ENDEZYARIYA AVAHÎSAZIYÊ KU RÊBERIYA ŞARISTANIYÊ DIKE

Endezyariya Riyan [Joshua Van Lare / National Geographic YourShot]
Nivîs: Harun Delikaya | Wêne: National Geographic YourShot

Dema ku mirovan dev ji koçberiyê berdan û bi cih û war bûn, êdî dest bi çandiniyê kirin û hêdi hêdî gundên ewil hatin avakirin. Çandina di deştên mezin de pêdiviya lihevkirina însanan derxist meydanê û hin pîşe çêbûn ku bi awayekî rasterast ne girêdayî çandinê bûn lêbelê têkiliya wan bi çandinê re hebû. Wekî rêvebir, hunermend, hesinkar, kolyarên cihokan.

Mike Deere, National Geographic Your Shot

Tûnelên binerd ên li Londonê [Mike Deere, National Geographic Your Shot]

Vedana cihokan a ji bo avdana erdên çandiniyê, çêkirina avahiyên mîna xaniyan ji bo endezyariya avahiyan xebatên ewil bûn. Di heman demê de xebatên ewil ên endezyariyê bi gelemperî yên endezyariya avahiyê ne.

Ferhenga Zaravên Teknîkî, endezyariya avahiyê wiha rave dike: “Beşa endezyariyê ya ku karê hilberîn û bikaranîna alav û amûrên avadaniyê jî tê de her cure karê avahî, avahîkarî û avadaniyê bi rê ve dibe.” – Hûn dikarin ferhengê ji vir peyda bikin.

Endezyariya avahiyê ew zanist e ku kereste û teknîkê bi awayekî baş berhev dike, bi plan, proje û venêrîna avahiyan re mîjûl dibe. Ev zanist bi avakirina bîna, bendav, balafirgeh, pir, rê, kemera avê, kêzin û şebekeya avê re mijûl dibe. Yek ji mînakên ewil ên endezyariya avahiyê pîramîdên Misrê (B.Z. 2700-2500) yên bihişmet û nepenî ne. Yê ku bi avakirina van re mijûl bûye wezîrê Fîrewn Zoşer ango Îmxotep e ku wek endezyarê avahiyê yê ewil tê zanîn.

Ev zanyarî bi demê re pêş ve çûye. Li Yewnanistana kevnar, li Romayê, li şehînşahiya Çînê û li deverên din gelek berhemên qerase, zexm û şareza hatine avakirin.

Wekî têgeh endezyariya avahiyê di sedsala 18. de bi awayê ‘civil engineering’ ango endezyariya sivîl dihate bikaranîn, li vir peyva ‘sivîl’ ji bo vawêrkirina endezyariya sivîl ji ya leşkerî dihate bikaranîn. Avakarê Fanûsa Eddystoneyê John Smeaton cara ewil xwe wek endezyarê avahiyê bi nav kir.

Navenda Konvesyonê ya li Los Angelesê Myriam Beatriz Mahiques

Navenda Konvesyonê ya li Los Angelesê [Myriam Beatriz Mahiques, National Geographic Your Shot]

Li Fransayê dibistaneke bi navê Dibistana Neteweyî ya Pir û Rêbejan vebû û li wir dersên ewil bo endezyariya avahiyê hatin dayîn. Dema ku hesin di avahiyên wekî piran de hate bikaranîn avahî gelekî bizexm bûn, ji ber ku tirûşa pestoyî ya hêsin zêde bû lê belê tirûşa kişanê ya hêsin kêm bû ango qurfbar bû. Ji ber vê yekê diviya sêwirandina avahiyan bes li gor vê bihata çêkirin. Ev jî ji bo sêwîrandina avahiyan astengek bû.

Heya salên 1700’î jî ji bo hilberandina hesin rejî (komira êzingan) dihate bikaranîn, ji ber ku rêjeya karbonê zêde bû, lê wê çaxê daristanên Ewropayê li ber xelasbûnê bûn û vê yekê jî hilberandina hesin dijwar dikir.

Li Ingîlistanê komira kevirîn pir bû lê di komira kevirîn de têra xwe karbon tunebû. Ji ber vê yekê komira kevirîn bû sedema nûvedaneke mezin a ku serdema polayê daye destpêkirin. Li vir pola bi tesadûfî hatiye kifşkirin, tenê rêjeya karbonê ya hesin kêm bûye pola pêk hatiye.

Ev metal bû sedema geşedaneke qerase, ji ber ku taybetiyên wê yên nûwaze hebûn. Him bi têra xwe qewî bû him jî teşedayîna wê hêsan bû. Ji ber vê yekê êdî di gelek avahiyan de hate bikaranîn.

Bi saya vê metalê avakirina balexaniyên berz pêkan bû. Di avakirina avahiyên berz de her çiqas pola girîng be jî ne ji girîngiya ahenga pola û betonê kêmtir e. Biseyr e ku ev aheng jî bi awayekî tesadufî hatiye dîtin…

Abhishek Nandy National Geographic Your Shot

Avahiyeke li Hindistanê [Abhishek Nandy, National Geographic Your Shot]

Endezyariya avahiyê têkilî bi gelek zanyariyên din re daniye. Wekî jeolojî, hîdrolojî, sîsmografya. Di bin vî banî de jî gelek zanyariyên din hene wekî; mekanîk, geoteknîk, hîdrolîk. Û her ku diçe ev zanyarî bi pêş ve diçe û geştir dibe û divê neyê jibîrkirin ku bi xêra vê zanyariyê hîmê şaristaniyê hatiye avêtin.

Heke mirovahî qedrê zanyariyê baş bizanibe û her ber bi pêş ve bibe endezyariya avahiyê jî dê ji bo me gelek tiştên baş û xweş encam bide.

Serdema teknolojiye bi xwe re gelek guherînên ecêb û karîger anîn. Hesabên berê yên endezyariya avahiyê gelek zehmet û dûvdirêj bûn lêbelê bi saya teknolojiya îro ev hesab di çend deqîqeyan de dikarin bêne kirin. Ji ber ku êdî zanyarî bi awayekî geometrîk pêş dikeve, ev zanyarî jî ji vê yekê bêpar nemaye.

 Çend sepanên biseyr û teknolojîk ên endezyariya avahiyê;

–  Avahiyên zîrek ên ku bi kumandayekê ve tên kontrolkirin; gelek eyarên malê bi avayekî otomatik tên kontrolkirin û him ji bo rehetiyê, him jî ji hêla aboriyê ve saxbêrî pêkan dibe.

Avahiyên berz yên ku li dijî şewat, erdhej û teqînê zexm û saxlem hatine avakirin. Bi vî awayî ewlehiyeke di asteke bilind de pêkan bûye û him jî rê li ber bobelatên pêkan hatiye girtin.

Avahiyeke biseyr a din jî ev e; xaniyekî ku hin plakên livdar bi derveyî xanî ve hatine montekirin û bi vî awayî guhertina sêwrê pêkan dibe û her kes li gor dilê xwe dikare şiklekî cuda bide.

Endezyarên Japonî ji bo ku avahî di dema erdhejê de zirarê nebîne û hilneweşe, hin xar (bîlya) danîne navbera bingeh û avahiyê, bi vî awayî pêlên erdhejê yên rûxîner avahiyê zaf nahejîne, yanê mêtina beşek ji enerjiya pêlen erdhejê xisara gengaz kêm dike.

National Geographic Kurdî / Harun Delikaya – li ser twitterê @dlkyharun

Hemû wêne, nivîs, werger û dosye bi daxwaz û destûra xwediyê/a wê/wan ve pêk tê. Ger di nivîsê de pirsgirêkeke zimên hebe ji kerema xwe ji civaka me re ragihînin. 

Şîrove Bike