Destpêk / Biyolojî / FOSÎLEKE HESPA AVIS A 48 MILYON SALÎ
Li Elmanyayê fosîleke hespê ya 48 milyon salî hate dîtin [PLOS One]

FOSÎLEKE HESPA AVIS A 48 MILYON SALÎ

Zanyarên Elman fosîlek dîtin ku ev ya hespên beriya 48 milyon salan e. Di fosîlê de tevî şaneyên nermik, çelikeke nezayî derket.

Li Elmanyayê li herêma Darmstadtê ku bi fosîlên xwe navdar e ji serdema Eosenê bermayiyên jîndarek hate dîtin. Di serdema beriya 34 û 56 milyon salan de gelek cureyên guhandar derketibûn holê û cureyekî ecêb a hespan jî hebû. Yek ji wan jî Eurohippus messelensi ye ku di sala 2000’an de hatibû dîtin. Fosîla ku bi awayekî fizîkî nêzî hespan e qasî kûçikekî asayî mezin bû.

Zanyaran di kifşa dawî de fosîlên ku dişin hespan hema hema bi temamî derxistin. Di xebata hevpar ya Mûzexaneya Basel Naturhistorischesê ya Swîsreyê û Enstîtuya Lêkolînê ya Frankfurt Senckbergê de bi X-Rayeke pêşketî û hûrbînên elektron hestikên fosîlî bi hûrgilî hatin kontrolkirin.

 

Fosîla 48 milyon salî derbarê gihiştina hespan de agahiyên û pêşkêş kir. [PLOS One]
Fosîla 48 milyon salî derbarê gihiştina hespan de agahiyên û pêşkêş kir. [PLOS One]
Di fosîlê de fetuseke 12,5 cm hebu ku gelek baş hatibû parastin û ber bi zayînê bû ye. Pozîsyona fetusê ne li gor zayînê bû û sernivişî disekînî. Jens L. Franzen da zanîn ku hespa dayik ji ber sedemeke nediyar miriye lêbelê ev mirin ne ji ber aviziya wê ye.

journal.pone.0137985.g005

Herwiha li ser fosîlê şopên tevînekê yên nermik hatin dîtin. Ev jîndar di serdema Eosenê de xwediyê pergela herî pêşketî bûye. Lêkolîner vê hespê ligel hespên nûjen muqayese kirin û dîtin ku di vê demê de jî aviziya hespan di zû de bi pêş ketiye jî.

– Edîbe Boga

Şîrove Bike

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor