Wesayîta fezayê ya bi navê Rosettayê dîmenên nû yên dûvstêrka 67P/Churyumov-Gerasimenkoyê bi dest xistin. Di wêneyan de xuya dibe ku wesayît çiqasî nêzîkî tavê dibe, dûkela li ser ruyê wê zêdetir dibe.
ESA ango Ajansa Fezayê ya Ewropayê, wêneyên nû yên dûvstêrka 67P’yê weşandin ku ji aliyê wesayîta fezayê ya bi navê Rosettayê hatine kişandin. Wêne di navbera 31’ê Çileyê û 25’ê Adarê de hatine kişandin. Wesayîta 67P çiqasî nêzîkî tavê dibe, gazên li ser ruyê tavê ewqasî tên dîtin ku ji ser tavê belav dibin.
Mesafeya di navbera tav û dûvstêrkê dê herî kêm dê di meha tebaxê de dakeve. Dûvstêrk û girseya gazê ya bi navê ‘coma’yê dê ji ber helandina li ser ruyê qeşayê li hev dipêçin.
Di wêneyan de ku ESA’yê weşandin, dîmenên di 31’ê çileye de yên 67P’yê li aliyê çepê, li jorê cih digire û rewşa wê ya di 25’ê Adarê de jî li aliyê rastê ye. Hat ragihandin ku mesafeya di navbera tav û dûvstêrkê, di her du rojan de jî li gorî rêzê 363 û 300 milyon kîlomîtro ye.

Ajansa fezayî ya Ewropayê (ESA) destnîşankir ku heke ev dûrayî dakeve asta herî kêm, ew gaza wekî porê dûvstêrkê tê binav kirin, dê bi 10 hezaran kîlometreyan dirêj bibe.
Dûketbûna her ku diçe zêde dibe, dê terîka cismên asîmanî bi 100 hezaran kîlomîtroyan dirêj bike û dê ev şopên dûvdirêj ji teleskopên li ser rûyê dinyayê were dîtîn.
Wesatîta fezayî ya bi navê Rosettayê, di Tebax’a 2014’an de dest bi şopandina dûvstêrka 67P’yê kiribû.
Rosettayê ev cismê asîmanî ji dûrahiyeke bi qasî 6 kîlometreyan şopandibû û di Mijdar’a 2014’an de wesayîta kifşê ya bi navê Philae’yê daxistibû ser rûyê vê dûvstêrkê.
Ji ber ku Philae li aliyê sî yê dûvstêrkê hatibû daxistin fonksiyona xwe ya çalakbûnê rawestandibû û di hefteyên dawî de hewldanên sînyal wergirtina ji vê wesayîtê bê encam man.
– Şabiye Aydin / Misto Dêrik