Destpêk / Fezayî / GELO GERSTÊRK ÇAWA ÇÊ DIBIN?

GELO GERSTÊRK ÇAWA ÇÊ DIBIN?

GERSTÊRK LI KU DERÊ ÇÊ DIBIN ANGO FABRÎKEYA WAN GERSTÊRKAN LI KU DERÊ YE?

Hubble ji derdora Stêrka Theta 1 Orionis Cyê delîlên çêbûna gerstêrkekê şandiye ku ji Dinyayê 1500 saletîrêj dûre û di nava cihekî ewr û mij ango dişibe ewrahî de ye. Enstîtuya Lêkolînê ya Bouldera Coloradoyê Profesor Henry Throop di makaleya xwe de destnîşan kiriye ku “Bi xêra Hubbleyê me cara yekem dîtiye ku gerstêrkek ji tozê çêdibe.” Throop axaftina xwe wiha domand; “Ew kometozê ku em dîbinin ji perçeyên mezin pêk tên. Hinek perçeyên wan bi qasî kevirên xîça ne. Em niha çêbûna gerstêrkekê ast bi ast temaşe dikin.”Li gor Kovara Scienceyê Teleskopa Fezayê ya Hubbleyê ji çêbûna gerstêrkekê ji serî û heta binî dîmen girtiye û wê ji navenda xwe ango NASAyê re şandiye. Di Dîmenan de çêbûna gerdûnê bi awayekî lezgîn û agahbar hatiye hunandin. Li gor dîmenê gerstêrk ango stêrk bi atomên herî biçûk an jî bi tozik û mozikan pêk hatiye. 

Di nav tez û teoriyên li ser vê mijarê de ya herî pir hatiye pejirandin ew e ku dibêje, gerstêrk ew toza ku li derdora stêrkan diçe û tê li cihekî hêdî hêdî kom dibe û ji wan jî gerstêrk çêdibin. Ev perçeyên tozê yên ku li derdorê digerin digihîjin hev û bi hev ve dizeliqin û bi vî awayî jî mezin dibin. Ew dîmenên ku Hubbleyê kişandiyê vê yekê piştrast dike.

Asteroid033011_0

Hemû gerstêrk bi stêrkên xwe li heman cihê û di heman demê de çê dibin. Gava gaz di nav xwe de dişide û gaza wê lêhûrdibe kêmcaran li cihekî tenê çêdibe. Lê pirr caran  li her cihê ewrê gazê lêhûrbûn çê dibe û bi xwe ve hildiweşe.

Ji van hilweşîna gazê hin ji wan çend gazên din jî têk dibin û wan dixin nav xwe lê hinekê din jî li cihê xwe disekinin û biçûk dimînin. Herwiha ev biçûkmayîn wan dixe hedefa yên mezin û yên mezin jî wan dikşînin nav xwe.

Li gor famkirin û feraseta me, wexta ku Pergala Tavê çê dibe di vî şerê gazxwarinê de, tav bi serkeftineke pir mezin hiltê û wek gerstêrkeke mezin çê dibe. Yek ji wê bihêztir jî Jupîtere ku bi mezintiya xwe û bi gazkişandina xwe di nav gerstêrkan de bûye stêrka herî mezin. Jupîter gaza herî mezin kişandiye nav xwe.

Di vî dîmenê hanê de, di zikê ewregazê de stêrkeke biçûk û yeke mezin xuya dike. Li ser egera ku em dewam bikin jê tê xuyakirin ku pergaleke gerstêrkî, dê ji aliyê her dû pêş-stêrkan (Protostar) ve ava bibe. Lewma jî, ew gerstêrkên li derdora wan jî dê bibin stêrk û wê li ser pergala wan her dû stêrkan bimînin.

Çavkanî: Kovara Zanko – Hejmara 1’em

Şîrove Bike

kadikoy escort bayan kadikoy escort atasehir escort maltepe escort kartal escort kurtkoy escort pendik escort izmit escort vidanjor