FERHENGA ASTROFIZÎK Û ERDNÎGARIYÊ | TEVGERÊN ERDÊ Û ENCAMÊN WÊ (ELMANÎ, ÎNGILÎZÎ, TIRKÎ, FRANSÎ)

  • TEVGERÊN DINYAYÊ Û ENCAMÊN WÊ Dünyanın Hareketleri ve Sonuçları, Les Mouvements de la Terre et Leurs Conséquences, Die Erdbewagungen und ihre Folgen, Movements of the earth and their consequences

tevgera rojane günlük hareket, rotation diurne, tägliche Erdumdrehung, diurnal rotation Tevgera dinyayê ya li dor tewereya xwe, tevgera rojane ye. Ev tevger, 24 saetan diajo û di encama vê tevgerê de şev û roj pêk tên. 

li pey hev hatina şev û rojan gece ve gündüzlerin birbirini izlemesi, alternance du jour et de la nuit, Vechsel von Tag und Nacht, alternation of day and night. Ji ber ku dinya girover û li dor tewereya xwe ji rojava ber bi rojhilat ve dizivire, nîvê dinyayê ronî û nîvê din jî tarî ye. Yanî li nîvê dinyayê şev û li nîvê din roj e. Ji sînorê ku nîvkadên ronî û tarî ji hev vediqetîne re hevêrkeya ronîbûnê tê gotin. Heke di navbera tewereya erd û panahîya gerîngehê de eşkêl 90 derece ba wê hevêrkeya ronîbûnê di navbera cemseran li ser merîdyenekê cih bistenda û wê li her derê şev û roj wek hev, 12 saet bûbana. Lê tewere 23 derece 27 deqîqeyan xwêl e, yanî eşkêl 66 derece 33 deqîqe ye. Ji ber vê yekê hevêrkeya ronîbûnê di navbera hevêrkeyên cemser û cemseran de cih diguhere. Ji ber vê rewşê demên şev û rojan her dem tên guherîn. Havînan roj û zivistanan jî şev dirêj in. Tenê li ekwatorê şev û roj her dem 12 saet in. Ferqa di navbera demên şev û rojan de ji ekwatorê ber bi cemseran ve zêdetir dibe. Ev ferq li hevêrkeyên cemserê digihêje 24 seetan û li paralelên 90 dereceyan dibe 6 meh. 26 

Sun

tevgera salane yıllık hareket, révolution annuelle, Revolution-Jährliche Umlaufbewegung-Bahnbewegung, annual revolution Tevgera dinyayê ya li dor rojê ye. Dema vê tevgerê 365 1/4 roj in. 

xeleka gerîngehê-eklîptîk ekliptik, écliptique, Ekliptik, ecliptic Gava ku dinya li dor rojê dizivire, riyeke wekî elîpsê çêdike. Navê vê riyê, gerîngeh û yê xeleka wekî elîpsê jî eklîptîk e. Ji panahîya ku di eklîptîkê re derbas dibe panahîya eklîptîkê tê gotin. 

panahîya eklîptîkê ekliptik düzlemi, plan de l’écliptique, Ebene der Ekliptik, plqne of the ecliptic bn. eklîptîk

rojnêzk günberi, périhélie, Perihel-Sonnennähe, perihelion Rojgêran li ser gerîngehekê li dor rojê dizivirin. Ji bo ku ev gerîngeh wek elîpsê ye, rojgêr carinan nêzîkî rojê û carinan jî dûrî rojê dibin. Ji cihê ku li ser gerîngehê ku herî nêzîkî rojê re rojnêzk û ji yê herî dûrî rojê re jî rojdûrk tê gotin. Di 2yê rêbendanê (çile) de rojnêzk û di 2yê tîrmehê de rojdûrk pêk tê. Ev dem jî nîşan didin ku tu têkildarîya nêzîkbûn an dûrbûna dinyayê û rojê bi pêkhatina demsalan re tune ye. 

1

rojdûrk günöte, aphélie, Aphel-Sonnenferne, aphelion bn. rojnêzk 27 

rojetav güneş günü, jour solaire Roj, li ser merîdyenekê be û ji bo ku careke din vegere ser wê merîdyenê 24 seet divê.. Ev dem rojetav e. 

rojestêr yıldız günü 

salestêr yıldız yılı 28 

wekhevîya şev û rojê-ekînoks gün gece eşitliği-ekinoks, équinoxes, Äquinoktien-Tagundnachtgleichen, equinoxes Tîrêjên rojê salê du caran tîk tên ser ekwatorê. Di van deman de li her derê şev û roj bi qasî hev dirêj in, her yek 12 saet e. Ji vê rewşê re wekhevîya şev û rojê (ekînoks) tê gotin. Di demên din de şev û roj ne wek hev in, şev an roj dirêjtir e. Ji ekînoksa 21ê adarê re ekînoksa biharê û ji ya 23yê îlonê re jî ekînoksa payizê tê gotin.

maxresdefault

ekînoksa biharê ilkbahar ekinoksu, équinoxe de printemps, Frühlings-Tagundnachtgleiche, spring equinox bn. wekhevîya şev û rojê 

ekînoksa payizê sonbahar ekinoksu, équinoxe d’automne, Herbst-Tagundnachtgleiche, autumn equinox bn. wekhevîya şev û rojê 

tevgera ekînoksan a berepaş-presesyon ekinokslarin geriye hareketi-presesyon, précession des équinoxes, Präzession ”Vorschreiten” der Tagundnachtgleichen, precession 29 

rojveger-rojguhêrk-solstîs gündönümü-solstis, solstice, Sonnenwende, solstice Di her nîvkadekê de salê carekê şeva herî dirêj û carekê jî roja herî dirêj pêk tê. Tîrêjên rojê di 21ê tîrmehê de tîk tên ser tropîka kevjalê. Di vê rojê de li nîvkada bakur roja herî dirêj pêk tê û demsala havînê dest pê dike .Li nîvkada başûr jî berevajîya vê yekê pêk tê. Di 21ê berfanbarê de tîrêjên rojê tîk tên ser tropîka karê, di vê demê de li nîvkada başûr roja herî dirêj pêk tê û demsala havînê dest pê dike. Pîştî van deman dirêjbûna şev an rojê disekine, kinbûn dest pê dike. Ji ber vê rewşê ji van deman re rojveger tên gotin. 

2

rojvegera zivistanê kış gündönümü / solstisi, solstice d’hiver, Wintersonnenwende, winter solstice bn. rojveger 

rojvegera havînê yaz gündönümü / solstisi, solstice d’été, Sommersonnenwende, summer solstice bn. rojveger 30 

demsal mevsimler, saisons, Jahreszeiten, seasons Heke di navbera tewereya erd û gerîngehê de eşkêl 90 derece bûya demsal çênedibûn û wê şev û roj herdem 12 saet bûna. Sedema ku ev rewş pêk nayê, xwêlbûna tewereya erdê ye. Ji ber vê xwêlbûnê cihên ku tîrêjên rojê, tîk tên ser rojberoj tên guherîn. Ev guherîn di navbera her du tropîkan de pêk tê. Di 21ê Hezîranê de tîrêjên rojê tîk tên ser tropîka kevjalê. Piştî vê demê ber bi başûr ve diçe û di 23yê îlonê de tîk tên ser ekwatorê. Di 21ê berfanbarê de tîk tên ser tropîka karê û di 21 adarê de jî careke din tîk tên ser ekwatorê. Li gor astronomîyê demsal, di nabêna van deman de çêdibin: Havîn ji 21ê hezîranê heta 23yê îlonê, payiz ji 23ê îlonê heta 21ê berfanberê, zivistan ji 21ê berfanberê heta 21ê adarê û bihar jî ji 21ê adarê heta 21ê pûşperê ye. Ev rewş, ji bo nîvkada bakur e. Li nîvkada başûr rewşa demsalan, berevajîya bakur e. 30 

bihar ilkbahar, printemps, Frühşing, spring bn. demsal 

havîn yaz, été, Sommer, summer bn. demsal 

payiz payiz sonbahar, automne, Herbst, autumn bn. demsal 

zivistan-zivtan kış , hiver, Winter, winter bn. demsal kış , hiver, Winter, winter bn. demsal 31 

tînveger-radyasyon güneş ışıması-ışınım, radiation solaire, Sonnenstrahlung, solar radiation Erd, tîna (germahî) ku ji rojê distîne berepaş vedigerîne, ji vê bûyerê re tînveger (radyasyon) tê gotin. Tînveger li her derê ne wek hev e. Li deverên ku kam (nedawîbûn) kêm e, wek çol û çîyayên bilind tînveger xurtir e. Ji ber vê yekê li van deran ferqa germahîya şev û rojan zêdetir e. 

tîrêj ışın, rayon, Strahl, ray 

berbang-spêd-şeveq-elind-hingûr / hingur gün ağırması-tan-seher-şafak-alaca karanlık, aube-aurore, Morgendämmerung, dawn-daybreak Berî ku roj hilê û piştî ku roj diçe ava demeke ronî heye. Ji vê demê re tê gotin. Dirêjahîya vê demê li her derê dinyayê ne wek hev e. Dinya, li dor tewereya xwe bi lezeke mezin dizivire. Lê ev lez li ekwatorê herî pir û li cemseran herî kêm e. Sedema vê cudatîyê şiklê dinyayê ye. Cihekî li ser ekwatorê, gava ku tam li hemberî rojê be û ji bo careke din were hemberî rojê, divê 24 saetan bizivire. Dirêjahîya tevgera vî cihî, qasî dirêjahîya ekwatorê yanî 40.000 km. ye. Lê tevgera cihekî li ser paralela 30 dereceyê qasî vê paralelê (34.700 km.) ye. Her ku ber bi cemseran diçe, ev dirêjahî kêm dibe. Li gor vî hesabî dirêjahîya tevgera parelelan a di sanîyeyêkê de ewqas metre ye: Li cemseran 0, li parelela 600 233, li parelela 300 403, li ekwatorê 465. 

şevreş 32 

tevgera rojê ya xuyanî güneşin görünürde hareketi, mouvement apparent du soleil, scheibare Bewegung der Sonne, apparent movement of the sun Cihê ku roj jê hiltê û lê dihere ava di nav salê de tim tê guhertin. Cihê ku tîrêjên rojê tîk tên ser jî wisa li guherînê ye. Ev rewş wek tevgera rojê xwîya dike û ji vê ya re tevgera rojê ya xwîyanî tê gotin. Ji ber ku wisa xwîya dike lê di eslê xwe de ne wisa ye, yanî roj vir de û wê de naçe. Ya cih diguhere an jî ya ku sekina xwe ya li ber rojê diguhere dinya ye. Ji ber ku tewereya erdê xwêl yanî ne tîk e, gava dinya li dor rojê dizivire, carina hêla bakur û carina jê hêla başûr rojê tîktir an xwêltir dibîne. Û bi vê sedemê dirêjahîya şev û rojê tê guhertin û demsal çêdibin. Heke tewere ne xwêl, tîk ba wê roj her tim ji derekê hillata û li derekê biçûya ava. Wê şev û roj jî her tim her yek 12 saet bûna. 

hêlên bingehîn anayönler, points cardinaux, Haupthimmelsrichtungen, cardinal points-points of the compass Ji hêlên rojhilat, rojava, bakur û başûr re hêlên bingehîn tê gotin. Ji hêlên ku di navbera van de dimînin re hêlên navberê tê gotin. Dîtin û binavkirina hêlên nabênê bi alîkarîya hêlên bingehîn pêk tê.Wek mînak, hêleke di nabêna rojhilat û bakur de bakurê rojhilat e. 

guleba rüzgar gülü, rose des vents, Windrose, wind rose Ji şiklê xêzikên ku hêlên bingehîn û nabênê nîşan dide re tê gotin. Ev şikl, wek stêrekê ye û hêlên ku ba jê tên nîşan dike.rojhilat doğu, Est-Osten, Ost-Osten, east-orient Hêla ku roj jê hiltê ye. 

rojava batı, Ouest-Occident, West-Westen, west Hêla ku roj lê diçe ava ye. 

bakur kuzey, Nord, Nord-Norden, north Gava ku meriv, milê xwe yê rastê bide hêla rojhilat, hêla ku rûyê wî lê dinêre bakur e. bn. hêlên bingehîn, hirçê mezin 

başûr güney, Sud, Süd-Süden, south Gava ku meriv, milê xwe yê rastê bide hêla rojhilat, hêla ku li pişt wî dimîne başûr e. 

bakurê rojava-bakurê roavê Kuzetbatı, Nord Ouest, Nordost-Nordöstlich, north east bn. hêlên bingehîn 

bakurê rojhilat-bakurê rohelê kuzeydoğu, Nord Est, Nordwest-Nordwestlich, north west bn. hêlên bingehîn 

başûrê rojava-başûrê roavê güneybatı, Sud-ouest, Südwest-Sudwesten, south west bn. hêlên bingehîn 

başûrê rojhilat-başûrê rohelê güneydoğu, Sud-est, Südost-Südosten, soud east bn. hêlên bingehîn 

pûsûla pusula, boissole, Kompass, compass Navgîna ku hêlan nîşan dike, pûsûla ye. Ji kevn ve tê bikar anîn. Ji bo pêşketina deryavanîyê îmkanên pir mezin pêk anîne. 33 

nîvro-nîro öğlen, midi, Mittag. noon-midday Nivê rojê ye. Li gor astronomîyê dema ku roj tê ser merîdyena cihekî nîvro ye. 33 

nîvê şevê gece yarısı, minuit, Mitternacht, mid-night Destpêka rojê ye. Saet 24 e. Li gor astronomîyê dema ku roj li ser antîmerîdyena cihekî be nîvê şevê ye. payiz sonbahar, automne, Herbst, autumn bn. demsal 

zivistan-zivtan kış , hiver, Winter, winter bn. demsal kış , hiver, Winter, winter bn. demsal 31 

tînveger-radyasyon güneş ışıması-ışınım, radiation solaire, Sonnenstrahlung, solar radiation Erd, tîna (germahî) ku ji rojê distîne berepaş vedigerîne, ji vê bûyerê re tînveger (radyasyon) tê gotin. Tînveger li her derê ne wek hev e. Li deverên ku kam (nedawîbûn) kêm e, wek çol û çîyayên bilind tînveger xurtir e. Ji ber vê yekê li van deran ferqa germahîya şev û rojan zêdetir e. 

tîrêj ışın, rayon, Strahl, ray 

berbang-spêd-şefeq-elind-hingûr / hingur gün ağırması-tan-seher-şafak-alaca karanlık, aube-aurore, Morgendämmerung, dawn-daybreak Berî ku roj hilê û piştî ku roj diçe ava demeke ronî heye. Ji vê demê re tê gotin. Dirêjahîya vê demê li her derê dinyayê ne wek hev e. Dinya, li dor tewereya xwe bi lezeke mezin dizivire. Lê ev lez li ekwatorê herî pir û li cemseran herî kêm e. Sedema vê cudatîyê şiklê dinyayê ye. Cihekî li ser ekwatorê, gava ku tam li hemberî rojê be û ji bo careke din were hemberî rojê, divê 24 seetan bizivire. Dirêjahîya tevgera vî cihî, qasî dirêjahîya ekwatorê yanî 40.000 km. ye. Lê tevgera cihekî li ser paralela 30 dereceyê qasî vê paralelê (34.700 km.) ye. Her ku ber bi cemseran ve diçe, ev dirêjahî kêm dibe. Li gor vî hesabî dirêjahîya tevgera parelelan a di sanîyeyêkê de ewqas metre ye: Li cemseran 0, li parelela 600 233, li parelela 300 403, li ekwatorê 465. 

beşên seetê saat dilimleri, fuseaux horaires, Zeitzonen-Stundenzonen, time zones Zîvirîneke dinyayê ya li dor tewereya xwe, di 24 seetan de diqede. Gor ku 360 merîdyen li ser dinyayê hene, ji çar deqiqeyan (24*60/60=4) carekê merîdyenek di ber rojê re derbas dibe. Di seetekê de 15 merîdyen di ber rojê re derbas dibin. Ji ber vê yekê cihên ku li ser merîdyenên cuda ne saetên wan ne wek hev in. Yanî di nabêna wan de ferq heye. Heke her der (bajar, navçe an gund) saeta xwe li gor merîdyenan ku ew li ser e eyar bike (ev seeta navçeyî ye), wê gavê saetên du bajar an gundên ku cîranên hev in wê ne wek hev be. Heta di nabêna rojavayê bajarekî û rojhilatê wê de jî wê cudatîya saetê hebe. Ev rewş, wê bibe sedema gelek tevlihevîyan. Ji bo ku ev tevlihevî neyên holê an herî kêm bibe, beşên saetan hatiye amadekirin: Her 15 merîdyen beşeke saetê ye, 730‘ rojhilat û 7o 30‘ rojavayê merîdyenan destpêkê, beşa saetê ya sifirê û destpêk tê pejirandin. Ji beşa saetê ya destpêkê ber bi rojhilat ve 12 û ber bi rojava ve 12 beşên saetê hene. Gava li beşa saeta destpêkê saet 12.00 be li beşa saeta 1. a rojhilat 11.00 û li ya rojava 13.00 ye. Her dever saeta xwe li gor beşa saeta xwe eyar dike û saeta navçeyî ji holê radibe. Lê li hin welatên ku ji rojhilat ber bi rojava ve pir fireh in, (wek Rûsyayê) du beşên seeta an hîn zêdetir tên bikaranîn. Lê piraniya welatan beşekê bi kar tînin. 

xêzedema guhertinê tarih değiştirme çizgisi, ligne de changement de date, Datumsgrenze, date-line Ji xêzika ku li ser merîdyena 180yê re tê gotin. Ev xêzik, ji bo ku di ser hin giravên Pasîfîkê re derbas dibe, li wan deran ber bi hêla rojhilat an rojava ve dişemite. Ji bo ku demên van giravan ji hev cuda nebin ev rewş pêk hatiye. Keştîyeke ku ji San Fransisco biçe Japonyayê, gava di ser vê xêzikê re derbas be (ji rojava ber bi rojhilat), divê dema xwe rojekê bi şûn ve bistîne, heke rewş berevajî be divê dema xwe rojekê pêş ve bibe. Ev çima wisa ye? Gava li merîdyena 180o rojava saet 8.00 û dem 21ê adarê be, li merîdyena 180o rojhilat saet û dem çend in? Ji ber ku her dereceyeke merîdyenê 4 deqiqe ferq çêdikir, ferqa van her du cihan 1440 (4*180+180) deqîqe, yanî 24 saet (rojek) e. Li gor vê ya divê dema merîdyena 180o rojava rojekê pêş ve be, yanî saeta wê cardin 8.00 lê dema wê 22ê adarê be. Çima dema wê pêştir û ne paştir? Ji ber ku dinya ji rojava ber bi rojhilat ve dizivire û bi vê sedemê cihên ku li rojahilat in berî cihên ku li rojava ne rojê dibînin 

guhertina demê tarih değiştirme, changement de date, Datumswechsel, change of date bn. xêzedema guhertinê 34 

salname takvim, calendrier, Kalender, calendar Ji sazûmana ku sal, meh, hefte û rojan li gor roj an heyvê saz dike re tê gotin. Gelek salname hatine saz kirin: B.Z. di 46an de di dema Jul Sezar de salnameya Julyen, di 1582an de ji aliyê Papa Greguvar salnameya Gregoryan hatiye sazkirin, salnameya Îsrail, salnameya Koçî ya ku koça Hz. Mihemed Pêxember destpêkê distîne hwd. 35 

merîdyena sereke başmeridyen, méridien origine, Nullmeridian, prime meridian bn. meridyen 35 boylam 35 enlem 35 

koordînatên erdnigarî coğrafi koordinatlar, coordonnées géographiques, geographische Koordinaten, geographical coordinates 36 boylam derecesi

———————————————

Jêder: Ferhenga Erdnîgariyê, Weşanên Dozê, Îlon 2008, Stenbol – Abdurrahman Onen

Şîrove Bike