Bendava Ilisuyê ya li ser Çemê Dijleyê gava biqede, devera dîrokî Heskîfê ya bi hezeran salî jî dê di bin avê de bimîne.
![[Wêne: Ramazan Duzen]](https://i0.wp.com/www.natgeokurd.com/wp-content/uploads/2015/11/Heskîfe1.jpg?resize=660%2C440)
Tê texmînkirin ku dema bendav heta bilintirîn asta xwe tijî bibe nêzî 10,4 milyar m³ av dê bê valakirin, rûberek dê bi qasî 313 km² av bibe bendavê û nêzî 1.200 Mega Watt ceyran jî piştî qedandina projeyê dê ji bendavê bê bidestxistin.
Projeya bendavê di sala 2006’an de ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê (serokkomarê niha) Recep Tayyip Erdoğan ve hat destpêkirin.
Hin keçik bi cilên xwe yên rengîn di bin siya darên sedan salî li dora çemê Dijleyê digerin. Hin zilamên kal bi rûyê xwe ku li ber tavê şewitîne pez û bizinên xwe diçêrînin.

Em li navçeya dîrokî ya Batmana Bakurê Kurdistanê ne. Li vê navçeya ku di navbera 3 welatan de maye piranî Kurd dijîn.
Arkeolog vê dera li cîhanê wek devera herî kevn a xwedî jiyan dizanin. Di dîroka xwe ya 10 hezar salî de ev der wek Asûrî, Roma, Pers, Bîzans û Osmanî, Medan 9 şaristanî dîtine.
Li Heskîfê gelek goristan, qesr, mizgeft û pir hene ku ji serdema 12. Û 13. ya Artûkî û Eyûbiyan de mane. Di vê serdemê de Riya Hevrîşimê ji vê derê re derbas dibû û vê sedemê jî di şaristaniya wê de bermayiyên dîrokî hiştine.

Di rêzeya rûbarî de gelek şikeft tên dîtin ku ew bi destan hatine çêkirin. Li wan şikeftan gelek malbat bi sedan sal in hêj jiyana xwe domanînin. Ku ew malbat bi piranî bi karê cotkarî û xwedîkirina sewalan re mûjil dibin.
Lêbelê ew bermayiyên nûwaze niha di bin xetereyê de ne. Tê payîn ku di nav çend mehan de bendava Ilisuyê ya 135 mîtro bilind û 1820 mîtro fireh biqede.
Ji ber vê projeyê ku li herêmê wek pirsgirêkeke mezin tê dîtin dê gelek bermayiyên Heskîfê di bin avê de bimînin. Herwiha 25 û 70 hezar kesên ku di nav wan şikeftan de dimînin divê ji warê xwe derkevin. Ew kes jî divê biçin Heskîfa Nû an jî Ilisuya nû ya ku 100 km li başûrê vê derê ye.
Qeymeqamê berê yê Heskîfê Temel Ayça behsa wan planan kir ku wê beşek ji bermahiyên dîrokî bên veguhastin parka arkeolojiye ku dê li cihekî bilind bê avakirin. Yên ku wê nikaribin bên veguhastin jî dê li cihê xwe di parka noqa bin avê de bikaribin bên dîtin. Lê bele digel van planan gelek dîrokzan, zanyar û arkeolog bi qezawet in ku ji ber înşeatê bermahiyên li Heskîfê wekî Trûwa û Mîkenê bi temamî tune bibin.

Malbateke ku di şikeftan de dijî, bi mêvanperweriya kevneşopî ya herêmê em vexwendin taştê. Bi rastî mrov ji vir re bibêje “şikeft” ne rast e. Min jî dixwest ku ez li vî cihî arîkbilind, bi pace, fireh û xweş hatiye raxistin, ceyran û ava xwe heye, bijîm. Bi rastî ew taştê jî nûwaze bû ku li ser sifreyê hêkên di rûn de pijandî, penêrê bizinan, firengî, zeytûn, qatme, köfte û şêrînahî hebûn.

Sermiyanê malê birêz Sabrî dibêje malbata wî ev pênc nifş in ku di vê şikeftê de dijî û digel erd û ajalên xwe jiyaneke bextewar didomînin. Navborî dibêje “Niha ev hemû dê di bin avê de biminîn û em jî dê mecbûr bimînin ku koç bikin. Û him ji bo çi? Dibêjin ji cer ceyranê. Halbûkî li ba me ceyran heye.” Û wekî ku vê gotina xwe piştrast bike lempeyê çend caran pêdixe û ditemirîne.

“Qaşo tazmînatê didin me, lê belê ew jî têra kirîna xaniyekî kavil û deriz jî nakiye.”
Birayê wî Hesen diaxive: “em nikarin biçin cihekî din; welatê me, kevneşopiyên me, çem û rûbarên me li vir in. Wê çawa be, em ê li cihên din çawa bikin, ez nizanim.”
Hesen dibêje “Ya herî xerab jî çi ye hûn dizanin?” û pê de diçe. “Li vir kar tune ye, pere tune ye. Ji ber vê yekê ez di înşeata bendavê de xebitîm. Yanê min bixwe bi destê xwe agir berda mala xwe û min alîkariya wan kir.”

Gelek tiştan wekî şer, erdhej, feth û hwd tesîr li vê navçeyê kirine. Ji van a herî dawî jî Bendava Ilisuyê ye. Bermahiyên dîrokî û kesên ku li derdora wan dijîn, ev hemû li dû xwe hiştin. Dîsa fikreke ji keçên malê Sewê heye ku bikaribe li ser piyan bimîne:
“Dibe ku tûrîstên wekî we werin. Em ê jî restoraneke piçûk vekin û xwarinên xwe pêşkêşî we bikin; em ê cil û zîvên destkariyê bifroşin û em ê bi qasî ku bikaribin bi wan re biaxivin, hînî Îngîlîzî bibin.”

Heke mirov li wê taştiya xweş a ku min bi dilxweşî kirî binêre, wê kare restoranê baş bibe.

– Jêder: BBC Travel / Ramazan Badem li ser twitterê @azadbadem