Îro yek ji pirsên ku zêdetir tê pirsîn ew e, ku ji aliyê hevalên dixwazin kompîturan kom bikin tê pirsîn: “ Gelo ez wek kirarî[1] kîjan bistînim, Intelê an jî AMD’ê bistînim? Ez dixwazim bibêjim ku hebûna bersiva vê ne teqez e, û bersiva wê dibe ku ji derveyî van her duyan be jî. Divê kirariya ku hûn ê tercîh bikin, li gor karê ku hûn dixwazin bikin be. Hûn dixwazin di kompîturê de bi bernameyên xurt yên vîdeoyan re mijûl bibin an mebesta we tenê torên civakî ango Face û Twitter û lîstok in? Li gor bersiva van, hûn dikarin kirarên xwe diyar bikin.
Ez dixwazim pêşî behsa Intel’ê bikim. Min bi salan Kirariyên AMD û Intelê bi kar anî û ji ber ku van Kirariyên min bikaranîn ji aliyê taybetmendiyan ve nêzî hev bûn, min bi tenê cudahî di grafîkan de dît. Ji ber ku Intel bi kampanyayên reklaman û bi çêkerên kompîtiran ve peyman daniye, bazara Kirariyan bi piranî di destê Intelê de ye, lê belê ev Intelê nake nuwaze. Bi gelemperî di kompîturên ku nû tên stendin de, kirariyê Intelê tê de hene, ev stratejiya Intelê bi rastî jî bi kêr tê. Herî dawî serkeftina xwe, bi i3, i5 û i7ê ve didomîne.
Niha jî em ê derbarê Kirariya AMDê de biaxivin û pişt re em ê Kirariya AMDê û ya Intelê bidin ber hev. Me AMDê zêde nebihîstiye, sedema wê jî pêkanîna polîtîkaya reklaman û bikaranîna teknolojiya Intelê ye. Belê, we xelet nebihîst, AMD bi peymanê ve Kirariya Intelê bikartîne, ev yek jî AMDê gavekê bi şûn ve dixe, lêbelê ev nayê maneya ku tiştekî ne baş e. Ji ber bihayê xwe li welatê me Kurdistanê zêde îtibar nedît, li gor mirovên me, ya biha kîjan be ya baş jî ew e, lêbelê tiştekî wiha tune ye. Divê ev berhemên xweş, guhertoya nû AMD Phenom™ II, AMD Athlon™ II û AMD FX’ neyên paşguh kirin.
Em derbasî neyînî û erêniyên kirariya Intel û AMDê bibin. Intel bi gelemperî di cihazên mobîl ên nû de û di kompîturan de performansek gelek bilind pêşkêş dike, lêbelê AMD bêhtir di kompîturan de ji bo karta ekranê çêtir tê dîtin. Lê belê gava em tên mijara kompîturên Desktop’an, kar hinekî tevlî hev dibin… Kirariyên AMD’ê, li gorî kiriyên Intelê bêtir stabil dixebitin lê belê germahiya wê ya asayî li gor Intelê bêtir germ e û ev carina dibe sedema girtina sîstemê jî. Kirariyên AMD’ê bêtir bideng dixebitin û ger neyê hênikkirin, wê ji ber germbûnê enerjiya xwe zêdetir bi kar bîne. Intel dibe ku hinekî biha be lê belê teknolojî û veguhestina daneyan bêtir bi pêş ketiye. Li gor vê yekê, sedemeke ne bikar anîna Intelê jî nepêkaniya guhertina wê ye. Guhertina kirariya Intelê zor û zahmet e û bi piranî hûn mecbur dibin ku bi tevayî çîpseta wê biguherin.
Di Intelê de, egera overclock-kirinê[2] ji ya AMD’ê kêmtir e û kesên ku AMD’ê bikar tînin bi bihayê kêm performanseke bilind bi dest dixin
Ji bo kesên ku dixwazin bi pereyekî kêm, pergaleke asayî bidestbixin AMD tercîheke baş e. Lê belê ji bo performansek bilind û butçeyeke mezin ez Intelê pêşniyaz dikim.
[1]Kirarî – processor / CPU
[2] Ji bo performansê kirarî didin zorê
Çavkanî: Kovara Zanko