FIREFOX OS

Firefox OS, (bi navên Boot To Gecko û B2G jî tê nasîn) bingeha pergala Linux a çavkaniyê ye, ku ji alîyê Mozillayê ve bi taybetî ji bo telefon xweştir bişuxulin hatiye pêşxistin.

firefox.osx299

Mozillayê, sala 2013an li Barcelonayê li Kongreya Mobîl a Cîhanê (MWC) ragihand ku 18 operatorên mobîl piştgiriyê didin Firefox OS’ê. Wekî gava ewil, ji bo cîhazên Alcatel, ZTE, Huawei û LG’ê xebat hatine destpêkirin. Cîhazên pêşî yên bi Firefox OS’ê hatine hilberîn li Brazîl, Kolombiya, Macaristan, Meksîka, Monte Negro, Polonya, Sirbistan, Spanya û Wenezuelayê ketine nav bazarê. Mozillayê ji bo sepanên Firefox OS’ê, Firefox Market Place vekiriye ku tê de gelek App (sepan) hene.

 

Cîhazên pêşî yên bi pergala xebata Firefox OS’ê li Emerîkaya Latîn û li welatên Ewropayê yên ku Deutsche Telekom lê heye, ketine nav bazarê. Gelek hilberînerên operator û telefonên mobîl jî xebatên xwe yên derbarê vê pergalê de didomînin.

Firefox OS; çawa ku wergera wê bo gelek zimanan hatiye kirin, niha jî wergera wê ya kurdî tê kirin û karê wergerandinê li ser malpera Locamotionê tê meşandin.

Çavkanî: Kovara Zanko

Şîrove Bike