EM ÇAWA DIKARIN PIR-RENGIYA LI JIYANA BEJÎ BIBÎNIN?

Nivîs: Cûneyt Ewrareş 

Fikra herî popûler ew e ku li tropîkan jiyana herî pir-rengî heye. Lêbelê piştî ku me deverên din dîtin dawî li vê fikra me hat. 

Hûn dixwazin biçin ku derê ku bi rengên bêhempa yên siruştê xwe bidin ber tavê?

Pir kesên ji me dê di heman kêliyê de bixwazin biçin tropîkan. Ji salên 1800’î heta niha ve geştûgûzaran dîtiye ku li tropîkan rengên nuwaze yên metelhişt hene. Ji tûtiyan heta perperokan, ji orkîdeyan heta çûkên bihuştê. Ajalên tropîkal neqşên stûr ji tûrkûazê yên li ser sor, şîn û keskê nîşan dan. Li gor şiruştnas Alfred Russel Wallace ew tişt “dewlemendiya nuwaze ya rengan e”.

Lêbelê dibe ku mirov li ser vê yekê bikeve qisawetê. Li gor encamên ku hatine bidestxistin jiyana bejî ya ajalên ku difirin û li deverên hêwî dijîn bêhtir rengîn in. Ango ajalên vê cîhanê nuwaze ne.

2

Li Queenslandê Tûtiyekî heftrengî (lorikeet)

Rhiannon Dalrymple di dema xwe ya doktoraya xwe ya li Zanîngeha New South Walesê ya Sydneya Awistralyayê de rengên cuda yên cureyên din û yên jiyana bejî bi hev re muqayese kir. Ew ji wê demê heta niha li zanîngeha Hamline ya li Saint Pula Minnesotayê xebatên xwe didomîne.

Dalrymple dibêje “gava me dest pê kir, ez difikirîm ku ez tenê fikreke kevin piştrat bikim”.

Xebatên berê xwedî nakokî bûn, lêbelê her xebatek tenê jiyana kovî ya tengezar test dikir û li ser rengên wan bûn ku mirov dibînin.

Di lêkolînên dawî de jî tenê li peravên rojhilat ên Awistralyayê 1333 cure çûk, perperok û kulîlk hatin dîtin. Ew lîste ji daristanên tropîk heta deverên hênik û makiyan dirêj dibû.

3

Li herêma Queenslanda Awistralyayê cureyekî rengîn a perperokan.

Cureyên ku di lîsteyê de ne bi deverên ku lê dijîn û bi rengê xwe yên xwezayî û li ber tirêjên jêr-mor hatine girtin yek bi yek qeydkirî ne. Li tropîkan hat nêrîn ku ew reng gelo li wan deran çawa ye, tarî an jî zelal e.

Hat dîtin ku reng ji bakur heta başûr naguhere. Lêbelê gava mirov ji tropîkan derdiekve rengên jiyana bejî zêdetir tarî û berovajî ne. Li ser vê tespîtê hêmayên lawaz hatin peydakirin.

Dalrymple pê bawer e ku wan fikrên mirovan berovajî guhertine.

 

5

Çûka Bihuştê

Lêbelê hêj gelek kes hene ku bi vê yekê ne bawer in. Ji zanîngeha Seula Koreya Başûr Jonathan Adams dibêje lêkolîn li ser rojhilatê Awistralyayê zêdetir dibin û ne rast e ku liv û tevgera biyolojîk a vê derê li gor seranserê dînyayê bibe mînak.

Adams di sala 2014’an de li ser 247 cure perperokan lêkolîn kiriye û dîtiye ku ew perperok li Floridaya tropîk û herêma hênik Maineyê rengîntir in. Adams dibêje ew cihên ku wî lêkolaye zêdetir xwedî kîşwerên cuda ne.

Herwiha him Dalryple, him jî Adams ji bo ku zêdetir cure lêbikolin ji koleksiyonên mûzexaneyan sûd wergirtin. Lêbelê di wan koleksiyonan de dibe ku zêdetir bala wan biçe ser jîndarên rengîn.

4

Ji ber ku piraniya wan koleksiyonan ji wan bazirganan hatine kirîn ku derdê wan tenê qezanckirina pereyan e. Ji ber vê yekê ew bazirgan li şûna ku jîndarên reng-çilmisî bînin diçûn ajalên rengîntir dianîn. 

Dalrymple bi vê yekê bawer dike; ew veguherînên di koleksiyonan de tesîra feraseta wî dike ku rengê ajalên tropîk ên Ewropayiyan cuda ye.

Lê Adams berovajî difikire. Adams dibêje ew naxwaze bi awayekî pêşdaraz tevbigere ku deverên tropîk zêdetir reng dihewîne an na.

Parzemîn Solutions

Şîrove Bike