Galaksiya zarok 13,1 milyar saletîrêj ji dinyayê dûr e û sed milyon salî ye. [Wêne-NASA]

GALAKSIYA JI DINYAYÊ HERÎ DÛR “EGS” HAT DÎTIN

Ji aliyê dem û dûrahiyê ve galaksiya herî dûr a ji dinyayê hat kifşkirin.

Stêrknasên Zanîngehên Yale û California Santa Cruzê bi sê teleskopên cuda xebitîn û galaksiya pitikê kifş kirin. Fezazan diyar kirin ku ev galaksî 13,1 milyar saletîrêj ji Dinyayê dûr e û di  nav nifşê ewil ê galaksiyên gerdûnê de ye.

Galaksiya ku navê wê danîne EGS-zs8-1, 670 milyon sal piştî Teqîna Mezin çêbûye û 100 milyon salî ye.

Kifşa galaksiye di kovara “Astrophysical Journal Letters” de hat weşandin û ev galaksî di nav Komstêrkên Gavan (Bootes) de cih digire. Ev galaksî li gorî galaksiya Kadiz 80 qat zêdetir stêrk anîne.

– Bariş Ozdemir

Şîroveyek

  1. slaw o rez ez ji bajare bokan li rojhelata kurdistanm. li zmana kurdi ye de bi galaxy dbejn

Şîrove Bike