Fîlma 50 salî ya derhênerê Îtalyan Sergio Leone, “Qenc, Xirab û Kirêt” heta îro jî tesîra xwe him li ser temaşevan him jî li ser fîlmên îro didomîne.
Bi rûyê xwe yê şewitî 3 zilamên bisimbêl li goristanê li rûyê hev dinêrin. Bi hev guman dikin û qet xwe nalivînin. Tu gotinan jî nakin, awirên wan li ser awirên wan e. Ew rewş bi qasî 2 deqîqeyan dewam dike.
Dibe ku ji bo hin kesan ev dem qet ne bikelecan be, ne wisa?
Lê ev rewş yek ji sahneyên herî bîrawer, ecibandî û serkeftî tê zanîn. Di fîlma Qenc, Xirab û Kirêt a Sergio Leone de ev sahne aksiyoneke veşartî li xwe bar kiriye û temaşevanan kelecantir dike.
Ev fîlma serkeftî ya bîrawer li dû xwe 50 sal hiştin.
Sahneya 3 Kesî
Derhênerê serkeftî yê Îtalyan di salên 1960 û 1970’an de bi kategoriya jêrîn a bi navê ‘spagetti western” bi fîlmên kowboyên Hollywoodê û Çermsoran bi nav û deng bûye. Ew fîlmên serkeftî bi budçeyên biçûk, bi rîskên bilind û bi kedên mezin ligel derhênerên Ewopayî hatine çêkirin. Li gor dema xwe jî xwediyê nûjeniyê bûn.
Lêbelê ji bilî fîlma sala 1966’an a Leone tu fîlmeke din a spagetti westerna wî bi nav û deng nebûye. Di fîlmê de 3 tolazên beredayî li pey samanekî (sermiyan, milk) wenda dikevin. Fîlm behsa wan kesan dike ku ew kes ne xwediyê tu nirxeke exlaqî ne. Fîlm demeke dûvdirêj di lîsteya ewil a fîlman de cih girt û gelek sahneyên wê wek referans hatin nîşandan. Sahneyên fîlmê di gelek fîlmên cuda yên cîhanê de hatine dubarekirin.
Sahneya ku wek ‘3 kesî’ tê binavkirin û dijberiya 3 zilaman dike mijar, pêkhateya herî serkeftî ya cîhana sînemayê tê wesfandin. Sedema ku heta niha behsa vê fîlmê tê kirin ne çîrok û ne jî lîstikvanên wî ne, sedema herî mezin pêşandan û hunandina çîrokê ye. Pêşandana qewimîna bûyeran û peyhatina hev ev fîlm bi nav û deng kiriye.
Derhênerê fîlma Qenc, Xirab û Kirêt ku mînaka herî baş a fîlmên spagetti westernê ye. (li aliyê rastê Sergio Leone)
Di destpêka fîlmê de jî gelek delîl hene ku mirov pê bihesîne ku dîmen û pêşandanî gelek girîng e. Fîlm li newaleke çolter û li bin quntarê çiyayan bi dîmenên ji dûr ve û berfireh dest pê dike. Piştre kowboyekî bi rûyê xwe yê kêmrih serê xwe dihejîne û dikeve nav kadrajê. Bi vî awayî dîmen qet qut nabe, qet nalive û plana herî dûr jî dibe palana herî nêz. Ango bi derfêtên herî kêm dîmeneke nuwaze pêk tê.
Muzîka Bêhempa
Li vir bi qasî dîmenan muzîk jî pir girîng e. Muzîka fîlmê ku ji aliyê Ennio Morricone ve hatiye çêkirin pir balkêş e û di bîra mirovan de dimîne.
Ev muzîka ku derbarê wê de pirtûk jî hatiye nivîsîn di nav warê sînemayê de di nav berhemên herî girîng de ye.
Yên din jî bi muzîka dunotayî ya Jaws, Sirûda Împaratoriyê ya Star Warsê.
Lê di fîlmê de sahneya herî xweş sahneya sê kesî ye ku Clint Eastwood, Lee Van Cleef û Eli Wallach bi hev re dilîzin. Ev sahne li cem goristanekê hatiye kêşandin ku kesên di şerê navxweyî de mirine li wir hatine veşartin.
Sê kes li qadê cihê xwe digirin û di vê navberê de sahne qet nayê birîn. Girtina rûyê wan a ji nêz ve, çekên wan, dîmenên goristanê û muzîk kelecaniyeke cuda dide mirovan. Teknîkeke wisa hatiye bikaranîn ku dema girtina dîmenên her yekî her ku diçe kurt dibe. Temaşevan wekî ku ketibin şûna karakteran wekî wan ditirsin û ji tirsan diricifin û hewl didin fehm bikin ku di dawiya dawî de dê çi bibe.
Muzîka navdar a Qenc, Xirab û Kirêtê ji aliyê bestekarê Îtalyanî Ennio Marricone ve hatiye çêkirin.
Wekî sahneya serşûştinê ya di fîlma “Meczupê” ya Alfred Hitchcock de, hîndekar û heyranên fîlmê, li ser vê sahneyê jî gelek caran lêkolîn kirine. Enerjiya di vê sahneyê de ku mîna helbesteke dîtbarî ye, hîsa aloziyê dide mirov lê di rêzkirina wê de metodolojî û matematîk hene.
‘Serkeftina Herî Mezin’
Tesîrên Qenc, Xirab û Kirêtê di nav fîlmên îro de jî tê dîtin. Derhênerê navdar Quentin Tarantino vê filmê di dîroka sînemayê de wek fîlma herî serkeftî dibîne. Tarantino wisa bawer dike ku hunermendên mezin ji hev hin tiştan didizin. Tesîra vê fîlmê di fîlma dawî ya Tarantino ya The Hateful Eight de jî xwe nîşan dide. Ewqas ku Tarantino muzîkên fîlmên xwe bi Marriconeyê 87 salî daye çêkirin.
Heman derhêner di sala 1992’yan de fîlma Kûçikên Rezervuarê çêkiriye û sahneya sê nijdeyarên çekdar ên di dawiya fîlmê de jî rasterast ev berhema Leone tîne bîra mirovan.
Di Qenc, Xirab û Kirêtê de Clint Eastwood bi rola xwe di warê navneteweyî de navdar bû.
Mîna cureyê Spagetti westernê fîlmên din jî hatin çêkirin. Lê yên din nekarîbûn ew qas sefkeftî bûbûna. Di vî warî de bi tenê fîlmek heye ku nûjenîxwaziyê di nav xwe de dihewîne û enerjiya psîkolojîk û wê derê dike yek. Ew jî Qenc, Xirab û Kirêt e.
– Bariş Ozdemîr twitter @OzdemirBaris89 / Jêder: BBC Culture