EV PÎRAMÎD ÇIMA NAYÊN FÊMKIRIN?

Gîza, Misr

Pîramîdên Gîzayê yên Mezin bi beşên xwe yên nepen hêj jî razdariya xwe diparêze. Çima hêj raz û nepena van pîramîdan dernakeve holê an jî nayê fêmkirin ku bi hezaran salî beriya niha hatine avakirin.

Howard Carter di nîşeyekê de wiha nivisîbû: “Herî dawî me di geliyê de tiştekî nuwaze kifş kir, me goreke venekirî dît, em li benda hatina we ne.” Digel vê yekê hewl dida ku George Herbert jî tevli vê kifşê bike. Sal 1922 bû û Carter, gora fîraûnê Misrê Tûtankamûn a xiranebûyî dîtibû.

Gencîne ango xezneya Tûtankamûn di cîhanê de deng vedabû. Her çiqas ku bi xwe di vê pîramîdê de nehatibe veşartin jî agahiya binaxkirina bi vî awayî ya fîraûnên din, tiştên di beşên din de ku nehatine kifşkirin bûbû sedema meraqekê. Lêbelê em hêj jî pir tiştan nizanin bê ka di wan pîramîdan çi heye ku bi hezaran sal e li çolistanê li ser piyan in.

Beriya niha bi çend rojan ji namzedên serokatiya Emerîkayê Ben Carson derbarê pîramîdan de di şîroveyekê îdia kir ku ev avahî, ji bo embarkirina xurekan hatine înşakirin. Bi vê yekê di çapemeniyê de bûbû rojev. Nexwe çima îro jî raz û nepenên pîramîdan û teoriyên derbarê wan de berdewam in? Çima ev mijar bi tevahî nehatiye zelalkirin?

The Pyramids Of Giza, Egypt
Pîramîdên Gîzayê

Beriya her tiştî pîramîd; bi sêwrên xwe yên tevlihev, hiyeroglîf û alavên xwe yên destkariyê ve wek arkeolojî xwediyê girîngiyeke bêhempa ye. Bi darê zorê ketina tûnel û beşên di vê avahiyê de wek bêberpirsiyarî û nexweş tê dîtin.

Ji Mûzeya Arkeolojiyê ya Misrê Petrieyê ku li Zanîngeha UCL’ê ya li Londonê ye Alice Stevenson dibêje divê em ji xebatên arkeolojiye bawer bin ku wê zirarê nedin vê mîrat ango kelepora ku em dixwazim fêm bikin. Saziyeke bi navê CyArk’ê ku ne li pey karê ye, xebatek da destpêkirin ku wek dijîtal ji 500’î zêdetir avahiyên arkeolojîk ên ku wek mirata çandê ya cîhanê hatine qebûlkirin, biparêze. Bi tîrêjên lazerê tên xwendin, bi awayekî ku dest pê nebin û zirar negihêjê, dîmenên wan ên sêdîmenî tên girtin. Wek mînak hin ji van deran ev in: Deriyê Brandenburgê yê li Berlînê, avahiyên wekî Zîggûratan ku dişibin pîramîdan ên li bajarê kevanre Ûra Iraqê.

Stevenson, diyar dike tu fêdeya wan agahiyan tune ye kut ê îdiakirin pîramîd wek embara xurekan hatine bikararnîn.

Dibêje “ beriya niha jî arkeologan li Misrê embarên xurekan dîtibûn; lê ev qet naşibin pîramîdan”. Rêvebirên Misrî jî pir guh nadin teoriya Carson.

Lê belê li aliyê din ew pirskirêka ku em derbarê pîramîdan de ne zêde xwedî agahî ne, dewam dike. Wek mînak Pîramîdê Mezin ê li Gîzayê. Ev Pîramîdê Mezin ku beriya 3000 salî bi du milyon zinarên ku nehatine birîn, hatiye înşakirin û 139 metreyî bilind e,  di cîhanê de wek pîramîdê herî mezin tê qebûlkirin. Lê belê mirov bi tenê dikare têkeve hin beşên wê.

p037y8w9

Termal kamera didin nîşan ku hin kevrên di rûyê derve yê pîramîdan de (yên sor) li gorî yên din bêtir germ in. (AP)

Beriya demekê komeke navneteweyî ku ji zanyar û avahîsazan pêk dihat bi rêbaza termografiya jêrsorî (ango nîşandana bi germahî) hewl da ku cudahiyên germahiya di pîramîdan de derxîne holê.

Lêbelê di encama vê lêkolînê de jî pirsên ku li benda bersivê ne zêdetir bûn. Hat dîtin ku di avabûn û hilhatina rojê de hin kevir bêhtir germ in. Tê gumankirin ku ev yek ji ber tunelên hewayî pêk tê. Lêbelê piştraskirina vê jî ewqas ne hêsan e. Lêkolîner nikarin bikolin. Lêbelê tevî wan li gor nûçeyeke National Geographicê rayedarên Misrê piştî dîtina deverên nû pir bi daxwaz e ku jê re gerên turîstîk bide kirin.

Divê organîsazyona vê yekê gelek bipergal were kirin. Stevenson daxwaza rayedarên Misrî bi awayekî têgihiştî germ dibîne û dibêje; “Ez daxwaz û hewla wan dirust dibînim. Ji ber ku ew jî dixwazin ev dera girîng ya turîzm û kevnareyên cîhanê derxînin hemberî turîstan.”

Teknolojiya Nû

Xwedinda lazerî, nîşandan û teknolojiyên sensorê tên çaverêkirin ku di pêşerojê de ji bo vekolandinê bibin wek teknîkên bingehîn. Dîmenên enfarûjê yên ku ji satelîtên fezayê tên jî ji bo dîtina pîramîdên di bin axê de veşartî bû xwedî rist e. Teknolojiyên bi vî rengî ji bo têgîhiştina van tîştên razdar dikarin bibin alîkar.

People gather near the great pyramid of Khufu (Cheops) in Giza on the outskirts of Cairo on November 9, 2015, during an infrared thermography experiment to map out the temperature of the walls. AFP PHOTO / KHALED DESOUKI (Photo credit should read KHALED DESOUKI/AFP/Getty Images)

Ev cîhazên ku berhemên teknolojiya pir pêşveçûyî ne jî ji bo kişfa  agahiyên di hûndirê beşeke Piramîda Mezin de têrî nedikir. Heya ku bi daneyên zanistî agahiyên ku pêşiya me ronî dike neyên bidestxistin em ê nikaribin hîn bibin bê ka di nav piramîdên Misrê de menzelên din hene an na. Stevenson dibejê ku ev rewşa razdar demeke dirêj e berdewam dike. Bi rastî jî ev bû perçeyekî têkîliyên me yên çandî yên bi piramîdan re ku bi sedan sal in dewam dikin.

 “Bi sed salan bala me kişandin ser xwe û rastiya wan pir hat mereqkirin. Bi ya min taybetmendiya bîrdariyan jî ew e ku ji dem ,heyam û nifşan wêdetir in.”

– Ramazan Badem / Tekin Çîçek

 

Şîrove Bike