar berhev dikin.
DURA-EUROPOS
Dura Europosa, li Çemê Firadê ya ku berê warê Grekiyan bû, piştî demekê bû qereqola rojhilat ya Împaratoriya Romayan. Li bajêr dêra herî kevn, kenîşteya Cihûyan, gelek cihên îbadetxane û avahiyên serdema Romayan hebûn. Bi dîmenên peykê xuya dike ku milîtanan rêxistinê, ol û dîrok qet nefikirîne û hema talan kirine.
MARÎ
Marî, di serdema tûncê de beriya Islamê di navbera salên 3000 û 1600’an de dest bi pêşveçûnê kir. Arkeologan li Mariyê qesr, îbadetxane, berhemên ji kîl û arşîvên berfireh keşf kirin. Li gorî raporên welatiyên li herêmê daneyên peykê, cihên dîrokî bi taybetî Qesra Keyatiyê her dem tê talankirin.
– Menazîr Aslan (Andrew Curry, National Geographic)