Wêne û Nivîs: Elizabeth Carlson | Werger: Menazir Aslan |

Hûn dikarin di hin demsalên cuda de Dubaiyê li ser ewran bibînin. Ji bo vê yekê jî divê hûn li cihê rast bisekinin û saeta wê baş diyar bikin.
Dubaî yek ji heft mîrnişînên Îmratesê (Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî) ye. Dubaî bi avahiyên bilind di demeke kurt de bû sembolek. Di nav çolistanê de metropoleke rengîn a pêşerojê û biklîma ye.

Li bajêr hûn dikarin her roj avahiyên bilind ên nû bibînin. Rewşa hewaya bajêr jî naguhere; hin rojan germ, hin rojan gelekî germ, hin rojan asîman şîn e, hin rojan şîntir dibe.
Lê di hin rojên diyar de mij ewqas zêde dibe ku wekî ku bajar di bin ewran de berze dibe.

Her sal di meha Îlon û Mijdarê de 2 an jî 6 caran ewr û mij bajêr dorpêç dike. Ji ber mijê hemû roniyên bajêr wenda dibin û mirov nikarin pêşiya xwe bibînin.
Sedema ketina mijê jî ji meha havînê derbasbûna payizê ango ji payizê derbasbûna bo hewaya bi hêw e.

Bi vê yekê mija ku şeveqê derdikeve holê, wek betaniyekê bajêr dorpêç dike.
Ji bo mijê bibînin divê hûn zû şiyar bibin.
Sibehê heta saet 9’an hemû mij wenda dibe, ji bo hûn mijê bibînin divê hûn şeveqê beriya 7’an şiyar bibin.
Ji bo ku hûn wêneyên herî baş jî bigirin divê hûn 160 qet û 828 mîtro rabin jor, ji bo vê yekê jî cihê herî baş jî Birca Xelîfe ye.
Li Dubaiyê avahiyên bilind gelek in. Lê dema ku mij bajêr dorpêç dike tenê 15 – 20 avahî dimînin, lewra tenê ew gelekî bilind in.
Ger hûn li qata 70’an bin, tişta ku hûn ê bibînin tenê ewrên spî ne.
Lê ger hûn li avahiya Birca Xelîfe li qeta 124’an bin, hûn dikarin hilatina rojê jî temaşe bikin.
Lê hundirê avahiyê gelekî tevlîhev e. Ji bo mirov riya xwe bibîne gelekî hewl dide. Me ev wêne ji qeta 125’an girt, li cihekî ku 456 mîtroyan ji erdê bilind e.
Li Dubaiyê hûn dikarin bi zeplînê li ser çolê jî bigerin. Lê ji bo vê yekê jî divê asîman şîn bibe.

Asîman çiqasî zelal jî be, şeveqê li ser çolê mij heye. Li çolê temaşekirina hilhatina rojê gelekî xweş e, bi taybetî ger mij jî hebe bêhempa ye.
Dubaî yek ji wan herêman e ku lê zêdetirîn klîma tên bikaranîn. Ji ber vê yekê, dema ku hûn gavek diavêjin derve li ser lensên kamerayên we jî di nav de hilmek dicive.
Ji bo hûn li ber vê yekê bigirin beriya ku hûn derkevin derve divê klîmayên xwe bigirin û cîhazê xwe li balkonê bihêlin.
Ji bo wêneyên mijê demsala herî baş payîz e. Hûn dikarin di mehên din de jî rastî mijê werin lê divê germahî û rêjeya hêwê li hev were.
National Geographic Kurdî / Jêderk: BBC Travel