Heyv dinava 4,5 milyar salan de 18 qatan ji Cîhanê dûrket. Eger Heyv nebûya Cîhan wê di rewşeke pir cuda de bûya. Wê di deryayan de bûyerên med-cezîr (bi bandora kişana Heyvê di deryayan de çêbûna pêlan) çênedibûn. Wê rojek hîn kurtir yan jî dirêjtir bûya..
Heta li gorî hinek pisporan dibe mirov jî nebûyan. Li gorî van pisporan, Heyv di destpêka jiyanê de rolek jiyanî leyîstiye.
Dûrahiya di navbera Heyv û Cîhanê de tev dikare were pîvan.
Di roja me de ji parêzgeha New Mexico ya DYE’yê tîrêjên lazerê tên. Şandina li ser vedankerên[1] di çarçoveya projeya Apollo 15 ya 1971’ê de ji aliyê astronotan ve li ser rûyê Heyvê hatîn bicihkirin. Ev tîrêj ji vedankeran paşde vedigerin.
Di encama hesina di navbera serzemîna Cîhanê û senga mezin a ava di derya û okyanûsan de, leza Cîhanê jî kêm dibe.
Li gorî Zagona Tevgera 3’emîn ya Newton li hemberî her bandorekî reaksiyonek dijber jî xwe dide der.
Ji ber têkiliya hêza kişana dinavbera Cîhan û Heyvê de dema Cîhan leza xwe ji dest bide dike, Heyv bilez dibe.
Li gorî pisporan qet metirsiyek ya dûrbûna Heyvê ji Cîhanê nîne. Yan jî kêm zêde bi qasî ku di temenê mirovekî de neyê hîskirin, bandora wê biçûke.
[1] Vedanker – Kolîner, kolyar, tiştê/a ku dikolîne.
Jêder: HAWARNET