GELO AJAL JÎ XEWNAN DIBÎNIN?

Zanyar; pisikên ximaşbûyî, mişk û masiyên supya ji nêz ve dişopînin bê ka gelo dema radizên çi dijîn, çi dibînin?
Min beriya niha bi cend rojan di xewna xwe de masiyekî pir mezin ê Supyayê dît. Çavekî wî yê gelekî mezin hebû ku ji gelek masiyên piçûk pêk dihat.
Dema masiyek avjeniyê dike û dûr dikeve mesafeya dîtina masiyê supyayê kêm dibe. Heta ku masiyekî din were û wî cihê vala dagire.
Gelo ev xewn dihat çi wateyê? Gelo derbarê girîngiya bihevrebûn an jî taximbûnê de bû? Dibe ku jî derbarê wê yekê de be, bê ka di navbera jîndaran de têkiliyeke çawa heye?
An jî gelo xewneke ji rezê ya kesekî bû ku her tim derbarê heywanan de tiştên balkêş dinivîsê?
Ez di xewna xwe de ajalan dibînin. Gelo heywan di xewnên xwe de çi dibînin? Ango gelo ew xewnan dibînin?

Dema di xew de…
Em nizanin ku heywan teqez xewnan dibînin an nabînin.
Lêbelê derûnînasekî ceribandinê yê ji Zanîngeha Collega Londonê Hugo Spiers di peyama xwe de wiha got “bi ixtîmaleke mezin ew xewnan dibînin.
Tîmeke lêgerînê li cihekî nêzî ser erdê hût ango balînayekî qof ku bi awayê emûdî razayiye digrin.
Li gorî lêkolîneke ku di kovara eLifeyê ya meha Hezîranê de hatiye weşandin, Spiers û hevalên wî kifş kirine, dema ku beriya razana mişkên ezmungehê an jî laboratuwarê, xwarinê nîşanî wan didin, dibînin ku hin hûcreyên mêjiyê wan nexşerêya riyên ku xwe bigihînin wê xwarinê derdixin.
Yanê em dikarin bibêjin di xewnên xwe de dibînin ku dê çawa bighêjin wê diyariyê.
Mirov xewnên xwe di dema razanê de bi tevgerên bi lez ên çavan, ango di dema xewa REM’ê de dibînin.
Di piraniya guhandaran de xewa REM’ê tê heye.
Rêvebirê Ezmungeha Tevgerên Norolojik ên Peresînî a Zaningeha Bostonê Patrick McNamara dibêje “tişta ku mirov dibêjin xewn, dibe ku di heywanan de jî hebe û ev fikr û raman jî ne dûrî aqilan e.”
McNamara diyar dike ku di sala 1954’an zanyarê norolojiyê yê Fransî Michel Jouvet û tîma wî, midexaleyê mêjiyê kitikan an jî pisîkan kirine û di dema xewa REM’ê de pergala tevgerê betal kirine.
Pisîkên razayî wekî ku tiştên nexuyayî bişopînin serê xwe rakirine, dest bi tewandina pişta xwe kirine û tevgerên wekî ku nêçîrê dikin nîşan dane.
Bi gumaneke mezin dema ku pisîk razayîne hin dîmenan dibînin. Lê dibe ku ev ne ew xewnên wekî yên me bin ku dizanin.

image
McNamara li ser van tevgeran dibeje ku “ pêkan e ku em bibêjin pisîk di dema xewa xwe ya REM’ê de hin dîmenan dibînin.”
Her wiha dibêje, lê belê ne mimkun e ku em bi awayekî teqez bibêjin ew xewn wekî xewnên me bin. (we qet dîtiye dema pisîkekê xewneke nebaş dît, xwe li çêlika xwe pêçandiye?)
Zanyaran, di lêkolîneke din de ku asoya me vedike û di sala 2001’ê de di kovara Neuronê de hatiye weşandin, tevgerên Cirdan ên ku dema di labîrentekê de digerin û dema xewnan dibînin berhevkirine.
Zanyarên MIT’ê ku lêkolîn pêk anînê Michael Wilson û Kenway Louie dîtine ku şopên mêjî gelekî dişibin hev.
heta ewqas dişibin hev mimkun e ku mirov texmîn bike cird di xewnên xwe de kîjan beşa labîrentê dibînin.
Ev lêkolîn wê fikrê piştrast dike ku cihên fiziksel ên wekî labîrentan di dema xewa REM’ê de hîn bêtir di hişan de dimînin.
Di Xewna xwe de Min Bibîne
Xewna min a Masiyê Supya, ket bîra min. Gelo heywanên wekî Masiyê Supya û heştpê ango ahtepot ên ji serê xwe ve bi ling jî, xewnan dibînin?
Spiers diyar dike ku “ew yek pêkan e. Hemû tişt dema hûn dibêjin “xewn dîtin” hûn behsa çi dikin li gorî wê diguhere.
Wek mînak li gor lêkolîneke ku di sala 2012’an de di kovara PLoS ONEyê de hatiye weşandin Masiyên Supyayê rewşeke wekî razanê dijîn.
Di vê demê de pêkan e ku guherîna reng, livîn û tevgerên bi lez ên çavan ên wekî yên dema xewa REM’ê, bên dîtin.
Kî dizane dibe ku niha Masiyekî supya di cihekî okyanusê de, min di xewna xwe de dibîn

Şîrove Bike