Yek ji galaksiyên herî geş ên li gerdûnê ye, lêbelê ji ber çalereşeke ya li nîveka xwe, hêdî hêdî diperçiqe. Yek ji geştirîn galaksiyên gerdûnê ji Erdê qasî 12,5 milyar kîlomîtroyî dûr e.
Ew galaksiya bi navê W2246-0526 ji ber ku li nîveka xwe çalereşeke pir xort dihewîne ber bi tunebûnê ve diçe. Tê gumankirin ew galaksî yek milyar sal beriya teqîna mezin ango “Big Bang’ê” pêk hatiye.
Çalereşa li galaksiyê ewqas bihêz e ku enerjiya derketî gazên galaksiyê dikare kaşî gelek aliyan bike.
Ew geşahiya galaksiyê, par ji aliyê teleskopa fezayê ya jêrsor (WISE) ya NASA’yê ve hatibû vedîtin.
Di kovara bi navê Astrophysical Journal Letters’ê de hin encamên lêkolîna nû hatin parvekirin. Di daneyan de xuya kir ku galaksî ber bi perçebûnê ve diçe.
Ji Zanîngeha Diego Portales ya Santiagoyê Roberto Assef vê rewşê wiha awêne dike: “Pirtikên tîrêjê yên ku di nav gazê de kom bûne xwediyê ewqas bizav û enerjiyê ne ku gazê bi çar aliyan ve didefîne.”
Lêkolîner ji bo ku mezinahiya enerjiya li galaksiyê rave bikin ava keliyayî ya bi reaktorên nukleerî bi kar tînin. Çavkaniya enerjiyê jî ji çalereşa li navenda galaksiyê ye. Ji ber ku erdkêşiya vê çalereşê ewqas xort e dikare êrîşî hemû made û gazê bike.
Lêbelê ew hemû made û gaz di nav çalereşê de wenda nabin û dibin dîsk.
Hûn dikarin di vê dîmenê de pêkhatina dîskê temaşe bikin.
Zanyar şîrove dikin ku geşahî û enerjiya vê dîskê ku dibe sedema tûrûblanseke li galaksiyê, 300 trîlyon caran ji tavê mezintir û xorttir e.
Gaza ku ber bi vê aliyê ve tê defandin, hêj nayê zanîn ku dê ji galaksiyê veqete an jî di nav çalereşê de wenda bibe û biçe. Ger ji galaksiyê veqete dê stêrknas bikaribin hemû aliyên wê dîskê ku di nav toz û xweliyê de ye çavdêr bikin.
– Cûneyt Ewrareş / li ser Twitterê @cuneytewrares
Enerjî:Vejen, güçlü:xurt,disk:Sêlik, arastirma:lêkolan, arastirmak:lêkolîn