Ji 10 gerstêrkên pergala tavê yek jî Erd[1] e, lêbelê derheqê Erdê de bi milyonan an jî ji milyonan zêdetir agahî hene ku nayên zanîn. Gelek zanyar û kaşîf, li ser Erdê xebatên xwe didomînin û roj bi roj derbarê Erdê de agahî û rastiyên nû kişf dikin. Me jî xwest ku em ji wan agahiyên herî balkêş ên derbarê Erdê de berhev bikin û me kir, lêbelê lîsteyeke dirêj ku tê de agahiyên bikêr û ecêb hene derket holê. Vaye derbarê Erdê de agahiyên balkêş û ecêb. Yên ku mêjiyan berfirehtir dikin.
- Erd, ji gogeke bowlîngê hîn paqijtir û hilûtir e. Beravajî, kêmasiyên li ser goga bowlîngê ku nayê hîskirin, çiyayê herî bilind û okyanûsa herî kûr jî, ji 5 hezaran de 1’ê wê stûrayiya rûyê Erdê pêk tîne.
- ji gemara peykê ku di valahiyê de em çê dikin, kêm zêde her roj perçeyek tê û dikeve ser rûyê Erdê.
- Her roj, ji fezayê, bi qasî 100 ton xweliya meteor ango kevirê asîmanan, li Erdê belav dibin.
- Kuna Ozonê her ku diçe piçûk dibe. Di sala 2012’an de mezinahiya kunê, ji yên 10 salan piçûktir bû.
- Eger, ji serbihayê karbonomoksîtan (CO2) a ku di febrîkayan de tê sepandin bê hisab kirin, hêjayê atmosferê wekî pere wê bibe 4.300.000.000.000.000 Sterlîn. Bi rastî jî atmosfer pir biha ye!
- Li dinyayê, avahiya herî biha ku hatiye çêkirin, Îstasyona Fezayî ya Navneteweyî ye û ew bi 150 mîlyar dolar pere ve hatiye çêkirin.
- Li ser Erdê, candara herî hêzdar ku hatiye kişfkirin “Tardigrad” e û ew jî, di nav valahiyê de dikare 10 rojan li ser xwe bijî.
- Qirêjiya hewayê ya li Çînê, ji fezayê tê xuyakirin lêbelê Şûreya Çînê, ji fezayê nayê xuyakirin.
- Dibêjin di rojekê de 24 saet hene, lê ne wisa ye, ya rast ev e ku di rojekê de 23 saet û 56 deqe û 4 çirk hene.
- Di roja me de li derdora Erdê, 22 hezar heb peyk dizivire. Ji wan peykan, bi tenê ji sedî 5’ê wan dixebite, sotemeniya ji sedî 8’ê wan qediyaye û ji sedî 87’e wan jî naşixule.
- Meteora herî mezin a ku li Erdê ketiye, krater çênekiriye. Meteor, ji ber şikla xwe, îhtimaleke mezin, wekî kevirek li ser avê pekiyaye, li ser Erdê pekiyaye û sekiniye.
- Ji Erdê lîmîta bilindayiyê wekî lîmît Armstrongê tê zanîn û ew jî 19 kîlomîtro ye. Piştî vê lîmîtê, divê cilê astronotan bê lixwekirin. Ger ku neyê lixwekirin, ava ku di canê însanan de ye dê di germahiya laşî de bikele.
- Ji sedî 97’ê ava li Erdê bixwê ye, ji sedî 3’ê jî ava şêrîn e.
- Hemû qeşayên li Antartîkayê, bi qasî ava Okyanusa Atlasê ye.
- Di nav lîtreyeke ava Okyanusê de, bi qasî ji 13 mîlyarî yek elementa zêrîn ya gramek zêr heye.
- Di her çirkekê de 50 û 100 birûsk li Erdê dikeve.
- Ji sedî 90î gemarên di behrê de plastîk in.
- Tê texmînkirin ku di okyanûsan de mîlyonek heb ajal dijîn û tê texmînkirin ku ji ajalên okyanûsê ji sedî 33’yê wan tenê hatine vedîtin.
- Hemû geşedanên agirpijî yên li ser Erdê, ji sedî 90ê wan di bin okyanûsê de pêk tên.
- Kortika Marîanayê ya herî kûr ya Erdê, bi 11 kîlomîtro dûrî rûyê okyanûsê ye.
- Erd, di nav pergala tavê de gerstêrkek yekem e ku xwediyê tektonîka levhayê ye. Lê, eger tevgera levhayê nebûya, karbon nedihat zeyîkirin û xwarin û Erd jî niha weke Venûsê, zehf germ dibû.
- Kîmyewiyên ku wekî elementên hindik an jî kêm tên zanîn, bi rastî ewqas ne hindik in. Elementa lûtetyumê, di bin tebaqaya Erdê de 200 caran zêdetir ya ji dinyayê heye. Lê di nav elementên hindik de herî hindik ev element e.
- Ji sedî 99’ên zêran yên li Dinyayê, di nav dendika navîn a Erdê de ye, yanî em dikarin wiha bibêjin; bi qasî stûrayiya 45 santîmîtro li derdora Dinyayê bigere zêr heye. Em dikarin bi vê dinyayê bialînin.
- Beşa dendika navîn a Erdê 5500 santîgrad pile germ e. Ev germahî û germeyiya rûyê tavê wekî hev in.
- Dendika navîn a Erdê weke dilê dinyayê ye û bi qasî 2500 kîlomîtro girovereke hesin e. Tevî germayiya xwe ya tirafê[2], fişariya li ser dendika navîn a Erdê ewqas zêde ye ku hesin di vê germahiyê de nahele. Yanî ji ber fişar û giraniya Erdê dendik nikare bihele.
- Giraniya krîstalên herî mezin ên dinyayê, 55 ton e. Cihê wan krîstalan jî, di kanên zîvîn ên Naicayê ye ku ew di binê Meksikayê de ye.
- Li Dinyayê, çala herî kûr, bîra Sakharin-1 e û kûrayiya wê jî, 12.4 kîlomîtro ye. 6371 mîtro dûrî dinyayê ye.
- Bakteriyên li ser dinyayê yên zindî, 2.8 kîlomîtro di binê rûyê Erdê de hatine dîtin. Ew bakterî, ji bo ku jiyana xwe bidomînin, radyoaktîvîteya ku ji ûranyumê belav dibe bi kar tîne û avê wekî enerjiya tê bikaranîn diguherîne.
- Nêzîkî di binê Çemê Amazonê de 4 kîlomîtro dûrî ser rûyê Erdê, bi navê Çemê Rîo Hamza avek diherike. Li hin deran, berfirehiya vî çemî, digihîje 400 kîlomîtro û ev çem, di nav axê de bi tenê 1 mîlîmîtro dikare biherike.
- Di giraniya 40 mîlyon tonî de hebên xîz ên zêde wîtamîn dihewîne, her sal, ji Çola Sahrayê, ber bi Daristanên Amazonê ve, difirin.
- Li Tirkmenîstanê, kortika bi navê “Deriyê Dojehê”, ji ber gaza şidyayî ya di bin Erdê de di nav kraterekê de alaw girtiye, ji zêdetirî 40 salan bê navber dişewite.
- Li Dinyayê; heta niha germahiya herî bilind di sala 1922’an de, bi pileya 57.8 santîgradan ve li bajarê El Azîza yê Libyayê pêk hatiye.
- Li Dinyayê, heta niha roja herî sar, di binê sifirê de bi 89.2 santîgradan li Îstasyona Vosytokê ya Antartîkayê çêbûye.
- Li ser rûyê Erdê, nimûneyên ji jiyanê, beriya 3 milyar û nîv salî li Avustralyayê hatiye dîtin. Ev zeman ewqas dirêj e ku wê çaxê, di atmosferê de oksijen jî tunebû.
- Ev 2 mîlyon sal e li herêma geliya Kuruyê ya Antartîkayê ku li dinyayê herêmeke ku herî ziwa tê zanîn, qed baran nebariyaye.
- Heta îro, di gerstêrka me de 106 mîlyar însan jiyaye. Tê texmînkirin ku di sala 2050’an de, nifûsa dinyayê dê bibe 9 mîlyar û 200 mîlyon însan.
- Dibêjin, nêzîkî 5 mîlyar sal e dinya heye, lê jiyana li dinyayê bi tenê di navbera 150 û 200 mîlyon salên dawîn de heye. Yanî em dikarin wiha bibêjin; jiyan bi qasî, ji sedî 5 û ji sedî 10’ê dinyayê ye.
- Saharaya ku çola mezintirin a dinyayê ye, bi mezinahiya xwe ya 9 mîlyon kîlomîtroqare ve hema hema bi qasî welatê Amerîkayê ye.
- Tîrêjên tavê, di nav 8 deqe û 3 çirkan de digihîje dinyayê.
- Li dinyayê sûlava herî mezin, Sûlava Angelê ya li Venezuellayê ye û ev sûlav jî 979 mîtro ye.
- Parzemîna Asyayê, li ser rûyê Erdê ji sedî 30’ê deverên ziwa digire û ji sedî 60’ê nifûsa Dinyayê li parzemîna Asyayê dijî.
- Li dinyayê bajarê herî mezin û fireh, bajarê Mt.Isa Queenslandê yê Avustralyayê ye û mezinahiya bajêr jî 25 hezar û 427 kîlomîtroqare ye.
- Li dinyayê, welatê ku herî zêde cîranên wî hene Çîn e. Çîn, cîranê 15 welatan e.
- Li dinyayê, cih û warê herî bilind herêma Webzhuanê ya Çînê ye ku ev herêm jî, ji 5 hezar û 90 mîtro ji asta behre bilindtir e.
- Di sala 1991’an de ji ber bagera Cycloneyê ya li Bangladeşê, 200 hezar kes mirine û li dinyayê herî zêde însan di vê bobelatê de mirine.
[1] Erd – bi piranî di kovara me de wek Dinya tê bikaranîn. Ji ber ku peyva “Dinya” mê ye û “Erd” gava bê şûna wê, ew jî dibe mê.
[2] Tiraf – bi germahiya herî gur û geş, xeliya agir – [EN] incandescent