Beriya ku hin kes li dora dinyayê bizivirin an jî biçin fezayê, Grekî pê dizanîbûn ku Dinya girover e.
The cities in the background are approx. 16miles apart… where is the curve ? please explain this pic.twitter.com/YCJVBdOWX7
— B.o.B (@bobatl) January 25, 2016
Raperê navdar B.o.B beriya hefteyekê li ser Twitterê peyamek weşand û hewl da şopînerên xwe qanî bike ku dinya pahn e. Di wêneyekî de devereke 16 mîl pahn xuya dike û ew jî dipirse “ka, ku dera vê deverê girover e? Ji kerema xwe vî tiştî zelal bikin.” Piştî vê peyama wî bi hezeran peyamên ecêb ketin rojeva zanistê.
Em bi çend wêneyan dest pê bikin.
Wêneyê li jor milyonek mîl ji dûrî Dinyayê hatiye girtin. Wêne bi gelek wêneyên peykeke NASA’yê hatiye çêkirin.
Wêneyê duyem jî ji Heyvê hatiye girtin. Gava em bi şev li asîmanan dinêrin em dibînin ku Heyv jî girover e. Lêbelê li gor raperê navdar B.o.B ev hemû tişt derewên NASA’yê ne.
Lêbelê hêj beriya 2000 salan feylozofê Grekî Aristoteles hesab kiribû ku Dinya girover e.
Di pirtûka xwe ya bi navê “On the Heavens’ê” (Li Ser Asîmanan) de wiha digot: “Gava em li ser stêrkan çavdêriyê dikin em dibînin ku Dinya ne girover e û ne jî ewqas mezin e.
Ger pozîsyona wê hinekî ber bi başûr an jî ber bi bakur bikeve dê li ser xeta asoyê guherîneke berbiçav pêk bê.”
Bi gotineke din, stêrkên ku em li asîmanan dibînin li gor cihê ku em lê ne diguherin. Asîmanên li ser nîvkada bakur naşibim yên li ser nîvkada başûr. Ger Dinya naverast bûya me yê bikaribûya her tim stêrk bidîtana.
Herwiha matematîkzan û ramangerekî din ê Grekî Eratosthenes hinekî din bi pêş ve diçe û di pîvîna dora Dinyayê de bi ser dikeve.
Gava li bajarekî Misrê danê nîvro tav tev li jor be li bajarekî din ewqas ranabe û li heman cihî nasekine. Eratosthenes dûrahiya navbera her du bajaran dizanibû. Wî li ser rojê hin pîvandin kirin ku ka tav li kîjan bajarî çiqas bilind bûye û bi hin hesabên trîgonomîtroyî bersiva pirsa xwe wergirtibû.
Ji wê demê heta demekê tenê hin kesên perwerdekirî pê dizanîbûn ku Dinya girover e.
Di dîroka nêziktir de bi taybetî di navbera salên 1519-1522’an de kaşîfê Portûgalî Ferdinand Magellan li dora Dinyayê geriya. Heke dinya pahn bûya ew dê nikaribûya vegeriya heman derê.
Lê beriya Magellan gelek behrevanan jixwe dizanibûn ku Dinya girover e. Li behrê, dema hûn ber bi devereke bilind bi pêş ve biçin beriya ku tevahiya xeta asoyê diyar nebe hûn ê serê vê xetê bibînin.
– Cûneyt Ewrareş / twitter: @cuneytewrares